Îran serokkomarê xwe yê nû hildibijêre

Li Îranê ji bo hilbijartina serokkomarê nû dengdanê dest pê kir. Favoriyê hilbijartinê jî Îbrahîm Reîsî yê muxafazakarê hişk e. Lê belê tê payin ku di asteke bilind de hilbijartin bê boykotkirin.

Dengdan saet di 07:00 de ji aliyê lîderê olî Alî Hamaney ve hate destpêkirin. Bang li 59.3 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bi kar bînin.

Rayedaran biryar dan ku dengdan heta nîvê şevê dewam bike. Ev dem heta roja Şemiyê saet 02:00 dikare bê dirêjkirin.

Bi rêya vê rêbazê li bendê ne ku tevlîbûn zêdetir bibe. Tê payin encamên dawî roja Şemiyê danê nîvro bê eşkerekirin.

Li gorî anketên dawî, hejmara mirovên ku guh nadin hilbijartinê di asta rekorê de ye û tê payin ku ev rêje ji ya sala 2020'î zêdetir be. Sala 2020'î di hilbijartinên giştî de ji sedî 57 ê hilbijêran dengê xwe nedabûn.

Sala 2017'an Hasan Rûhanî bi polîtîkaya vebûnê û soza azadiya şexsî ya hîn bêhtir di tûra destpêkê de hatibû hilbijartin. Rêjeya tevlîbûnê ya li hilbijartinê di ser ji sedî 73 re bû.

Ji ber ku li ser medya dîjîtal banga ji bo boykotê zêde bû, Hamaney mehên dawî ji bo tevlîbûna girseyî ya li hilbijartinê bang kiribû.

Şefê Adlî Erkê Îbrahîm Reîsî yê 60 salî weke favoriyê vê hilbijartinê tê dîtin. Ji xwe Konseya Parastina Destûra Bingehîn, namzetiya kesên ku karibin ji Reîsî re bibin hevrik qebûl nekiribû.