Êrîvan dixwaze li ser sînor yekîneyên Rûs bên bicihkirin

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan ji bo ji aloziya bi Azerbeycanê re dûr bikeve, eşkere kir ku wê daxwaz bikin tevahî sînor yekîneyên Rûs bên bicihkirin.

Nîkol Paşînyan di civîneke y hikûmetê de daxuyaniyek da û got: “Dema ku rewşa tevlîhev li ber çavan tê girtin, di wê hizêr de me ku fikirîna mijara bicihkirina muhafizên sînor ên Rûs ên ji bo tevahî sînorê Ermenistan-Azerbeycanê bi mentiq e.”

Paşinyan diyar kir ku hebûna yekîneyên Rûs a li ser sînor ‘Xeteriya şer a leşkerî û dîsa xebatên sînor û diyarbûna sînor wê mimkûn be.’

Em mijar piştî şerê di navbera leşkerên Ermenî û Azerî de kete rojevê. Di şerê li gundê Sotk ya dikeve sînorê rojhilatê welat derket de, 3 Ermenî jiyana xwe ji dest dabûn. Her du welatan jî hevdu sûcdar kiribûn.

Azerbeycan bi desteka Tirkiye Peyîza 2020’ê  ji bo Qerebaxa Jorîn bixin destê xwe dest bi operasyonê kiribûn. Di şer de nêzî 6 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Di encama şerê 6 hefteyan dom kir û şûnde, agirbestek hate îmzekirin. Ermenistan gelek herêmên ku bi dehê salan di bin kontrola wê de bû, neçar ma ku ji Azerbeycanê re bihêle. Li derdorî Qerebaxa Jorîn nêzî 2 hezar leşkerên Rûs hatin bicihkirin.

Di mehên dawî de li ser xeta sînor nakokî zêdetir dibin. Êrîvan, Baku ji hewldanên kontrolkirina deverên nû sûcdar kir.

Ji meha Gulanê û vir ve ev du welat bi pêşengtiya Rûsyayê ji bo sînorê hevpar diyar bikin, di nava muzakereyan de ne.