Êrîşa Londra: Nasnameya gomanbarekê hate eşkerekirin
Hat diyarkirin ku têkildarî teqîna vê sibehê ya li metroya Londrayê agahiya herî kêm gomanbarek hatiye eşkerekirin.
Hat diyarkirin ku têkildarî teqîna vê sibehê ya li metroya Londrayê agahiya herî kêm gomanbarek hatiye eşkerekirin.
Di teqîna li nêzî stasyona metro ya Parsons Greenê pêkhatî de herî kêm 22 kes birîndar bibûn. Têkildarî bûyerê hê lêpirsîn dewam dike, li ser çapemaniyê tê îdîakirin ku kesekî li Bîrmîngham kêr li ser hebû, hatiye girtin.
Têkildarî nasnameya kesê ku goman heye beşdarî êrîşê bûye ti agahî nehatin parvekirin, Kenala Sky News ragihand ku nasnameya keseke gomanbar hatiye eşkerekirin.
Pispor, diyar dikin ku teqemeniya ku di êrîşê de hatiye bikaranîn ne li gorî daxwaza êrîşkaran teqiyaye, eger bibûya wê rê li ber windahî û ziyanê mezin vekiriba.