Êrîşa li ser Wezarê Parastinê ya Efganistanê Talîbanan li xwe girt

Êrîşa întixarî ya li ser avahiya Wezîrê Parastinê yê Efganistanê Talîbanan li xwe girt.

Şeva Sêşemê êrîşeke întixarî li ser avahiya Wezîrê Parastinê yê Efganistanê pê khat. Berdevkê Talîbanan Zabîhûllah Mûcahîd daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa întixarî ya li ser mala Wezîrê Parastinê ‘ji aliyê komeke mucahîdan ku bi çekên sivik û giran’ pêk hatiye.

Li Kabîlê piştî bi mehan û şûnde Talîban cara yekem e ku êrîşekê li xwe digire. Di êrîşê de 3 kes birîndar bû.

Mûcahîd bi vê êrîşê hişyarî da ku ev êrîş ‘destpêka’ êrîşên li ser rayedarên hikûmetê bê kirine.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, endamê Telîban bi wesayîteke bombebarkirî li ber pêşiya mala parlementerekî cîranê Wezîrê Parastinê bombeya li ser xwe diteqîne. Hate gotin ku Wezîr Bîsmîllah Mûhammedî tiştek pê nehatiye.

Hêzên ewlekariyê diyar kirin ku piştî 5 saetan êrîşkar bêbandor kirine, li gorî Wezareta Karê Hundir jî, yek di wesayîta bombebarkirî û 3 yên din jî di şer de hatine kuştin.

Ev êrîş pir nêzî herêma Kesk pêk hatiye.

Sibeha Çarşemê jî li Kabîlê mayînek teqiyabû.