Êlekzeran hişyariya çalakiyeke meztir kirin
Yek ji nûnerê Êlekzeran Maxîm Nîcolle ji bo çalakiyên Şemiyê got, ''rojeke dîrokî'' û diyar kir, ji bo çalakiyên meztir ên heftiyên bê, xwe hazir dikin.
Yek ji nûnerê Êlekzeran Maxîm Nîcolle ji bo çalakiyên Şemiyê got, ''rojeke dîrokî'' û diyar kir, ji bo çalakiyên meztir ên heftiyên bê, xwe hazir dikin.
Maxîme Nîcole li ser Facebookê vîdeoyek par ve kir û got, ''Îro we nîşan da ku hûn seferber bûne, hûn biryardar in. Û ev peyam diviya bihata dayin.''
Nîcolle got, ''Îro rojeke dîrokî bû, ji ber ku mirovan nîşan dan hekew ê li dijî berjewendiya wan be ew ê ti caran destûrê dijî berjewendiyên xwe nedin.''
Nîcolle got bûyerên tundî û şewitandinê yên Şemiyê wan xemgîn dikin lê ev wiha bi carekê re çênebûne.
Nîcolle tundiya polîsan a di çalakiyên beriya niha de bi bîr xist û got, ''Biya min tundiyeke psîkolojîk e ku mirov ji bêgavî di navbeyna têrkirina zarokan xwe de an jî ji bo tedawiyê kirînda dermanan de tercîhê bike.''
Nîcolle bang li Serokkomar Emmanuel Macron kir û got, ''Hûn dikarin kelepçê li me bixin, ti tiştek wê neguhere, ji ber ku mirov wê li kuçeyan bin.''
Nîcolle got, ''Heftiya were wê çalakî bidomin û heftiya dîtir wê li her deverê çalakî bibin.''