Çînê ragihand ku cûreyekî nû yê mirovan dîtiye

Paleontologên Çînê ragihand ku cûreyekî mirovan keşif kirine ku beriya 146 hezar salî sax bû. Zanyar jî dibêjin ku ev vedîtin ne dîtina cûreyekî nû yê mirovan e.

Paleontologên Çînî diyar kirin ku cûreyê nû yê mirovan ê dîtine weke 'mirovê Homo longî-ejderha' pênase kirine. Lê belê zanyar dibêjin, ev cûreyê mirovan ne cûreyekî nû ye, dibe ku bemahiyên cûreyê mirovan ê Denisova be.

Paleontologên Çînî ragihandin ku kiloxa beriya 90 salî hate dîtin, ya cûreyê 'mirovê Homo longî-ejderha' ye.

'Mirovê ejderha' ê ji serdema Pleîstosen Jeolojîk a Navîn beriya 146 hezar salî sax bû. Qîang Jî têkildarî vê vedîtinê ji kovara The Innovation re nivîsî û anî ziman ku 'Mirovê ejderha ji mirovan bêhtir nêzî Neandertalan bû'.

Ev agahiya ku 'mirovê ejderha' weke cûreyekî nû yê mirovan pênase dike, li nava zanyaran bûye cihê nîqaşê.

Kovara Science ragihand ku di testên DNA'yê de ya li ser cesedê hatiye dîtin, dibe ku yê mirovê Denisova be.

Hestî beriya 90 salî li herêma Harbinê ya Çînê ku ji aliyê Japonyayê ve hatibû dagirkirin, li bajarê Songhuayê di dema çêkirina pirekê hate dîtin. Dema ku leşkerên Japon kesekî Çînî li herêmê dide xebitandin, dema ku bala leşkeran ne li ser wî bû wî kesê Çînî kilox dîtibû.

Karkerê Çînî kilox xistibû nava paçekî û avêtibû nava bîrekê. Neviyên karkerê navborî kilox dabûn zanyaran.