BI DÎMEN

1'ê Gulanê li Helsînkî bi meşekê hate pîrozkirin

1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê li Helsînkî bi meşekê hate pîrozkirin. Kurdistanî jî bi rengê xwe tevlî pîrozbahiyê bûn.

Bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê xwepeşandaneke girseyî hate lidarxistin.

Sendîka û rêxistinên karker û karmendan bi navê blokên cuda meşek hevbeş pêk anîn.

Bloka bi navê "Greva giştî" ku ji çendîn rêxistinên çep û anarşîst pêk hatibû, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) jî di nav de bû.

Mijara Bloka greva giştî li vê meşê bangkirina greva giştî û nîşandana hêza karkeran li dijî polîtîkayên hikûmeta vê demê ya rastgir a Fînlandiyayê bû.

Meşa 1'ê Gulanê heta navenda bajêr ber pirtûkxaneya Oodi dewam kir.

Li vir daxuyanî hatin dayîn û polîtîkayên hikumeta rastgir hatin rexnekirin.

Her wiha banga greva giştî hat kirin.