Li Parîsê zextên li ser Kurdan hatin nîqaşkirin: Ji bo DAÎŞ'ê mudaxeleyî Belçîkayê kirin

Li Fransayê zextên ku li ser Kurdan zêde bûne di konferansekê de ji aliyê parêzeran ve hat nirxandin. Parêzer Antoîn Comte anî ziman ku dadgerê Fransî li hemberî agahiyên ku Tirkiye derbarê DAÎŞ’ê de dane, mudaxeleyî Belçîkayê kiriye. 

Konferansa ku ji aliyê Koordînasyona Piştevaniya Neteweyî ya bi Kurdistanê re Coordination nationale Solidarité Kurdistan-CNSK) ve hat lidarxistin, parêzerên navdar ên Fransî Christian Charrière Bournazel, David Andic, Antoine Comte ve Jean-Louis Malterre jî di nav de parêzerê Belçîkî Jan Fermon, endama meclîsa Parîsê Geneviève Garrigos û akademîsyen Pascal Torre anî ba hev. 

Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê berê yê Baroya Parîsê Christian Charrière Bournazel ve hat kirin. Di axaftinê de hate diyarkirin ku divê girtin û dersînordarkirina Kurdên li Fransayê bê şermezarkirin

PARÊZER ANDIC: GULTEKÎN WEK PAKÊTEKÎ RADESTÎ ÎSTÎXBARATA TIRK HAT KIRIN

Parêzer Davîd Andîc ji bo pêşkeşkirina rewşa aktivîstê Kurd Serhat Gultekîn ê ku di meha Nîsanê de hatibû dersînorkirin, mafê axaftinê girt û bi gotina “radestkirina nixumandî” şermezar kir. 

Andîc destnîşan kir ku tevî gelek caran metirsiya girtina Gultekîn li Tirkiyeyê hatiye gotin jî, dîsa hatiye dersînorkirin. Andîc anî ziman ku awayê dersînorkirina Gultekîn “revandin” e. Parêzer Andîc diyar kir ku aktivîst Gultekîn bi nexweşiyeke giran a bi navê sendroma Marfan ketiye û wiha got: “Ji bo li ber xwe nede destên wî hatin girêdan û lê xistin. Ev tişt hemû bi dizî hat kirin, ev jî nîşan dide ku serweriya hiqûqê nîne. Serhat wek pakêtekî kartonê hat hilgirtin û li balafirgeha Stenbolê radestî îstîxbarata Tirk hate kirin. Ev yek bi eşkere binpêkirina xala 3’emîn a AÎHS’ê ye.”

Parêzer Jean-Louîs Malterre jî mijara betalkirina statuya penaberan anî ziman û got, “Statuya penaberiyê êdî ne parastina ku Peymana Cenevreyê armac dike ye.”
Endama meclîsa Parîsê û seroka berê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Geneviève Garrigos diyar kir ku ji sala 2001’an ve hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.


TORRE: STATÛYA 50 AKTÎVÎSTÊN KURD JI WAN HATIYE STANDIN


Akademîsyen Pascal Torre têkildarî binçavkirin û girtina aktîvîstên Kurd ên li Fransayê axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Di nava deh salan de dema girtina aktîvîstên Kurd ji 6 mehan zêde kirine 2 salan. Em dibînin ku di desteserkirina malhebûna kesên tevlî xwepêşandanekê bûne yan jî hevdîtinek bi nûnerên hatine hilbijartin re kirine, zêde dibin. Tê texmînkirin ku  statûya 50 aktîvîstên Kurd ji wan hatiye standin.’’

 
LI ROJHILATA NAVÎN QEHREMAN LI VIR TERORÎS


Pascal Torreyî axaftina xwe wiha bi van gotinan berdewam kir: ‘’Gelê Kurd li Rojhilata Navîn weke qehreman  û li vir jî weke terorîst tên dîtin.  Têkoşîna li dijî terorê bêyî darazekê ne pêkan e. Nîşandana PKK’yê weke rêxistineke terorê rê li ber krîmînalîzekirina aktîvîstên Kurd vedike. Ev yek rê li ber dîyalogeke muhtemel ya di pêşerojê de jî digire ku PKK li herêmê mezintirîn hêz e ku aramiyê pêk tîne. Ev yek jî tê wê wateyê ku Ewropa destûrê dide ku Tirkîye rojeva xwe li ser Ewropayê ferz bike.’’

 
DIVÊ BI POLÎTÎKAYÊN MAYÎNDE GUHERÎN PÊK WERIN 
 
Torreyî ev yek jî gotin: ‘’Hewce ye dewleta Fransayê dev ji polîkayên xwe yên biçûk berde û em di wê serdemê de ne ku Erdogan gelekî lewaz bûye û li Rojhilata Navîn şer û alozî her ku diçe zêde dibin. Em bang dikin ku bi polîtîkayeke mayînde guhertin pêk werin û Kurdên li Fransayê werin parastin.’’ 


FERMON: FRANSA JI BELÇÎKAYÊ RE ZEXTÊ DIŞÎNE


Parêzerê Belçîkayî Jan Fermon  bal kişan ser êrîşên li dijî saziyên Kurdan ên çapemeniyê yên li Belçîkayê û di bin sernavê; ‘’ Fransa ji Belçîkayê re zextê dişîne’’ de pêşkêşiya xwe kir.

 
Parêzer fermonî têkildarî êrîşên li dijî saziyên Kurdan ên çapemeniyê yên li Belçîkayê got: ‘’ Ev êrîş ne êrîşeke nû ye. Ji sala 1996’an heya pêk tên.’’


Parêzer Fermonî destnîşan kir ku çapemeniya Kurdan ji ber hevpeymanên bi Tirkiyeyê re, ji sala 1996'an heya niha li  Belçîkayê bi êrîşên qanûnî re rû bi rû ye.’’

Fermonî da zanîn ku Dadgeha Bilind a Belçîkayê di sala 2020’an de biryar daye ku PKK ne rêxistineke terorê ye, ji ber ku hiqûqa şerî  ji hiqûqa navxweyî pêşdatir nîne û got: ‘’Di 23’yê Nîsana 2024’an de piştî daxwaza alîkariya edlî ya Fransayê li bînaya televîzyona Kurdî ya li Belçîkayê lêgerîn pêk hat.  Dema vê yekê dikin jî dadgêrên Fransî li hemberî Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî xwe li nedîtiyê danin. Belçîka têkildarî kiryareke ku ne sûc e,  lêpirsînê dide destpêkirin.’’

COMTE: JI BO DAÎŞ’Ê MUDAXILEYÎ BELÇÎKAYÊ DIKIN

Antoîne Comteyî şeqlevaniya edaleta Ewropayê şermezar kir û axaftina konferansê ya dawîyê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Dadgerê Fransî beramberî agahiyên têkildarî DAÎŞ’ê ku wan agahiyan ji Tirkiyeyê distîne, mudaxeleyî Belçîkayê dike. Mafên bingehîn di bin navê dîplomasiyê de tên binpêkirin.’’