Sabir: Mezintirîn terorîst Nesir Herîrî li Hewlêrê çi dike?

Kesayetiyê nas, nivîskar, helbestvan û rewşenbîrê Kurd Refîq Sabir, ji ber pêşwaziya li serçete Nesir Herîrî ya li Hewlêrê, rexneyên tund li rayedarên PDK'ê kir.

Kesayetiyê nas, nivîskar, helbestvan û rewşenbîrê Kurd Refîq Sabir bi nivîsandina gotarekê ve behsa hatina serçete Nesir Herîrî û pêşwazîkirina wî ya ji aliyê rayedarên PDK’ê kir û bi tundî rexne kir.

Gotara Sabir ku li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand bi sernavê “Mezintirîn terorîst Nesir Herîrî li Hewlêrê çi dike?” hatiye destpêkirin û wiha dom kir: "Mezintirîn terorîstê Îslamî Nesir Herîrî bi serdanekî ya ji nişka ve hate Hewlêrê û wek qehreman û rêberekî Sûriyê ji aliyê Serokê PDK’ê û rayedarên Hikumetê ve hat pêşwazîkirin. Her wiha rê hate dayîn ku biçe nav Parlementa Kurdistanê û li vê derê li pêşberî çapemeniyê dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî, awarekirina bi deh hezaran malbatan û kuştin û revandina hezaran şêniyên wan navçeyan wek rizgarkirin pênase bike û PYD'ê û Kurdan wek terorîst pênase bike."

Di dewama gotara Refîq Sabir de bal hatiye kişandin ser kiryarên serçete Nesir Herîrî yên li Rojavayê Kurdistanê û wiha hate hûnandin: "Nesir Herîrî serokê wan komên terorîstî ye ku ji jenosîda gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê û dagirkirin û awarekirina bi sedan hezar malbatên Kurd yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha bi Erebkirina ew bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê berpirsiyare. Çeteyên girêdayî Nesir Herîrî li Rojavayê Kurdistanê ji sedî sed planên Tirkiyê ya awarekirina Kurdan, bi Ereb û bi Tirkkirina Rojavayê Kurdistanê pêk tînin. Bi rexmê ku Nesir El Herîrî ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê veşartiye, ti heqaretek nemaye ku di ragihandinan de li Kurdan nekiribe û pir bi tundî astengî derxistiye ku zimanê Kurdî di proje yasaya nû ya Tirkiyê de bi fermî bê nasîn.

Niha gelê Kurdistanê mafê wan heye ku ji yên maldariya Nesir Herîrî kirin bipirsin ku ew celadê mezin ê Kurdan, çima hatiye Hewlêrê? Gelo çi berjewendiyê we yê hevpar bi wî terorîstê mezin re heye?

Kurdên Rojava wisa dizanin ku çûyîna Hewlêrê ya Herîrî ji bo ku destên xwe yên bi xwîna Kurdên Rojava sor kirî li Hewlêrê bişo û ji cîhanê re bêje ku ‘ez dijminê Kurd nînim û di kuştin û awarekirina Rojava û destdirêjîkirina li ser sedan keç û jinên Rojavayê Kurdistanê yên hatinî rewandin de berpirs nînim’. Qey wa ez nînim ku li Hewlêrê me û berpirsên Hikumetê wek qehreman û rêberê gelê Sûriyê pêşwaziya min dikin?!”

Refîq Sabir di beşa dawiyê ya gotara xwe de wiha behsa planên Erdogan ên li ser Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê û hatina serçete Herîrî ya ji bo Hewlêrê dike û wiha pêde çûye: "Beşek ji çavdêran jî di wê baweriyê de ne ku serdana Nesir Herîrî ya ji bo Hewlêrê bi armanca amadekarî û pêkanîna planeke Erdogan e ku dixwaze 'navçeyeke aram' bi kûrahiya 30-40 kîlometre li Herêma Kurdistanê çêbike. Ji bo ku terorîstên Îslamî û malbatên wan li wê navçeyê niştecih bike û Başûr û Bakurê Kurdistanê ji hevdu qut bike. Ev nêrîna xwe jî dispêrin daxuyaniya ku Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ku çend roj beriya hatina Herîrî gotibû PKK’ê hêcet daye Tirkiyeyê ku li Herêma Kurdistanê navçeyekî aram çêbike.

Ew pêşwazîkirin û rêzgirtina Nesir Herîrî ya li Başûrê Kurdistanê tenê heqaretek ji bo gelê Rojava û xwîna bi deh hezaran qurbaniyên ji ber terorîstên îslamî nîne, belku heqaretkirina li xwe, Hikumeta Herêm, Parlemento û hemû gelê Kurdistanê ye."