Serokê TBMM’ê Kûrtûlmûş têkildarî ‘pêvajoyê’ axivî

Serokê TBMM’ê Nûman Kûrtûlmûş piştî serdena Heyeta Îmraliyê têkildarî ‘pêvajoyê’ axivî. Kûrtûlmûş da zanîn ku daxuyaniya ku wê ji aliyê Rêber Apo ve were dayîn gelekî girîng e.

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bal kişand ser girîngiya daxuyaniya ku dê Rêber Apo bide û ev yek anîn ziman: ‘’Li şûna ku em li ser dîroka dayîna daxuyaniyê bisekinin, bi min divê ev kar bêyî ku zêde wext derbas bibe bi awayekî serkeftî were pêkanîn. Em ketin serdemeke gelekî girîng. Meseleya li herêma me ya esas, meseleya dabeşbûn û parçebûnê ye ku ev yek li gel dagirkirina Iraqê ya ji aliyê Emerîkayê ve leztir bûye.  Bi taybetî jî ji ber cudahiyên etnîkî, mezhebî û olî û hinek jî ji ber projeya neoemperyal rê li ber cudabûnan tê vekirin.’’

Kûrtûlmûş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ‘’yekîtiyê’’ û got: ‘’Ya ku tê hêvîkirin ne belavbûna zêdetir e. Berovajî wê yekbûna zêdetir e. Ji ber vê yekê em neçar in ku li herêma xwe yekbûn û hevkariyê zêdetir bikin. Dema ku em vê yekê dikin jî ji bo ku em xwe ji hemû talûkeyan biparêzin, divê em xurtkirina rewşa navxweyî esas bigirin.’’


Kûrtûlmûş piştre diyar kir ku di 40 salî de 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 2 trilyon dolar jî zirar çêbûye.  Kûrtûlmûş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hemû kes piştgiriyê bide pêvajoyê  û da zanîn ku daxuyaniya ku wê ji Îmraliyê were dayîn gelekî girîng e û got: ‘’Jixwe piştî dayîna daxuyaniyê dê dewama wê bi lez were.’’