Heftanîn bi çiyayên xwe yên bilind û serhildêr, gelî û newalên xwe yên asê, bax û bexçeyên ku her yek parçeyek ji buhuşê zindî dikin, çem û kaniyên xwe yên ku ruh didin rahên jiyanê. Kevir, dar û daristanên xwe yên ku hembêza xwe ji şervanên azadiyê re vedikin û diparêzin bi hev re di nava ahengeke bê dawî de ne. Lewre Heftanîn dîtin buhuşta zindî ya vê cîhanê ye. Gotinek heye û tê gotin ku mirov reng û taybetmendiyên xwe ji xwezaya lê dijî digirin. Mirov jî dikarin bi wan hest û taybetmendiyên ji wê xwezayê girtin her kêliyê xweşikbûneke mezin li wê xwezayê zêde bikin, pê re di nava ahengekê de bin. Heftanîn jî qadeke wisa ye. Xwezaya Heftanîn esîlbûn, xweşikbûn, dewlemendî, beraket, heybet û hemû başî û hêza xwe bi hezkirineke mezin dide zarokên xwe yên herî dilsoz, şervanên xwe yên azadiyê keç û xortên gerîla. Ev zarokên dilê wan bi hezkirina Heftanînê û xweşikbûna wê dagirtî jî bi hemû hêz û fedakariya xwe parastina van çiya, gelî, newal, av û xwezaya Heftanîn dikin. Ger bedela vê canê wan jî be ji vê gav bi paş ve navêjin.
Lewre Geliyê Pisaxa bûye war û dergaha azadiyê ya Viyan, Raperîn, Bager, Dilovan û Gulaberan, Partîzan bi ruh û xwîna fedaiyên weke Biharîn, Elî, Amara, Egîd û Dîrenan hate avdan, Qesroka serîhildêr xwe bi zanist û kesayeta Arnosan têr kiriye, bi fedakariya Harûn û Zagrosan xemilandiye. Xantûr bi îdaya azadiyê ya Havînan, fedakariya Newalan, cesareta Aryanan, hezkirina Navdaran û çanda Gelhatan serbilind bûye, Şeşdara bûye qada xweşikbûn û cesareta Çîçek, Besê û Siyajînan, Dûpişk û Ş. Bêrîvan rengê xwe ji kenê Sîdaran girtiye, Ş. Kendal her girekî wê bi nav û rengê şehîdekê/î wate girtiye û tê nasîn, Bektorya weke dayîkeke xwedawend hembêza xwe ji mirovahiyê re vekiriye û zarokên rojê diparêze, Şabanîkê weke Kelheke berxwedanê bi ruhê fermandar Ezîmeyan re bûye yek û kombûna wan tevan Heftanîneke berxwedêr derketiye holê û li ber hêzên dagirker hemûyan radibe. Lewre keç û xortên çeleng bi teqîna her guleyeke ku artêşa dagirkeran tar û mar dike de dibêjin, 'EV DER HEFTANÎNE' warê jina azad e û gerîlayên fedaî yên HPG'ê ye û agirê Cengê lê xurt dikin.
Saleke Cenga Heftanîn bi vî ruhê mezin temam dibe. Saleke bi rengê berxwedanê hatî hûnandin. Saleke îdaya azadiyê careke din mohra xwe li dîrokê dayî. Saleke ku her gava wê bi zehmetiyan dagirtî û her zehmetiyek wê wergeriyayî xweşikbûn û vîneke mezin. Saleke ku serketinên mezin li dîroka me ya bêhempa zêdekirî. Saleke ku demsal jî li hember vîn, hêz û baweriya gerîla li xwe ketin gomanê. Ji ber gerîla hemû demsal kirin dema berxwedan û çalakiyan. Di germahiya Tebaxê de xwêdan rijandin, tî man birçî man lê ji biryardariya xwe ya çûyîna ser dijmin tawîz nedan. Bedelê wan agirên ku bi daristanên Heftanîn xistin û dişewitandin şervanên azadiyê germahiya wan agiran tevan di hundir xwe de werdigerandin kîneke mezin û di pêşengiya fermandar Rûbaran de Bêrîtan, Berfîn, Amara û Çekdaran êrîşî çeperên dijmin kirin. Şervanên azadiyê her kêliyê ruhê xwe bi hêza serketina çalakiyê xweşik-kirin. Li hember vî ruhê şervanên azadiyê kêlî ji bo dijmin wergeriyan salan, çiyayên xweşik ên Heftanîn ji bo wan wergeriyan dojehê. Lê ji bo gerîlayên biryardariya serketinê di dil û mejiyê xwe de bi cihkirin demsal dibûn kêlî û têra wan nedikir. Zehmetiyên vê demsalê bi hemû germahiya xwe ve werdigeriya hesteke wisa ku xwe di hembêza dayîkê de hîs bikin û her roj hezkirina Heftanîn di dil û mejiyê wan de mezin dibû.
Demasala payîzê wergeriya tevgereke ku tecrûbe û destketiyên xwe mezin bin. Wergeriya hêza çalakiya serketî û di biriqîna çavê her şervaneke-şervanekî azadiyê de serketin mîsoger dibû. Lewre gerîla negot barane, berf e, sar e. Her û her got dem dema çalakî û berxwedanê ye. Dem dema hesab xwestineke mezine. Gerîlayên serdemê bi vê dilgermiyê zivistana 2019-2020 pêşwazî kirin. Car hebû sir û seqemê lêvên wan keç û xotên delal diqelaşt, hin destên wan tevizîn û dîsa jî bi biryardariyeke mezin di nava metreyan berf de dimeşiyan. Di kêliyên wisa de ku dijmin tu car hêvî nedikir mirov dikarin tevbigerin ew şervanên xwedî baweriyeke mezin a serketinê dîsa di rêka çalakiyê de bûn û diçûn ser dijimin. Bi gotineke din bi mehan di nava berfê de meşiyan, jiyîn, razan, çalakî kirin û her kêliyê li coşa xwe ya serketinê coş zêde kirin. Zivistana sar û seqem bi ken û henekên xwe yên xweşik û bi wate wergerandin gulîstaneke hezar rengî. Gerîlayên xwedî vîneke ji pola dilê dagirkeran di sir û seqema zivistanê de mehkûmî binketinê kirin. Bi coş, kelecan û baweriya xwe ya mezin ve bi ruhê hevaltiya xwe ya PKK ê jî zivistan ji bo xwe wergerandin bihareke xweş û geş a serketî. Lewre hemû gerîlayên Cenga Heftanîn tevahiya zivistanê şev û rojên xwe kirin yek û amadekariyên bi hêz ji bo pêşwazîkirina êrîşên dagirkeriyê kirin û bi çalakiyên xwe yên serketî yên di fermandariya Zelal Sîdeman de bihara 2020 an silav kirin. Gotin em li vir in û ji bo parastina nirxên gelê xwe amade ne her fedakariyê bikin.
Elbet vî ruh, fedakarî û fedaîbûnê bi xwe re encamên mezin anîn. Serê pêşî hemû hesabên dijmin serobinî hev kirin. Ruxmê ku hemû hêza teknîka NATO da pêş xwe û li pişt wê teknîkê xwest gav bi gav pêş de were jî, lê nekarî bi bandora tekinîkeke wisa wêranker ve jî vîna ji pola a şervanên azadiyê bişikîne. Berovajî hesabên artêşa dagirker a Tirk û şefê wê yê şerê taybet Erdogan gerîla bi taktîk û teknîka gerîlayên modern a di her qadê de xwe nû kirî bersiveke hişk a ku weke sîleyekê li ser çavê dagirkeran bikeve bersiv da. Vîneke ji pola di pêşengiya şehîdên me yên bi rûmet û fedaî de derkete holê. Bi vê pisporiya gerîla ya ku xwe di her warî de nû kirî ve ne tenê teknîka dijmin vala derket. Di heman demê de dijmin ji teknîka wan bê bawer kir û bandora dopîngên Erdogan bi rêbazên şerê taybet dabû leşker, kontra-çeteyên xwe xilas bû xwe bi carekê di cîhana rastî ya şerekî dijwar de bê çare li hember gerîla dîtin. Lewre vê rastiyê bi carekê vîna leşkeran şikand û li sendoroma Nisêbîn û Sûrê êdî sendoroma Heftanîn jî di nava leşkerên artêşa Tirk a dagirker de zêde bû. Sendroma Sûrê di pêşengiya Çiyager û Nûcanan de ya Nisêbînê di pêşengiya Xebatkaran de û ya Heftanîn jî di pêşengiya fermandar Esmer, Zelal û Mezlûman de pêşket. Sendromeke wisa ye ku heta niha bi sedan leşkerên artêşa dagirker ji ber tirsa mirinê pskolojiya wan xirab bû, xwe birîndarkirin, nexweş kirin û ji bo ji qada şer derkevin xwe avêtin erdê. Dîsa yên em pê hesiyan heta niha ji 125 zêdetir leşkerên xwe firoş ên bi pereyan tên şerê li hember gerîlayên azadiyê îstîfa kirine û ji artêşê veqetiyane. Dîsa di navbera leşkerên dagirker û cerdevanan de jî pevçûn derketin. Sedemên van pevçûnan jî ji ber leşkerên artêşa dagirker ên Turk newêrin bi pêş de werin, lewre weke me di serî de jî anîbû ziman her cerdevan û kontrayan didin pêş. Lewre her ew dibin hedefa gerîla û di rewşeke wisa de êdî ew jî vê ranakin û dibe sedema nerazîbûnên ku rê li pevçûnan vebike. Di van mînakan tevan de jî tê dîtin ku sendroma Heftanîn bûye kabûseke kujer di nava leşkerên artêşa dagirker de. Bi cewherî rewşa mehmetcikên Silêman Soylû û Şefê wî Erdogan a ku her roj bi gotinên şerê taybet wan dikin leheng gelekî xirab û kambaxe. Ewqas xirabe ku êdî dengê derewê Soylû û Erdogan jî nabihîzin. Ji ber êdî zikê wan ji wan gotinan têr bûye û bi rastiya herî vekirî ya lehengî û vîna gerîlayên azadiyê re rû bi rû hatin.
Bêguman bê mezinkirin bilançoya vî şerî di warê maddî û manewî de ji bo artêşa dagirker gelekî giran û rûxîner bû. Her girekî Heftanînê ji 50 caran zêdetir bi balafirên şer bombebaran kirin. Bi deh hezaran obîs, hewan avêtin. Hema bêje rojane hejmara balafirên keşfê ya li ser herêmê di navbera 15-20 de çû û hat. Dema dixwestin girekî bigirin 5 keşîf bê navber li ser kilît dibûn. Car hebû li ser hev 5-8-10 caran balafirên keşfê hevalik me hedef digirt û lê dida. Lê rûxmê wê jî hevalên me xwe xilas dikirin û dema leşkerên dagirker dixwestin gavekê bi pêş de werin heman wan gerîlayên fedakar ên ku dijmin dihizirî ew bê bandor kirine derdiketin pêşiya dijimin û derbayên giran li leşkerên dagirker didan. Vê sekna bi pisporî û fedayane ne tenê leşkerên dagirker dixistin nava şoqekê, di heman demê de wezîrê wan Hulusî Akar jî kire nava şoqeke mezin û ji teknîka xwe bê bawer bû. Lewre êdî baweriya xwe neda 5 keşfên xwe yên li ser Xantûr top, teng, balafirên xwe. Ji MÎT a xwe xwest ku îstîbareta erdê bixin dewrê û cihên ku gerîla lê doşkayan bikartînê diyar bikin. Ev jî mînakeke baş a ku rastiya artêşa Tirk û teknîka wan radixîne ber çavan e. Heman demê rastiya zanist û hunera şer a gerîlayên modêrn û xwedî vîn-baweriya azadiyê jî bi şêwazeke herî baş vedibêje.
Ji aliyekî ev rewşa ku hêzên dagirker ne li bendê bûn û ji aliyê din ve jî kesên ku komkirine û anîne ku bide şerkirin derfet dide rejîma AKP-MHP rastiyan veşêre. Ji ber hemû leşkerên hatin vê oparasiyonê ew leşkerên ku Erdogan ew bi bê karî û birçîbûnê terbiye kirine û bi pereyan kirine ne. Lewre dewleta dagirker bi sedan kuştî dan lê heta niha hajmara kuştiyên xwe yên eşkerekirin hejmara tiliyên du destan derbas nake. Çima ji ber bi leşkerên bi pere, çete û kontrayê xwe re pêş de peyman mohr kirine ku hûn mirin ez li we xwedî dernakevim. Wan jî ev qebûl kiriye. Bi vî awayî tedbîra xwe ya windahiyên giran veşatinê girtiye. Malûm yên dimirin dîsa zarokên gel in. Ya girîng qesra Erdogan di parastinê de ye. Dikare rojê ne sed leşkerî û kontrayan bi hezaran bike qurbana desthilatiya xwe û xeyalên xwe yên împaratoriyê. Lê aliyekî vê yê din jî ew e ku nikare tebloya binketina xwe vebêje û dîsa serî li rêbazên şerê qirêj ê bê dide û bi derewan civaka xwe dixapîne. Lê belê em li hember vê rastiyê matmayî namînin. Ji xwe em hemû jî dizanin ku hişmendiya desthilatdariya Erdogan û hevkarên wî li ser derew û xapandina civakê hatiye hûnandin. Lê her ku diçe maskeya ser rûyê wan dikeve. Êdî pêşî berxwedana gerîla, têkoşîna jina azad û gelek beşên civakê cesaret da gelek derûdoran ku bêjin, 'Qral tazî ye'. Bila ew her di nava hewldanên veşartina rastiyan de bin. Lê êdî dengvedana gotina 'Qral tazî ye' belav dibe, olan dide û pêl bi pêl li çar aliyên welêt balav dibe.
Baş e ev hêz, îrade, bawerî, biryardarî û hunera gerîlayên azadiyê ya di şerekî ewqas ne adîl de ji kû tê û ev hêzeke çawa ye. Me beriya vê jî gotibû ku sala oparasyona hêzên dagirker û pêngava dijberî vê ya şoreşgerî ya berxwedana Cenga Heftanîn temam dibe. Dema em gavekê disekinin û li demsal, roj û kêliyên vê cenga rûmetê dihizirin dibînin ku gelek sirên vê serketinê hene. Bêguman derfeta me ya em ziraviyên van siran tevan vebêjin nîne. Lê bi serbilindî dikarin bêjin ku sira serketina vê berxwedanê ya bingehîn û yekemîn hebûna milîtan û şervanên xwedî felsefeya APOGERIYE. Ya duyemîn jî sekin û peşengtiya bi biryar a jina azad a hêza artêşa fedaiyan YJA STAR e. Bêguman her şer pêşî di amadekariyan û motîvesyoneke baş de tê qezenckirin ev jî yek ji teoriya hunera şer a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê destnîşankirin.
Dixwazim dewama vê beşa nivîsa xwe jî bi vegotina berxwedana qada Şeşdara ya di pêşengiya fermandar Esmer, Çîçek, Nûcan û Zelalan de pêşketî re veqetînim. Di dîroka berxwedana tevgera azadiya jin û gerîlayên YJA STAR de hin kevneşopî hene ku her weke çandekê tên domandin. Yek ji van mînakan her dem di nava şerê herî dijwar de jî hebûna yekîneyên jina azad ên serbixwe ye ku di eniyên herî pêş de cih digirin. Li Heftanîn jî ev kevneşopî bi awayekî herî baş û bi bandor hatiye domandin. Bi taybetî piştî çalakiya fedaî ya fermandar û pêşenga YJA STAR Viyan Soran li herêma Heftanînê ya di sala 2006 de kirî û şûn ve yekîneya serbixwe ya vê herêmê bi navê yekîneya Ş. Viyan hate binavkirin û wisa dewam kir. Ev yekîne pêşî di xweperwerdekirina li ser bingeha pîvanên jina azad de bû mînakeke ku rista akademiyeke jina azad bilîze. Jina ku bû xwedî zanista azadiyê jî dikare di hemû qadên jiyan, têkoşîn û berxwedanê de bibe pêşengeke ku artêşan li peyî xwe bimeşîne, biherikîne qadên berxwedan, şer û serketinên mezin. Yekîneya ş. Viyan jî li Heftanîn bi vê misyona xwe ya dîrokî rabû. Yek ji qada bi cihbûn, mewzîbûn û amadekariyên şer a vê yekîneya jinên azad jî qada Şeşdara bû. Ev yekîneya fedaî ya ku ruhê xwe ji Viyanan û cesareta xwe ji fermandar Ezîmayan girtî weke beriya wê di vê sala oparasyona dagirkeriyê ya li ser Heftanîn de û di berxwedana pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanîn de bi rol mîsyona xwe ya dîrokî ve bû hestiyê piştê û motora coş-kelecana şer û têkoşîneke daîmî ya bilindkirina berxwedanê da. Vê sekina bi biryar a yekîneya ş. Viyan hevalên her kes gelekî bandor kir.
Gotinek heye di pênasekirina taybetmendiyên fermandariyên şer de dibêjin, 'şervan neyînika fermandar e. Divê fermandar li şervanên xwe binere û xwe bibîne'. Di kevneşopiya van du salên dawî ya vê yekîneyê de vê pênaseya mijara gotinê bi her awayî mafdariya xwe pişte rast kir. Di van du salan de fermandarên fedaî û xwedî cesaereteke ji pola û zanisteke azadiyê ya bilind hevrê Zelal Sîdem, hevrê Esmer Zerdeşt û fermandara ciwan Çîçek Kiçî fermandariya vê yekîneyê kirin. Şervanên xwe weke di her qada jiyanê de bi her awayî bi ruhê tolhildanê yê mezin ji şer û berxwedaneke têknebir re amadekirin. Herî dawî jî di şerê qada Şeşdaran de hevrê û şoreşgera mezin Esmer Zerdeşt fermandara vê yekîneya fedaî bû. Hevrê Zelal Sîdem jî fermandara vê eniya berxwedanê bû. Yekîneya ş. Viyan weke ku ji hişmendiya mêrê dagirker tolê rake, şev û rojên xwe kirin yek xebitîn xwe amadekirin. Negotin ev berfe, ev barane, ev germe, çar demsal kirin dema têkoşîn û pêşamadekariyên beriya şer ku ev di şeran de dibe kilîta sira serketinên mezin. Lewre ew jinên xwedî zanisteke azadiyê ya mezin bûn. Dizanîn çawa bijîn, ji bo çi şer dikin û çawa şer bikin. Bersiva van pirsan ji bo wan gelekî zelal bû.
3 jinên fermandar ên wisa bihizirin ku her yek ji wan bi kesayeta xwe parçeyê herî xweşik ê Heftanîn e. Yek ji wan jî fermandar Çîçeka Ciwan ku hîna di temenê 18 saliya xwe de di vê yekîneya jinên azad de fermandariya tîmekê dikir û bi taybetmendiyên xwe yên xweşik, berpirsiyarî û fedakar ve hemû şervan û fermandarên xwe heyranî xwe dikirin bû. Ew rûyê wê yê biçûk ku hemû paqijî û xweşikî tê dihat dîtin û xweşikbûna hemû kulîlkên Kurdistanê di rûyê xwe de komkiribû. Lê dilê wê bi tolhildan û kîneke mezin a li hember dijmin ve dagirtî bû. Ew kenê wê yê ku her kêliyê weke çirûskên hêviyê her cih ronî dikir. Digot, 'dema ez dibînim dijimin li ser vê ax û şîveriyên min lê jiya û têre meşiyame digerin weke ku pêl namûsa min bikin û ez vê tamûl nakim û nefes nagirim. Lewre ez ê biçim. Lê ehd be ez naçim mirinê diçim tolhildaneke mezin. Ez ê biçim û laîqî navê xwe bibim'. Ji ber wê navê fermandar Çîçek Kiçî a mezin rakiribû. Wê bi van hestên tolhildanê berê xwe dabû qada ku dijmin lê. Û digot, 'ez ê kîna xwe ferişim ser dijmin û nahêlim dijmin bi rihetî li ser axa me ya pîroz bijî, ez ê vê axa ku ji gerîla re bûye buhuşt ji dijmin re wegerînim dojehê'. Ji kêliya oparasyonê destpêkirî û heta kêliya şehîd bû wê kêlî bi kêlî, gav bi gav dijmin şopand û bi vî awayî bû parçeyek ji kordînekirina vî şerî. Bi vî awayî ew rengê xwe û ruhê xwe yê xweşik tevlî pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftanîn kir.
Fermandar Esmer Zerdeşt a ku di heman demê de yek ji berxwedêrên berxwedana Şirnexê bû jî bi dirêjahiya salekê di vê dema oparasyona dijwar de fermandariya vê yekîneya jinên azad kir û dawî mohra xwe li berxwedaneke destanwarî xist. Ew milîtaneke pir alî, têgihiştî û xwedî tercîheke azadiyê ya bilind bû. Bi zanista xwe anskilopediyeke zindî bû. Xwedî zanisteke dîrokî û têgihiştineke ku her kêliyê dibiriqî û eneriyeke pozîtîf a herikber bû. Ronakbîreke nivîskar a ku roman dinivîsî bû. Ango nivîskara romanên berxwedanê bû. Kesayeteke nazenîn a bi pîvana estetîkê ya zanista jin ve hatî avakirin bû. Roj û şevên xwe dida perwerdekirin û avakirina jina azad a şerker. Navê ked û fedakariyê bû. Xwedî îdayeke azadiyê ya mezin û cesareteke ji pola bû. Di felsefeya jiyanê ya vê fermandara leheng de cihê, tirsê, gotina nabe û xwe dubare kirinan nebû. Ew yek ji fermandarên di pêngava berxwedana Cenga Heftanîn de her û her çavê wê li serketinan bû. Belê ew fermandara kêliyên zehmet bû. Hêz, coş û kelecana hemû yekîneya xwe bû. Wê her digot, 'divê dijimin nikaribe bi rihetî bikeve qada ku jinên azad lê bi cih bûne û çeper girtine. Divê bedala vê pir giran bidin'. Bi rastî di fermandariya fermandar Esmer de hefteyeke sax li qada Şeşdara berxwedaneke rûmetê hate dayîn. Hefteyekê gerîlayên YJA STAR'ê di fermandariya Esmer de bi kobrayên dijmin re şer kirin. Her roj û şev bi dehan caran ev qad rastî êrîşên hewayî hat. Lê kêliya êrîş disekinin van jinên wêrek toza ser cilên xwe diweşandin û bi doşka, zagros û gelek cûre sîlehên din şerekî dijwar li hember hêzên hewayî yên dewleta dagirker dimeşandin. Di vî şerî de derb 4 kobrayan xistin. Di vê dema mijara gotinê de bi deh hezaran top, teng, obîs û hawan li ser vê qada Cenga jinên azad hatin bikaranîn. Lê nekarîn vîna van şervan û fermandarên jina azad bişikînin. Lewre roja 25.6.2020 artêşa dagirker ji çar baskan ve bi hemû hêza teknîka xwe ya hewayî û bejahî berê xwe da qada Şeşdara û xwest vê eniya berxwedanê bişikîne. Ji ber dijmin jî têgihiştibû ku ev xeta ji Ş. Bêrîvan heta bi boxaza Şeraniş a ku jinên azad diparêzin rista hestiyê piştê ya herêma Heftanînê dilîze.
Lê wê rojê jî 3 caran ev êrîşên dijmin hatin şikandin û vê pevçûna ku bi gotinan pênaseya wê nayê kirin heta bi saetên şevê dewam kir. Li vê eniyê xeta ş. Dersim jina ciwan Zerya Mahîr a bi xweşikbûna xwe weke hîvê şev ronî dikir bi sekneke milîtaniya jina azad heta guleya xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Dîsa li heman eniyê xeta tûnêlê fermandara fedakar û cewher xweşik Nûcan Serdoz bi cesareteke mezin û kîna salan bi ser dijmin de çû derbên giran li dijmin dan û li wir giha şehadetê. Dijmin dît ku nikare vîna vê eniya jinên azad û berxwedêr bişikîne. Vê carê bi saetên êvarê xwe gavekê bi paş de dan û careke din bi dehan balafirên şer bi alîkariya 5 balafirên keşifê rakirin ser vê eniya berxwedanê û bi dehan caran bê navber bost bi bost ev eniya cenga mezin bombebarankirin. Bi vî awayî di van êrîşan de fermandar Esmer, Bêrîvan Cûdî û Araret Melazgirt şehîd bûn cihê xwe di karwanê şehîdên Cenga Heftanîn de girtin.
Li berxwedanekê bihizirin ku bi rengê jina azad be, li cenga şerekî serketî bihizirin ku fermandariya wê jina pêşeng a azad be. Li biryardariya serketineke domdar bihizirin ku pêşengiya wê jina zane ya xwedî îdayên mezin be. Belê ev gotin tam jî kesayet, sekin û taybetmendiyên fermandar Zelal Sîdem vedibêjin. Heta dikarim bêjim ku gelek caran gotin bê wate dimînin li hember fedakarî û cesareta vê fermandara serketî. Lê em careke din wan gotinan tînin û bi ruhê Cenga Zelalan digihînin wateya wê ya rastî. Belê ev fermandara bi coş û kelecana xwe di her kêliya jiyana xwe de ji bo hevrê û şervanên xwe dibû çavkaniya hêzê. Vê fermandara bi ruh û enerjiya xwe ya xweşik rengê jina azad dayî Cenga Heftanîn, salekê fermandariya yekîneya ş. Viyan a jinên azad kir. Û di vê sala oparasyona Heftanîn de jî fermandariya eniya berxwedana Şeşdara-Gelî kir û di fermandariya wê de gelek rêze çalakiyên serketî pêşketin. Ew hevrêya Çîçek û Dilovanan bû. Şopdara fermandar Rojîn Gewda û Reşîd Serdaran bû. Lewre wê bi vî ruhî jiya, şer kir, hevaltî kir, fermandarî kir. Ew jineke wisa çiyayî bû ku her roj pora xwe bi bahê hênik ê Heftanîn şeh dikir. Rûyê xwe bi tîna tîrêjên rojê duşûşt. Çavên xwe bi xweşikiya xwezaya Geliyê Pisaxa kil dikir û kenê xwe yê xweşik tevlî xweşikkirina Heftanîn dikir. Her kêliya vê jina zana bi lêgerîna azadiyê û îdaya lidarxistina çalakiyê tejî bû. Lewre di dirêjiya vê sala Cenga Heftanîn de ew her weke fermandara bi îda ya vê berxwedanê hate nasîn. Li cihê fermandar Zelal lê baweriya serketinê, ruhê kolektîf ê hevaltiya PKK ê, sekna jina azad û pêşengtiya jina zana hebû. Di nava vê sala Berxwedana Cenga Heftanîn de tenê çalakiyên hêza YJA STAR kirin wisa ne. 66 çalakî hatin lidarxistin û di van çalakiyan de 133 leşkerên dagirker û kontrayên wan hatin kuştin. 19 jî birîndar bûn. Derb li 4 kobrayan hate xistin. Gelek amûr û kozikên wan li gel radar û mobasayên wan hatin rûxandin.
Dema dema em dibêjin berxwedana Cenga Şeşdara em behsa kesayet û taybetmandiyên van fermandar û şoreşgerên mezin dikin ku pêşengiya pêvajoyeke dîrokî kirin. Bêgoman hîna gelek sekin û mînakên bi bandor ên di nava vê sala berxwedanê de derketin hene û em ê beşek ji wan jî di beşa nivîsa xwe ya 3. de binirxînin.
Wê bidome...