Kêliyên berxwedanê û cengê -I

Li Heftanîn berxwedaneke ku mohra xwe li serdemê bixîne tê meşandin. Gerîlayên YJA STAR û HPG'ê yên fedaî li vir in û li ser navê gelê xwe û bi taybetî jî li ser navê gelê xwe yê başûrê welêt li ber xwe didin.

Heftanîn evîneke bê emsale, rûmeteke ku her kes nikare xwe bigihînê, xweşikiyeke ku li her warî nayê dîtin, hezkirineke ku tenê şervanên azadiyê dikarin bijîn û bidin jiyîn. Aha ev e ya ku her kêliyê evîndarên wê amade ne ji bo xwe bigihînin evîna xwe dikarin her fedakariyê bikin. Ax rûmete, rûmet jî namûse ji bo hemû civakan. Bêguman ger ev civak civaka kurd a ku bi sed salane êşa welatekî weke Kurdistanê yê xweşik yê her kêliyê rastî dagirkerin û destdirêjiyan te be. Wateya vê têgehê zêdetir dibe. Ji ber ew civak û gelên axa wan hatî dagirkirin dikarin xwedî lêgerîna azadiyê bin. Her wiha dizanin ku dema axa dayîkê ji dest biçe di dil û mejiyê mirovên welatparêz de çawa birînên xedar vedibin. Elbet ev birîn dikarin her kêliyê mirov bikujin. Ku li Kurdistanê bi deh hezaran kal û pîrên me di dema zikratê de jî axînên kûr yên êşa welatekî bindest dikêşînin û çavên wan li pey zarokên wan yên di bin navê kuştinên faîlên wan ne diyar de hatin windakirin, lê em dizanin faîlên wan dewletên dagirkerên Kurdistanê ne vekirî dimîne û bi vê êşa dijwar ve diçin ser dilovaniya xwe. Bi vî awayî çawa li vê cîhanê rojeke xweşî û azad nedîtin, bi vê janê ve çavên xwe li jiyana ku qet nebû ya wan digirin.

Aha ev e ya ku ji bo her bostek axa kurdistanê ji dagirkeran were rizgarkirin xwîn tê rijandin. Li ser her bostek axa vî welatî xwîna Egîd û Zîlanekê heye. Û bi rengê her şehîdek vî welatî kulîlkek vebûye. Li welatek wisa bêrîkirinên azadiyê jî her kêliyê zêdetir dibin. Û ev bêrîkirin werdigerin lêgerîna azadiyê. Di dîroka hemû gelan de jî şer û têkoşîna herî dijwar ji bo xwe gihandina azadiyê hatiye dayîn ku ev jî tu car bê bedel nabe. Her dem bedelên herî giran di oxira azadiyê de hatine dayîn. Ev jî gotina ku dibeje, ‘’leheng, wêrek carekê dimirin, lê tirsonek- xayîn her roj dimirin’’ rasteqîn dike. Lehengên vî welatî şervanên azadiyê dîrokekê di nava temenê xwe yê kin, ciwan û bi wate de bi cih dikin. Wê dîroka gelê xwe ya bi êş ji kûr ve dijîn û paşeroja azad a gelê xwe jî pêşî di bawerî, hest û hizra xwe de qezenc dikin. Bi van hest, hizir û zanistê barê berpirsiyariya azadiya gelê xwe rakirin û radikin.

Lewre li ser vê axa pîroz gelek lehengî çêbûn û hîna jî çêdibin. Ji ber van tevan dikarim bêjim em weke civaka Kurd xwedî dîrokeke bi serpêhatî, destanên lehengiyê, fedakarî û fedaîbûnên mezin nehatî nivisadinê dagirtî ne. Weke ku çîroka vê lehengiyê nehatiye nivîsandin, destana wê jî, strana wê jî, romana wê jî nehatiye hûnandin. Ji ber li welatê me ne tenê şerê dagirkeriyê kirin û bûyîna leheng sûçe, di heman demê de çîrok, destan, roman, helbest û strana wê nivîsandin û bi awazkirina wê jî bûye sûcekî ku dikare ji bo wê were girtin, kuştin û êşkencekirin. Çima? Ji ber nivîsandina her hevokeke lehengiyê dikare pêşengtiya berxwedaneke rûmetê bike û zanista tercîha azadiyê pêş bixîne. Lewre neyarên Kurdan ên weke Erdogan ên faşîst û dîktator bi qasî teqîna fîşekekê ewqas jî ji nivîsandina rastiya ruhê ku wê fîşekê diteqîne nivîsînê jî ditirse. Ev jî hişmendiyeke dagirkere ku dixwaze bi vê şêwazê hafiza-bîra civakan bi careke ji holê rake. Ji bo vê pêk bîne jî her cûreyê zext û zoriyê li ser civak û gelê me rewa dibîne. Dike û dide kirin. Bi xwe vê dikin ne beşek bi taybetî dewleta Tirk a dagirker û îro şefê wê dîktgtor Erdogan û dagirkerên 3 parçeyên din ên Kurdistanê jî bi rûmeta hin Kurdan dilîzin wan dikin hevkarê xwe û di nava çirava xiyanetê de difetisînin. Bi rêka van xayînan dikarin xwe bigihînin her cihekî Kurdistanê û her cûre xirabiyan bikin. Kurd kirin dijminê Kurdan bedelî çend kurûşên heram a dide van xayînên ku rûmeta xwe firotin û Kurdan bi hev re didin şerkirin. Li aliyê din jî ew di qesrên xwe de rihet rûdinên.

Ev xayînên ku ji rûmeta Kurdê azad bêpar mane her fedakariyê ji ber dijminê xwe ve dikin. Êdî hatine wê astê ku weke di dîroka tu gelan de nehatiye dîtin dikarin bibin qatîlê zarokên xwe yên xweşik, fedakar, fedaî û leheng. Ma gelo wê kîjan wijdan û exlaq vê qebûl bike. Weke bi hezaran mînakên li Kurdistanê ên beriya dîroka PKK ê û bi derketina PKK ê re hatin dîtin, îro jî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Heftanîn jî dîsa bi pêşengiya van xayînên kontra yên Kurd ve çêbûn û çêdibin. Ev 40 sale em bi dewleta dagirker a Tirk re şer dikin. Em parformansa wan a şer a li hember gerîla baş dizanin. Ger ku ew xayînên Kurd nedin pêşiya wan û wan gav bi gav bi pêş de neyinin ew nikarin di bostek axa Kurdistanê de bi pêşve werin. Tenê nadin pêşiya wan û wan nayînin. Di heman demê de wan bi her awayî di şert û mercên zehmet ên çiya de didin jiyîn. Dibin koleyên ber destê wan ên ku mewziya wan çêkin, cihê wan saxilem bikin, nobeta wan di eniya herî pêş de bigirin û wan biparêzin. Ji ber ger ew Kurdekî xayîn be jî kuştina wan ji bo neyarên Kurd cihê kêfxweşiyê ye. Heta di oparasyona dawî de ji ber artêşa dewleta dagirker li hember berxwedana gerîla kete nava sendromeke mezin de. Dîsa di her warî de ev kontra û cerdevan dane pêş. Elbet gerîlayên azadiyê ne tenê li hember leşkerên artêşa dagirker şer dikin, di heman demê de li hember kobra û sîkoskêyan jî şer dikin. Êh di vê rewşê de kobra û sîkoskê jî nikarin bi rihetî bikevin qada Cenga Heftanîn û pêwîstiyên leşkerên xwe bi cih bînin. Lewre leşker di nava sefaleteke mezin de ne. Li pir giran bê av û xwarin dimînin. Aha li vir dîsa koleyên neyarê xwe û neyarên gelê xwe cerdevan, sîxur û kontrayên Kurd bi hewara leşkeran ve digihêjin û bi hêstiran av û xwarinê ji wan re tînin. Bi vî awayî wan didin jiyîn. Tu yê xwe ji dijminê xwe re feda bike ku di her kêliya ew pêş ve tên de mirin heye. Vê didin ber çavan, lê belê bûyîna mirovek xwedî rûmet û di xizmeta gelê xwe de jiyînê nadin ber çavan. Rastiya hevkarên dagirkeran ev e. Lê em ê jî weke dersên me ji dîrokê girtin dîsa dibînin ku wê dawiya tevan bibe weke ya Reyberê xayîn yê ku pêşengê serîhildanê Alîşêr û Zarîfa qetilkirin û serê wan bir ji neyar û tecawîzkarên rûmeta gelê Kurd re, lê ruxmê wê jî nekarî serê xwe jî ji jêkirinê rizgar bike û dawî serê wî jî jê dikin û diavêjin ber kuçikan. Elbet di vê bûyara dîrokî de Alîşêr û Zarîfa weke leheng û fermandarên pêşeng di dîroka gelê Kurd de bi tîpên zêrîn hatin nivîsandin. Lê Rêyber jî bi xiyaneta xwe her kêliyê di vê dîrokê de hate lanetkirin û wê her were lanetkirin.

Belê Cenga Heftanîn li hember vê hişmendiya dagirker û çanda hevkar-noker a bi neyarên Kurdan re weke sekneke berxwedana rûmetê destpêkir û hîna jî dewam dike.

Çend roj mane ku sala oparasyona artêşa dagirker a artêşa Turk li Heftanîn tejî bibe. Û di heman demê de sala berxwedana destanwarî ya Cenga Heftanîn jî wisa. Ger em rastiya berxwedana vê Cengê bi hemû ziraviyên wê re bigirin dest roman jî têrê nakin. Em jî di nava vî şerî de ne û hûn ê weke xwendevan û şopînerên Cenga Heftanîn textîr bikin ku dema me ya em bi van ziraviyan tevan binivîsin nîne.

Lê belê li vir em dikarin bi cewherî li ser armanc û şêwaza vê oparasyona dagirkeriyê rawestin. Weke van 40 salên borî malûm hîna jî dewleta dagirker a Tirk û faşîzma AKP-MHP di pêşengiya şefê şerê taybet Erdogan de çîroka xwe dubare dikin û dibêjin, em ê PKK'ê ango bi gotina wan terorê biqedînin. Li vir a pêşî were gotin ji bo wan ev e gelo hûn ji derewa xwe ya 40 salan dubarekirinê têr nebûn? Lê em dizanin ku hişmendiya dagirker enerjiya xwe ji derewên xwe yên diafirînin digirin û dixwazin hebûna xwe wisa bidomînin. Aha rastiya dagirkeriya dewleta Tirk jî wisa ye. Lewre xwestin li oparasyonên xwe yên dagirkerî yeke din jî zêde bikin. Hedefgirtina wan a Heftanîn jî ne tesedûfiyek bû. Her ku gavekê nêzî sed saliya peymana qirkirina Kurd peymana Lozanê dibin telaşeke mezin dewleta dagirker digire. Ji ber sala 2023 an dema vê peymana qirêj a ku bi destê dagirkerên Rojhilata Navîn û hêzên dagirker ên hegonomîk Kurdistan di nava çar dewletên dagirker de hatî parkirin bi dawî dibe. Piştî vê Peymanê û heta roja îro gelek tişt di civaka Kurd de hatin guhertin. Têkoşîna azadiyê ya ku ev nêzî nîv sed salê ye di pêşengiya Rêber APO-PKK ê de didome û hemû hesabên hêzên dagirker ên hundir û derve serobinî kirin. Êdî gelê Kurd bê serî û pêşeng nîne û Kurd jî ne ew Kurdê berê ye ku her lîstok li ser were kirin û ew wateyê nede vê û nikaribe pêşiya vê bigire. Lewre dagirkerên Kurdistanê nikarin xeyala ku wê Kurdistan ji dest wan biçe tahmûl bikin û vê weke pirsgirêkeke bekayê ya mezin dibinin. Ango hebûn û tunebûna dagirkeriya dewleta Tirk bi vê statuya heyî parastinê ve dibînin. Lê belê ji bo ya heyî ji dest neçe divê hesabên xwe zêdetir berfereh bikin. Lewre êdî şefê şerê taybet Erdogan nikare bi tenduristî bihizire. Her roj lanetê li lîderê komara Tirk Mustfa Kemal tîne. Dîsa pêşî Rojava û Başûrê Kurdistanê dikeve nava hesabên dagirkirina gelek welatên cîran de jî.

Ji bo vê ji aliyekî ve êrîşî nirxên şoreşa Rojava kir ku li hember artêşa çeteyên Erdogan DAÎŞ'ê serketineke mezin a ku li seranserî cîhanê deng vedabû kir. Lê çavê wî ne tenê li Rojava ye. Dixwaze nîvê Sûrî Heleb jî di serî de bigire bin serweriya xwe. Her wiha ji aliyê din ve ji xwe bi salane bi hevkariya li dijî PKK ê ya bi hêzên Başûr PDK'ê re ji 40'î zêdetir baragehên xwe yên leşkerî di Başûrê Kurdistanê de bi cih kirine. Di heman demê de petrol û aboriya Başûr bi carekê di berjeweniyên xwe de ji nû ve dîzayînkirin. Artêşeke îstîxbareta Tirk bi hevkariya 'Parastin' di Başûr de bi cih kir û gelek Kurdên ku bi birçîbûnê terbiye kirin xistin nava vê xefka xwe ya xiyanetê û ji xwe re bikartînin. Bi kinahî çîroka vê rewşê gelekî dûdirêje. Lê bi kinahî dikarim bêjim ku li Başûrê Kurdistanê kelhe ji hundur ve hatiye fetihkirin. (ku dema dewleta Turk a dagirker êrîşî Rojava kir, gelê me yê welatparêz yê Başûr got, Rojava li ber xwe dide û vê berxwedanê di raya giştî ya cîhanê de jî piştevaniyeke mezin avakir. Lê Başûrê Kurdistanê bêdeng û bê berxwedan hatiye dagirkirin) Li vir di hundur de rastî tu astengiyan nehat, berovajî wê piştevaniyeke tam ji PDK'ê girt. Lê li vir tişta tehdîta herî mezin li pêşiya hêzên dagirker ji bo hebûna xwe di her warî de li Başûr rewa bike û Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke xwe û xeyala xwe ya sedsalekê ya petrola Musil-Kerkuk bigire bin garantiyê tenê û tenê PKK astenge. 

A yekemîn PKK a ku bi fikir û felsefeya Rêber APO ve hatî vê rojê xwedî bîrdozî û çandeke neteweyî ye û dersên mezin ji dîroka Kurd û Kurdistanê girtine û her gava xwe ya diavêje di vê çarçoveyê de xwedî li nirx û rûmeta neteweyî derdikeve. PKK ji roja derketî heta roja îro li çar parçeyên Kurdistanê bi fedakarî û bedelên giran ve li civak û nirxên civaka xwe xwedî derket. Di feraseta PKK'ê de Kurdistan yeke ne çare. Lewre gerîlayên azadiyê ne tenê li Bakurê Kurdistanê di nava şerekî dijwar de ne. Di heman demê de yek ji qada berxwedan û şerê gerîla parastina nirxên gelê me yên Başûrê Kurdistanê ye ku ji bo van destketiyan bi hezaran şehîd dane. Ev ji 30 salî zêdetire hêza herî çalak a parastina ax, tevahî nirx û sînorên Başûrê Kurdistanê gerîla dike û wê vê erka xwe ya neteweyî û welatparêzî bi hemû hêz û fedakariya xwe ve bidomîne. Ev jî tehdîta herî mezine ji bo berjewendî û hesabên hêzên dagirker ku di serê van hêzan de jî bêguman dewleta dagirker a Tirk tê.

A duyemîn êrîşên dewleta dagirker a Tirk ne weke ku ew û hêzên hevkar PDK e dibêjin, ji bo 'ku gerîlayên azadiyê li van herêmên Parastina Mediya hebûna xwe dimînine'. Sedama van êrîşan aliyek wê yê kêm ev jî be ya herî esasî û bingehîn gerîla li pêşiya bi carekê û hêsanî dagirkirina hemû nirxên Başûrê Kurdistanê astengiyeke mezine û hemû hesabên hêzên dagirker serobinî dike. Sedema êrîşên ew çend dijwar ên van 6 salên dawî yên li ser Herêmên Parastina Mediya jî ev e. Ev 6 sal in bê navber dibêje, 'min gerîla li Bakurê Kurdistanê qedand û diqedînim'. Lê di van 6 salan de gerîla ne tenê li Bakurê Kurdistanê neqediya. Di heman demê ji Behra Sipî heta bi Botanê gerîla her rêze çalakiyên bi bandor kirin. Îro jî çalakiyên gerîla ne tenê li çiya û bejahiya li hemû bajarên Tirkiyeyê belav bûne. Lê ji bo rewabûna hêza gerîla  neyê dîtin ji aliyekî ve bi sansur dideyîne ser mediyayê û ji aiyê din ve jî bi propagandayên şerê taybet ve civaka xwe dixapîne ango dixwaze bixapîne ku PKK li ber xilasiyê ye. An jî xilas dibe û bi vî awayî dixwazin rastiyan berovajî nîşan bidin. Ger rastî PKK'ê li ber xelasiyê ye û wê xilas bibe ev çi tirs û panîka mezin a rejîma AKP-MHP ê ye ku ji du gotinan yeke gotinên wan pirsgirêka mayindetiyê ye. Ev jî bi serê xwe cihê anlîzeke pîskolojîk a rejîma AKP-MHP ê ye. Textîra analîza vê jî ji we şopîner û xwendevanên hêja re dihêlim.

A sêyemîn di çarçoveya van analîzan de çima Heftanîn? Bêguman ku Heftanîn deriyê esasî yê ku ji du aliyan ve pêşiya xwe paqij bike û bikeve Başûrê Kurdistanê ye. Raste Heftanîn sînorê sifir ê navbera Herêmên Parastina Medya û Botanê de ye jî. Lê sedema êrîşeke ew çend dijwar a li ser Heftanîn a bingehîn ne ev e. Ji ber ev taybetmendiya Heftanîn ne nû tê zanîn ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve. Jixwe salên dirêj bû dewleta dagirker ev dizanî. Ya din jî baş dizane ku gerîla ne wisa bê alternetîfe û dikare her rêkê bibîne ji bo xwe gihandina Bakurê Kurdistanê. Li vir sedema bingehîn me gotibû ji 2 aliyan ve ketina Başûrê Kurdistanê ye.

 A yekemîn dixwaze xeta ku sînorê Bakur û Başûr dibe yek û di heman demê de di navberê de deriyê Xabûre. Di heman demê de ger çiyayên Heftanîn ên ku gerîla tê de parastina axa Başûr dike bigire tu astengî li pêşiya xwe berdana deşta Zaxo û Duhokê namîne. Û wê bi rihetî karibe li ser deşt û bajarokên van herêman hakîmyeta xwe ava bike. Ji ber vê piştî 15-20 rojên oparasyona 16 hezîrana 2020'an derbas bûn, şefê şerê taybet ê dewleta dagirker Erdogan got, "erka herî zehmet a li pêşiya mehmedcikên me erka xwe berdana deştê ye." Baş e ma gerîla li deşta Zaxo û Duhokê ye ku wê biçe deştê li kê bixîne û çibike? Wê oparasyona vê derê li hember çi û kê bike? Bersiva van pirsan û gelek pirsên din li gel me zelale, lê em dixwazin hêzên Başûr û gelê me yê Başûr bersiva van pirsan baş bibîne. Ji ber vê her roj bi balafiran li derûdora Dêrkarê, Zaxo û Duhokê dixe, gel qetil dike û dixwaze çavê gel ji niha ve bitirsîne. Da ku gel di rewşeke wisa de nikaribe li pêşiya wan bibe asteng.

A duyemîn bi ketina deşta Zaxo û Duhokê re tê wateya vebûna deriyê ketina Şengalê jî. Bêguman di roja pêşî ya oparasyona Heftanîn a di 16 hezîrana îsal de destpêkirî de dewleta dagirker û hemû mediyaya wê ya pêlîstok ev rastî tevî şefê xwe yê şerê taybet Erdogan bi eşkereyî û bêguman anîn ziman. Gotin, 'hedefa oparasyona Heftanîn xwe gihandina Şengal û hemû çiyayên wê ye'. Wê demê çima Şengal? Weke her pirsê divê cihê textîrê be ku bersiva vê pirsê jî li gel me zelal e. Armanca ketina Şengalê bi kevirekî du çûk kuştine. Şengal xeta ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê digihîne heve. Di heman demê de deriyê xwe gihandina Mûsilê ye. Bi ketin û girtina Şengalê ve dixwazin Rojavayê Kurdistanê bixin çemberê ev hem ji bo Rojava dibe tehdîteke mezin û hem jî wê têkiliya gelê Şengalê bi Rojava re qut bikin û gelê Şengalê bê parastin bihêlin. Tê bîra raya giştî ku dema fermana 3 Tebaxa 2014'an li ser gelê me Şengalê çêbû ji aliyekî ve 12 siwariyên di şopa Derwêşê Evdê de çûbûn Şengalê parastina gelê Şengalê kirin û ji aliyê din ve jî şervanên YPJ-YPG di xeta deriyê Til Koçer û xeta Rebîa re korîdorek vekirin. Vê korîdorê hem êrîşên artêşa Erodogan DAÎŞ'ê şikandin û hem jî civaka Êzidî ji qirkirinê rizgar kir. Ev jî di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Aha ji bo pêşiya destwerdaneke wisa bigire, dixwaze vê boriya nefesê ya gelê me yê Şengalê jî ji binî ve qut bike.

Di vê rewşê de dikare bi rihetî xwe bigihîne deşta Musilê û xeyalên xwe yên sedsalane bi împeretoriya 'fatîh sultan Erdogan' pêk bîne. Li pêşiya pêkanîna vê xeyalê jî tenê û bi tenê hêza parastina galê Şengalê YBŞ û YJŞ û hêza gelê me ya birêxistinkirî ya Şengalê heye. Lewre ji bo xwe bigihîne xeyal û hedefên xwe yên dagirkeriyê divê tişta ku artêşa wî ya çete DAÎŞ'ê di 3 Tebaxa 201'an de nekarî bibe serî vê carê bi fermana 74'an temam bike. Wisa jî diyare ku ji bo vê bi hêzên Başûr ên hevkar re li hevkiriye. Bêguman ger ev plana dewleta Tirk a dagirker pêk were wê ne tenê gelê Şengal û Rojavayê Kurdistanê winda bike. Pêşî ev tehdîteke mezin a li ser serweriya dewleta Iraqê ye. Di heman demê de bi carekê desteserkirina axa Başûrê Kurdistanê ye. Bêguman plana wan bi vê tenê ve bi sînor namîne. Di daxuyaniyeke ji bo operasyona Heftanîn de weke ku bejin, 'hemû rê di Heftanîn re derbas dibin' gotin, 'me di astekê de li Heftanîn hin cihên ku me dixwest girtin, niha dora Mexmûre'. Raya giştî û gelê me yê Başûr baş dizane ku girtina Mexmûr parçeyek ji plana qirêj ya dorpêçkirina Mûsil û hakîmyeteke bi tamamî a li ser petrola deşta Hewlêr û Hewlêre. Di heman demê de serweriya xwe ya li ser xaka Başûr di her warî de îlankirine.

Ji ber van tevan pêşî gotin 'Heftanîn'. Lewre girîng e pêşî gelê Zaxo, Dêrkarê, Batufa û Şengal û pişt re hemû gelê Başûrê Kurdistanê di zanebûna vê de be ku şer û berxwedana Cenga Heftanîn pêşî berxwedan, şer û cengeke mezin a parastina nirxên gelê Başûrê Kurdistanê ye. Parastina rûmeta gelê Başûrê Kurdistanê ye. Ev berxwedan bersiva fermana qirkirina 3 Tebaxa sala 2014'an li ser gelê Şengalê ye. Bersiva komkujiya li ser gelê Şêledize ye û silavkirina serhildana gelê Şêledizyê. Bersivdana komujiya li Kunemasî û Bamernê ye. Bersivdana ambargo û êrîşên ev saleke bê navber li ser gelê me yê Maxmûrê ye.

Belê hesabên li ser Heftanîn û êrîşên dijawar ên bi hemû derfetên dewleta faşîst a Tirk seferberkirinê û bikaranîna teknîkeke herî xurt a serdemê hemû jî ji bo vê plana xwepêkanînê ye. Bêguman ev hesabên hêzên dagirkerin. Lê weke her carê dîsa weke pêşiyên me gotin, 'hesabên malê û sûkê-bazarê hevdû negirtin'. Li Heftanîn berxwedaneke ku mohra xwe li serdemê bixîne tê meşandin. Gerîlayên YJA STAR û HPG'ê yên fedaî li vir in û li ser navê gelê xwe û bi taybetî jî li ser navê gelê xwe yê başûrê welêt li ber xwe didin.

Wê bidome...