Ji Erdogan daxuyaniya li ser pêvajoyê

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ê di hefteya pêş de bi Şandeya Îmraliyê re hevdîtinê bike û destnîşan kir ku ew pêvajoyê bi hesasiyet dişopînin.

Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan di dema vegera ji Azerbaycanê de di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan got, ew ê di hefteya pêşiya me de bi endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re hevdîtinê bike. Erdogan destnîşan kir ku Wekîlê Serokatiya Giştî Efkan Ala û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî wê beşdarî hevdîtinê bibin.

Erdogan diyar kir ku eger biryara çek danînê ya PKK’ê pêk were, wê pêvajo bilez bibe û got, “Saziyên me yên eleqeder bi hesasiyet her gavê û her hemleyê dişopînin û gavên pêwîst diavêjin. Em nikarin vê pêvajoyê di rewşa xwe de bihêlin û em destûrê jî nadin provokasyonan. Em bi hesasiyet dixebitin, bi gavên bawer ber bi pêş ve diçin.”