Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ji bo bîranîna enternasyonalîstên şoreşger ên ku di nav refên YPG û YPJ’ê de şehîd bûne merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bi sedan kesên ku ji li Hola Konferansê ya Saalbau ya Frankfurtê hatin ba hev. Beşdarbûna gelek malbatên enternasyonalîst ji welatên wekî Ewropa, Emerîka, Îngilistan, Fransa, Elmanya û Awûstralyayê bal kişand.
Di merasîmê de têkoşîn û şehadeta Dilsoz Bahar (Kevin Joachim) a ku yek ji 13 şervanên ku di sala 2015’an de di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû û 6 rojan li dijî qanûnê ji aliyê dewleta Tirk ve li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat rawestan, hate bibîranîn.
Kevin Joachim a ku di sala 2012’an de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurd bû piştî ku li gelek deveran xebitî, di sala 2015’an de derbasî Rojava bû. Bi awayekî çalak beşdarî berxwedana li dijî DAÎŞ’ê bû. Beşdarî Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku ji bo rizgarkirina gundên dagirkirî hatibû destpêkirin bû û li wir roleke girîng lîst. Di pevçûna 6’ê Tîrmeha 2015’an a ku li gundê Şergirat ê bajarokê Silûkê qewimî de şehîd bû.
JI GELEK DEVERÊN CÎHANÊ HATIN
Malbatên enternasyonalîstên ku di nav refên YPG û YPJ'ê de şehîd bûne, di bîranînê de amade bûn. Dayika şehîdê Kanadayî Gabar Rojava (John Robert Gallagher), dayika şehîdê Awûstralyayî Bagok Serhed (Reece Harding), dayika şehîda Arjantînî Alina Sanchez (Legerîn Çiya), dayika şehîdê Brîtanî Şoreş Amanos (Jack Holmes), dayik û xwişka şehîdê Hollandî Baran Sason (Sjoerd Heeger), malbata şehîda Kurd Asya Kanîreş (Kadriye Tetîk), dayika şehîdê Elman Şiyar Gabar (Jakob Riemer), malbata şehîdê Elman Azad Şergeş (Thomas Spieß), malbata şehîdê Ellman Andok Cotkar (Konstantin Gedig), dayika şehîda Elman Avaşîn Tekoşîn (Ivanna Hoffmann), hevalên şehîda Elman Nûdem (Uta Schneiderbanger) û malbata şehîdê Slovenyayî Rodî Çekdar (Martin Gruden) beşdarî merasîmê bûn.
BAL KIŞANDIN SER GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA NAVNETEWEYÎ
Rojnamevan û nivîskarê Kurd Sefkan Kobanê, siyasetmedar Pero Dundar, Nursel Aydogan û rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Cahîde Goyî jî tevlî merasîmê bûn. Sefkan Kobanê û Pero Dundar di merasîmê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya piştgirî û têkoşîna navneteweyî.
Malbatên şehîdan jî bi dorê axivîn û behsa têkoşîna zarokên xwe kirin û girêdana xwe ya bi Şoreşa Rojava re anîn ziman.
Koroya muzîkê ji bo bîranîna şehîdan de performansa xwe pêşkêş kir.
Di axaftinan de careke din bal kişandin ser hevgirtina enternasyonalîst û girêdana berxwedana Rojava. Merasîm bi bi tilîlî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.