Kasim Engînbûyîn

Eşkere ye ku gelek tişt hene em ji rastiya Kasim Engîn hîn bibin. Wê demê, di serî de ciwan ku wî gelekî ji wan hez dikir, divê em hemû zû nedereng a pêwîst hîn bibin.

Di salvegera yekemîn a şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn de ji bo bîranîna wî li gelek deveran çalakiyên mezin ên bîranînê tên lidarxistin. Em jî wî bi rêz û hezkirinê bi bîr tînin.

Kasim Engîn ji xwe saleke hema bêje her roj tê bîranîn (*). Qet ji bîr neçû. Saleke di çalakiyên girseyî de wêneyên wî timî hatin hildan. Navê wî timî liser zimanan bû. Helbesta wî timî dihate bihîstin. Mirovan gelek caran ji rûyê wî yê li ken sûd û hêz werdigirt. Gelek kesan pirtûkên wî yên dîrokê û gotarên wî xwend, hewl da hin tiştan jê hîn bibe.

Di çalakiyên bîranînê yên meha Gulanê de wêneyên wî timî hatin hildan. Niha jî çalakiyên bîranînê bi navê Kasim Engîn tên lidarxistin. Hefteya dawî ya Meha Şehîdan meha Gulanê weke Hefteya Kasim Engîn e. Ji ber ku dibe asta dawî ya xeleka şehîdan ku 18'ê Gulana 1977'an çêbû. Bi vî rengî şehîdên hefteya dawî ya Meha Şehîdan di şexsê Kasim Engîn de tên bîranîn. Fedayiyên nemir ên Kayseriyê Êriş û Andok ji van şehîdan e.

Bêguman zehmet e ku mirov li ser şehîdan biaxive, binivîsîne. Ji ber ku ya ku divê bê gotin wan bi xwe gotin, ya ku divê bê kirin wan bi xwe kirin. Yanî xwe bi xwe îfade kirin. Lewma ya ku dikeve ser milê me ne axaftin an jî nivîsandina li ser wan e, ya ku dibe para me fêhmkirin û bicihanîna armancên wan e.

Lê belê dîsa jî girîng e ku her kes ya jê fêhm dike vebêje. Ji ber ku kûrahiya wateyê bi vî rengî dikare bê bidestxistin. Yên ku şehîdên leheng nas kirin divê ji yên nas nekirin re vebêjin. Ji xwe divê mirov ji her kesî bêhtir şehîdên xwe nas bikin û fêhm bikin. Ji ber ku jiyana rast ew bi xwe ne. Mirovên azad temsîl dikin. Xwe gihandine rastiye. Ji bo mirovên sax her tim mamoste ne.

Şehîdbûn nehêsan e. Kasim Engînbûn nehêsan e. Ji bo vê beriya her tiştî pêwîstî bi hêza kûr a wateyê heye. Mirov bi vî rengî dikare xwe bigihîne rastiya Rêbertî. Lê belê ev jî tenê têrê nake. Girîng e ku veguherîne hêza wateyê, baweriya jiyanê, yanî bi cih bêne anîn. Ya diyarker ev bi xwe ye. Ji bo vê jî pêwîstî bi wêrekî û fedakariyeke gelekî xurt heye. Şehîd van hemûyan temsîl dikin. Li ser vê bingehê ew şahidiyê ji rastiya heqîqetê û serketina wê re dikin.

Di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de kesayetiya Hakî Karer çima diyarker e? Ji ber ku ew mirovê destpêkê ye ku xwe gihandiye rastiya Apoyî. Yê ku destpêkê rastiya Rêber Apo dît, fêhm kir û qebûl kir. Mîna Mûsewiyê destpêkê, mîna Îsewiyê destpêkê, mîna Mûhammediyê destpêkê, ew jî Apoyiyê destpêkê ye. Lewma di pratîkê de her tim li refê herî pêş bû. Ji ber ku her tim li pêş bû, ji aliyê dijmin ve hate qetilkirin. Bi vî rengî veguherî garantî û hinceta serketina heqîqeta ku temsîl dikir. Mîna Hz. Alî.

Bêguman eger li cihekî Pêxember û Hz. Alî hebe, li wir milîtanên mezin, li wir fermandarên mezin hene. Mîna Hz. Hamza, mîna Tarik bîn Ziyad. Xwegihandina hev a Rêber Apo û Hakî Karer pêkhatina Rêbertiya dîrokî ye, ku li pey xwe pêşketinên gelekî mezin hişt. Meşeke azadiyê ya herî bingehîn a dîrokê dan destpêkirin û heqîqeteke nû ya şehadetê afirandin Milîtaniya fedayî û fermandariya şoreşger a bi rengê PKK'ê afirandin.

Karwanê şehîdan ê PKK'ê vê yekê îfade dike. Her asta bingehîn a xeleka şehîdan ji aliyê milîtan û fermandarên PKK'ê ve hatiye avakirin. Ji şehîdên berxwedana zindanê ya mezin heta Egîd û Zîlanan rastiya ku hatiye afirandin ev e. Kasim Engîn jî yek ji xelekên dawî yên bingehîn ên vê heqîqeta mezin e.

Wê demê rastiya Kasim Engîn xwedî taybetmendiyên bingehîn ên heqîqeta Apoyî ya mezin e. Pêwendiya van taybetmendiyan jî bi rastiya Rêbertî û şehîdan heye. Her wiha gelek tişt tevlî vê heqîqeta mezin kirin. Ev jî berhemên rastiya Kasim Engîn e ku tevlî têkoşîna azadiyê kiriye. Lewma gelekî girîng e ku ev tevkariya rastiya Kasim Engîn rast bê fêhmkirin û têgihiştin.

Bêguman şehîd jî mirov in, temsîla xawêna mirov in. Ji ber vê di jiyan û têkoşînê de li gel serkeftinên wan ên mezin, dibe ku şaşî û kêmasiyên wan jî hebin.  Mirov zêde îdealîze bike û rastiya şehîdan ji mirov qut bike, wê nehêle ku rastiya wan xweştir were fêhm bikin. Weke hostayên şoreşger gotî, mirovê şoreşger ne ew e ku qet şaşiyan nake, jixwe yên wiha qet nînin; mirovê şoreşger ew in ku şaşiyên mezin nakin, şaşiyên xwe yên biçû jî ji beriya her kesî dibînin û bi rexnedayinê bi ser de diçin. Rastiya şehîdan temsîla mirovahiyeke wiha ye. Weke gotina, ''Bila li ser kêla min deyndar binivîsin'' ya Xeyrî Durmuş, ku dema çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin 14'ê Tîrmehê dabû destpêkirin. Kasim Engîn jî bûye milîtanekî vê xeta şoreşger.

Rastfêhmkirina şehîdan û xwedî li wan derketin beriya her tiştî tê maneya ku mirov ji jiyana wan dersan bistîne. Di serê vê de jî mirov li ser xeta şehîdbûnê pêgirê doze, hine rêgezên sereke be. Hemû şehîd temsîla tevlêbûneke wiha ya li Rêbertî ne. Rastfêhmkirina şehîd û xwedîlêderketinê, li ser xeta Rêbertî tevlêbûneke li ser vê bingehê ye. Her wiha tê maneya ku mirov dersên pratîka şehîdan derxîne. Li ser xeta şehîdan rexnedayin tê maneya ku mirov ji vî alî ve hûr bibe û pak bibe. Kasim Engîn her demê pakbûne û çêbûneke ji nû ve her demê bi ser xistiye.

Di serê wan aliyên Kasim Engîn de bêguman ew helwesta wî ya zelal tê, ya li bara modernîteya kapîtalîst.  Hemû nîmetên wê yên sîqalkirî tehf daye, tercîha xwe li ser Kurdistanê û jiyana gerîla daye, yek ji xasetên diyarker ên Kasim Engîn ev e. Ev xasetê wî, welatparêziya wî ya kûr, gelparêziyê, azweriya li jiyana azad, hezkirina wî ya li mirov, enerjiya neqediyayî, coşî û kelecaniya wî daniy holê. Bi wî re bîreweriya kûr, tevgereke ku bi xuşexuşe  û hilberandêriyeke bêhempa afirandiye.  Bi moral û coşiyeke mezin jiyaye, têra xwe xebitiye û şer kiriye. Ti xebateke şoreşger, ti peywireke şoreşger nemaye ku bi ser nexistiye. Her demê karê tîmeke gerîla bi tena serê xwe kiriye.

Pir aşkere ye, gelek tişt hene ku em ê ji rastiya Kasim Engîn hîn bibin. Naxwe, di serî de ciwanên ku wî pir ji wan hez dikin, em hemû bêyî ku zêde bi derengî bixin divê tiştên ku divê bikin, hîn bibin. Keda Kasim Engîn li ser me hemûyan heye. Heke zêde ne li ber çav jî be rastî ev e. Jin û mêr, yixiyar û ciwan, her kes di nav vê de ye. Bi nivîs û kirinê xwe xwe gihandiye hemû derdoran û bandora xwe li ser wan kiriye. Naxwe divê mirov rast heqê vê keda şoreşger bide, bi asteke têrker divê mirov heqê vê kedê bide.

Helbet divê mirov banga ''Tolhildanê'' ya Kasim Engîn piştguh neke û ji bîr nekin. Divê em zanibin ku ev qewîtî li me hemûyan e. Nexasim di demeke wiha de ku dîktatoriya faşîst-qirker a AKP-MHP'ê hemû her tiştên li nav xweristê û civakê dikuje, divê mirov xweş zanibe ku bûyina bi mirovî bi rengekî serkeftî bi pêkanîna peywira tolhildana şoreşger e û bi vê çarçoweyê divê mirov bijî û têbikoşe.

Bêguman ne hêsan e ku mirov Kasim Engîn fêhm bike. Lê ji vê zotir e ku mirov bibe Kasim Engîn. Lê dîroka PKK'ê nîşan dide, ne nepêkan e ku mirov bibe Kasim Engîn, li ser rastiya Rêber Apo li ser xeta Hakî Karer be. Rastiya Kasim Engîn beriya her tiştî vê derfetê dibêje. Tevger û civakeke ku dikare Qasim Engîn biafirîne têk naçe. Bîranîna Kasim Engîn nemir e!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA