Pervîn Buldan: Em ê vê pêvajoya dîrokî bi hev re birêsin

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan destnîşan kir ku kongreya PKK’ê wê feydeyek mezin bide Tirkiyeyê û got, "Bi aştiyê re, êdî wê rêya demokratîkbûnê were vekirin."

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan a ku ji bo sersaxiya Sirri Sureyya Onder ê ku di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da hate Semsûrê, kongreya PKK'ê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.

Pervîn Buldan diyar kir ku ragihandina kongreyê dîrokî ye û got, “Bi rastî jî demek dirêj li benda vê kongreyê bûn û pêwîst bû. Birêz Ocalan di hemû hevdîtinan de li ser civandina kongreyê rawestiya û îro pêk pêk hat.”

'AŞTÎ WÊ BI HER KESÎ BIDE QEZENCKIRIN’

Pervîn Buldan anî ziman ku wê feydeyek mezin bide Tirkiyeyê û wiha domand: "Em jidil û can ji vê bawer dikin. Destpêka vê pêvajoyê di rastiyê de wê bibe sedema destpêkirina pêvajoya aştiyê. Biryara ku di rojên pêş de were ragihandin wê  vê yekê xurttir bike. Ji ber ku hîn daxuyaniya berfireh nehatiye dayîn."

Pervîn Buldan destnîşan kir ku aştî wê bi her kesî bide qezenckirin û wiha pêde çû: "Ez dibêjim bila ji bo Tirkiyeyê ser xêrê be. Bila ji bo hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn ser xêrê be. Ji ber ku em dizanin aştî wê bi her kesî bide qezenckirin; bi aştiyê re wê rêyên demokratîkbûnê werin vekirin. Ji bo demokratîkbûnê li benda vê bangê bûn.”

'SIRRI SUREYYA ONDER WÊ ARAM BE’

Pervîn Buldan da zanîn ku Sirri Sureyya Onder ê ku niha li sersaxiya wî ne gelekî li benda vê rojê bû û got: "Ez dixwazim Onder ê me yê hêja bi bîr bînim. Wî gelek hewl û ked da. Dibe ku wî ev daxuyaniya dîrokî nedîtibe, lê ez bawer im ku ew ê bi vê daxuyaniya dîrokî re li cihê li radizê wê aram be. Ez jidil û can ji vê yekê bawer dikim. Di rojên pêş de bi daxuyaniyên berfirehtir em ê vê pêvajoya dîrokî bi hev re birêsin.”