Tirkiye konferansa Kurdan bi dijminane pêşwazî dike

Kesên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin ji aliyekî ve qala xwişk-biratiya Kurd û Tirkan dikin û dibêjin bila PKK çekan deyne û ji aliyekî ve jî dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan didomînin. Bi vê zîhniyetê wê çawa xwişk-biratî çêbibe ?

Partiyên Kurdan û derdorên siyasî li bajarê Qamişloyê Konferansa Yekîtiyê li dar xistin. Ev konferans ji aliyê Kurdan ve bi giştî bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Gelê Kurd bi salan e li benda yekîtiyê ne. Kurdan gelekî şer kir, gelekî ser rakirin, bedêlên giran dan lê belêbi tu awayî yekîtî pêk neanîn. Sedemên pêknehatina yekîtiyê pir kêm tên zanîn. Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hatibû parvekirin.  Ev hêz li pêşiya yekîtiya Kurdan tim bûn asteng. Her wiha serhildanên Kurdan jî bi giştî perçe bûn û zêde belav nebûn. Rêbertî û birêxistinbûnên ku yekîtiya neteweyî ava bikin çênebûn yan jî derneketin.

Perçebûn û pêknehatina yekîtiyê hema weke çarenûsa Kurdan dihatin dîtin. Ev yek cara ewil bi pêşengtiya Rêber Apo hate têkbirin. PKK li Bakurê Kurdistanê ava bû lê belê bes li herêma avabûyî sînordar nema. Li hemû herêmên Bakurê Kurdistanê xwe birêxistin kir. Hemû bawerî û kesên ji eşîrên cuda di nava xwe de hewand û li dora xwe kom kirin. Di pêşengtiya ciwanên ronakbîr weke tevgereke sosyalîst xwe spart kedkar û bindestan. Ji ber tercîhên xwe yên îdeolojîk û çînî hemû beşên civakê hembêz kirin. Li gel pêngava Rêber Apo ya çûna Sûriyeyê jî PKK bi demê re bû partî û hêza pêşeng a çar perçeyên Kurdistanê. Li wan deran jî di nava gel de belav bû. Bi fikra xwe bandoreke mezin li rewşenbîr û ciwanan kir. Her çend partiyên weke PDK’ê ku nûnertiya serdestên Kurdan dikin,li pêşiya yekîtiya neteweyî dibûn asteng jî gelê Kurd karî yekîtiya xwe pêk bînin. Di bingeh û nava gel de yekîtî pêk hatibû lê belê di nava partiyên siyasî de hê jî yên ku berê xwe nedidan yekîtiyê û jê re dibûn asteng hebûn.

Gelê Kurd ê li Rojava bi piranîyekîtiya xwe pêk anî. Di berxwedana li hemberî DAÎŞ’ê de bi deh hezaran şehîd dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Li herêmên rizgarkirî rêveberiyên xweser hatibûn avakirin. Gelê herêmê hem xwe bi rê ve dibir hem jî ewlehiya xwedabîn dikir. Li Rojava hêza ku nedihişt yekîtîpêk were û li pêşiya rêveberiya xweser dibû asteng jî ENKS bû. ENKS jî di rastiyê de girêdayî PDK’ê yanî malbata Barzaniyan e. ENKS’ê li hemberî DAÎŞ’ê şer nekir. Li rex dewleta Tirk a dagirker sekinî.  Tevlî yekîtiya bi navê ‘’Lihevkirin’’ ya di bin kontrola Tirkiyeyê de bûbûn. Dema ku van çeteyan Efrîn û derdora wê dagir dikir ENKS jî di nava wan de bû. Tirkiye weke dagirker pênase nekir. Tim PYD û PKK sûcdar kirin û ew weke sedema êrîşan nîşan dan. Şerê xwe yê propogandayê li hemberî rêveberiya xweser tim domand.

Dema ku rejîma BAAS’ê hilweşiya ENKS jî li holê ma. Ji ber ku ‘’Lihevkirin’’ jî belav bû. Maf û statuyeke ku Tirkiye bide ENKS’ê tune bû. ENKS’yî destpêkê çûn Şamê lê belê destvala vegeriyan. Banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ li Kurdistan û seranserê cîhanê deng veda. Her wiha Rêber Apo PDK jî di nav de ji bo ku bi partiyên Başûr re hevdîtin bên kirin heyetek şand. Xwest wan jî tevlî pêvajoyê bike. Atmosfera erênî ya van hewldanan û hewldana hin dewletan kir ku PDK û ENKS jî beşdarî konferansa yekîtiyê bibin.

Di encama nêzîkatiyên partiyên Rojava yên erênî ENKS jî beşdarî pêvajoyê bû. Yekîtî ji bo gelê Kurd girîng bû. Dihat xwestin lê belê bi tu awayî pêk nedihat. Tiştên ku digotin nabe, pêk hatin. Ji ber vê yekê di nava gelê Kurd de ji bo hemû Kurdistanê hêviya pêkanîna yekîtiyê zêde bû.

Di vê konferansê de Kurdan nîqaşa bê ka ew li Sûriyeyê daxwaza rejîmeke çawa dikin, kirin û biryarên hevpar dan. Gelê Kurd statu û înkara berê qebûl nedikir. Dixwest li Sûriyeyeke demokratîk mafê xwe birêvebirinê bi dest bixe. Daxwaza wan a avakirina dewleteke cuda nebû. Pêşniyara wan a çareseriyê pêkvejiyana li gel nasname û çandên cuda bûn.

Mafxwestina gelekî ya ji ber hebûna xwe dubare ji aliyê kesên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin ve bi awayekî dijminane hate pêşwazîkirin. Rayedarên Tirk gef li Kurdan û Rojava xwarin. Ahmet Şara diyar kiribû ku nabe ev daxwaz werin qebûlkirin. Jixwe derdekî wan ê têkildarî demokrasiyê tune ye. Lê belê kesên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin ji aliyekî ve qala xwişk-biratiya Kurd û Tirkan dikin û dibêjin bila PKK çekan deyne û ji aliyekî ve jî dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan didomînin. Bi vê zîhniyetê wê çawa xwişk-biratî çêbibe û wê baweriya di navbera wan de pêk were?

Dewleta Tirk li Qibrisê ku giraveke biçûk e, tevî ku hemû cîhan li hember disekine jî dixwaze dewleteke Tirk ava bike. Ji bo ku ji wê giravê dewletekê ava bike ev pêncî sal in li ber xwe dide. Lê belê li hemberî xwerêveberina Kurdan e. Gelo a niha li Rojava li şûna Kurdan Tirk hebûna, yên weke Erdogan û Bahçelî dîsa parastina heman tiştî bikirana û li hemberî Tirkan gef xwaribana? Helbet na. Lê belê dema mijar dibe gelê Kurd, di dijminahiya xwe de tu tiştî li pêşiya xwe nabînin. HTŞ’ya ku cîhan bi metirsiyeke mezin lê dinêre û nêzîk dibe, tercîhî Kurdan dike. Dixwaze Kurdan bi destê HTŞ’ê û çeyetyên wê biçewisîne û ew zextê Kurdan bikin.

Gelo di nava HTŞ’ê de çend DAÎŞ’î hene û bersiva vê yekê kî dizane? Helbet kes nizane. Lê belê teqez e ku hejmara wan a di nava HTŞ’ê de gelekî zêde ye. Aha Tirkiye van hêzên paşverî û tarî li hemberî Kurdan tercîh dike. Li şûna wê divê zêdetir bifikirin bê ka wê xwişk-biratiya Kurd û Tirkan çawa ava bikin!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka