Kongreya dîrokî ya PKK’ê di manşetên cîhanê de ye
Kongreya dîrokî ya PKK’ê ku di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin, bû rojeva ajansên navneteweyî.
Kongreya dîrokî ya PKK’ê ku di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin, bû rojeva ajansên navneteweyî.
PKK’ê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hûrguliyên derbarê kongreyê de wê di rojên pêş de were parvekirin.
Ragihandina lidarxistina kongreya PKK’ê bû rojeva çapemeniya cîhanê. Ajansên nûçeyan ên navneteweyî yên wekî Reuters, Associated Press (AP) geşedanê kirin manşet. Bi taybetî kongreya ku hat diyarkirin piştî banga Rêber Apo pêk hatiye, di navbera pêvajoyên çareserî û muzakereyê de wekî geşedanekî balkêş hat şîrovekirin.
REUTERS
Ajansa nûçeyan a navendê wê Îngilîstan Reuters biryara kongreya PKK’ê wekî “ Piştî banga bêçekbûnê ya serokê PKK’ê yê li girtîgehê ‘biryarên dîrokî’ yên kongreya PKK’ê ya Kurd” weşand.
ASSOCIATED PRESS (AP)
AP’ê ya navend DYE’yê jî bi sernavê “Koma milîtan a PKK’ê beriya teyîtkirina belavbûnê biryarên ‘dîrokî’ girt” daxuyaniya kongreyê kir rojeva xwe.
https://apnews.com/article/turkey-kurds-pkk-peace-initiative-dd4c8df1784af1122ce27f51d334be16
RFI
Radyoya dewletê ya Fransayê jî bi sernavê “PKK ragihand ku ji bo feshkirina xwe, kongreya xwe bi awayekî ‘serkeftî’ pêk anî” nûçeyê da. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku kongre bi banga Rêber Apo kom bûye û cih ji bo sernavên sereke yên daxuyaniyên piştî kongreya PKK’ê jî hate dayîn.
COURRİER INTERNATIONAL
Ji çapemeniya Fransî di nûçeya Courrier International de jî hate diyarkirin ku PKK bi armanca aştiyê kongreya xwe ya 12’emîn pêk aniye.
Di nûçeyê de îşaret bi daxuyaniyên DEM Partî yên derbarê kongreyê û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hat kirin.
THE WASHINGTON POST
Rojnameya Amerîkî The Washington Post, geşedanê bi sernavê “Koma milîtan a PKK’ê beriya piştrastkirina belavbûnê biryarên dîrokî girt” da. Di nûçeyê de îşaret bi banga dîrokî ya Rêber Apo hat kirin û hat diyarkirin ku PKK’ê wê di rojên pêş de biryarên ku wergirtî bi raya giştî re parve bike. Her wiha îşaret bi hewcedariya verastkirinên ji bo serkeftîbûûna pêvajoya PKK’ê hat kirin.
EKATHIMERINI
Rojnameya e-kathimerini ya Yewnanîstanê, ajansa me ANF wekî çavkanî nîşan da û Kongreya 12’emîn a PKK’ê bi sernavê “PKK biryarên dîrokî wergirt” ragihand.
AL MONITOR
Al Manitor a DYE’yê bi manşetê diyar kir ku kongreya PKK’ê wekî bersiva banga Rêber Apo ya ji bo bidawîkirina şerê bi Tirkiyeyê re pêk aniye.
DEUTSCHE WELLE
Rûpela Tirkî ya Deutsche Welle ku saziya weşanê ya Elmanyayê ye daxuyaniya kongreyê ya PKK’ê bi sernavê “PKK: Me di kongreyê de biryarên dîrokî girt” da.
BBC
BBC ya navend Îngilîstanê jî di rûpela xwe ya Tirkî de got, “PKK’ê kongreya xwe kom kir: Biryarên dîrokî hat girtin.”
L’ORIENT-LE JOUR
L’Orient-Le Jour ya navend Beyrûdê destnîşan kir ku PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn bi awayekî serkeftî pêk aniye.
Gelek saziyên medya yên navneteweyî di nûçeyên xwe de ku ajansa me wekî çavkaniyê nîşan dan, daxuyaniya kongreyê ya PKK’ê ragihandin û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo derxistin pêş.