Mirov bi qasî ku li ser bingeha jiyaneke rast bi jiyanê re bûye yek, heye. Li warê ji jiyana rast û wateya mezin a jiyanê hêza rasteqîn xwe dide der. Gava ku rastiya dîrokê destpê dike ya ku hêzê li hêzê zêde dike, hingî mirov bi pey hestên wijdanî û lêpirsîna xwe bi xwe dike. Di vê rêyê de mirov dimeşe. Bêrawestan, mîna ku dixwaze bi lez û bez xwe bigihînê. Ji ber ku ya tu dide dû dîrok e, yên te ji dest dane, ya ku tu dide dû ew tişta tu dixwaze xwe bigihînê bi xwe ye. Gava dide pey lêgerînê, tu dibîne ku te wateya kûrahiya rastiyê bi dest xistiye, hêz tevlî hêza lêgerîna xwe kiriye. Daxwazên te, hewldana xwegihandinê cihê herî pîroz ê dîrokê ji xwe re kiriye dergah. Tu dibîne ku ji bo xwe bigihîne vê astê ji canê xwe jî wêdetir li tiştên hîn hêja geriya ye. Mîna xwedawend Zîlan.
Zîlan agirê pîroz hembêz kir û ber bi rojê ve bi armanca xwegihandina bêdawîbûna kûrahiya eşqê meşiya. Tenê bi hîskirinê xwedawenda bi agir re direqise dikare bê fêhmkirin. Divê bê fêhmkirin bê ew çi hîs dike. Rastiya ku xwedawend Zîlan da ser vê rêyê divê were fêhmkirin. Her wiha rê hemû me li rastiya Rêbertî û rastiya Kurdistanê rast tîne. Rabûna Rêbertî, rastiya Kurdistanê hîn bêhtir şênber kir. Ji ber ku jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna Kurdistanê ye. Vejîna Kurdistanê di nava rastiya me ya gel de jidayikbûna Zîlan, Bêrîtan, Mazlûm, Xeyriyan e. Ya bi esasî girîng ew e ku li cih û dema rast bûyîna xwe pêk bîne.
Mîna Mazlûm bi sê derbikên niftikê jinûve bûyîna ji xweliyên xwe, mîna Bêrîtan li zinaran bi baskbûyîn, mîna çaran govenda bi agir re û mîna Zîlan hembêzkirina agir... Ji bo xwedawend Zîlan bê fêhmkirin divê mirov xwe berde kûraliya dil. Xwedawend Zîlan hingî li çi fikirî? Çi hîs kir? Di dil û mejiyê wê de çi hebû? Di demeke bi vî rengî çawa xwe kûr kir, çawa biryar da vê çalakiyê bike? Ya ku ew ewqasî bi lez kir çi bû? Bersiva ji bo van pirsan dibe ku zehmet nebe, li pêş çavan e. Ew jî rastiya Kurdistanê ye...
Û ew kêliya ku li bendê bû hat. Di 30'ê Hezîrana 1996'an de Zîlan ji bo jinûve bûyînê bi rê ket. Dilxwaza azadiyê rastiya Zîlan derxiste holê. Zîlan bi çalakiya xwe dewleta Tirk hejand, li ser zimanan bû stran, bû nav ji zarokên nû ji dayik bûyî, bû hêvî ji mirovên bêhêvî bûn. Armanc serxistina kêliyê bû. Xwedawend Zîlan ku digot ew dixwaze bi çalakiya xwe bibe sembola berxwedanê ya jinên Kurd, ji bo dîroka Kurdan û jinên Kurd bû manîfestoya jiyaneke nû. Xwedawend Zîlan bi çalakiya xwe bû îfadeya herî mezin a daxwaza azadiyê ya gelê Kurd. Dîroka PKK'ê bi berxwedanên destanî dagirtî ye. Çalakiya Zîlan jî yek ji van berxwedanên destanî ye. Li dijî komploya ku dixwestin li hemberî Rêbertî bikin, Zîlan nîşan da ku têkoşîn tenê bi rengekî fedaî dikare bê kirin. Zîlan bû ispata wê yekê ku pêşiya têkoşînê bi fedaîtiyê dikare bê vekirin.
Dilxwaza azadiyê rastiya Zîlan raxist pêş çavan. Ya ku Zîlan kir Zîlan encama daxwaza azadiyê ye. Zîlan navê xwe li mejiyê bi milyonan mirovî neqişand û ji aliyê Rêber Apo ve weke 'manîfestoya jiyana nû' hate pênasekirin. Şopdarên Zîlan a bû manîfesto, pêl bi pêl ber bi wê ve beziyan. Hinek li çiyê, hinek li bajaran, hinek jî li zindanan di dema rast de bûn Zîlan. Heta ku yên bi pêşengiya Zîlan xwe gihandine sira fedaîtiyê hebin, em zanin ku PKK wê rojekê teqez bi ser bikeve.