Hefteya şermê, hefteya hetikandina ruhê Kurdayetiyê

Meha tebaxê ku destpêka wê xiyaneta li Êzidiyan e û dawiya wê jî çepeliya li hember Hewlêr û Raperînê ye, bi wê pêşwaziya berpirsên PDK’yê ya li Hakan Fîdan lekeyeke reştir û kirêttir lê zêde bû.

Çi qas meheke ecêb e tebax! Destpêk û dawiya wê çepelî û stûxwarî ye û naverasta wê jî şanazî ye. Ev yek rast ew çîroka Kurdan e, çîroka du xetên hevterîb ku lehengî li aliyekî û xiyanet û destikbûn li aliyekî din.

Vejandin û rakirina neteweyekê li aliyekî û tewandin û çemandin û kuştin li aliyekî din.

Eger ev alî Kurd be, ew aliyê din jî Kurd e. Tebax jî her çend naverasta wê ji ber yekemîn guleyê Egîd meha şeref û şanaziyê ye, 3 û 31’ê tebaxê jî şerm û stûxwarî ye.

Di roja 23 û 24’ê tebaxê de Hewlêrê mêvandarî li dijiminekî sondxwarî, terorîstekî bêrehm, Kurdekî ji pêşiyên xwe vegeriyayî, berpirsên PDK û hikûmeta başûrê Kurdistanê heta asta tewîn û çemînê pêşwazî li Hakan Fîdanê xwînmij kirin.

Kuştin, komkujî û jenosîd lûtkeya karesatê nîn e, berevajî wê yekê lûtkeya karesatê ew e ku qurban xwe li ber celad bitewîne û xencera wî bialêse; qurbaniyekî destdirêjiyê xwe qurbanî destdirêj bike, xwêdana wî paqij bike û jê re bibêje qewet be û dest xweş.

31’ê tebaxê anîna Be’sê bo Hewlêrê ne destpêk û ne dawiya xiyanetên PDK’yê ye. Dema ku tiştek digihîje lûtkeya xwe, divê têgehên din ji bo wê bên danîn. Tiştê ku di 23 û 24’ê tebaxê de qewimî, pêşwazîkirina li Hakan Fîdan, xwetewandina li ber wî, hetikandina ruhê Kurdayetiyê ye. Heman ew Kurdayetiya ku çendîn sal e PDK’yê xwe pê ve girtiye. Lê belê kesî bi qasî wê sivikî pê nekiriye.

Pêşwaziya li terorîst, kujer û xwînmijekî di bin navê siyaset û dîplomasiyê de rewabûnê dide wî. Eger siyaset û dîplomasî bê kirin, ew yek bi pîvaneke rûmetdar tê kirin. Lê belê ya ku ravekirina wê tune ye, du car hetikandina malxwê ye; rast di wexta wê serdanê de, ji Sîdekanê heta Pêncwênê ji hêla mêvan ve destdirêjî li xaka malxwê tê kirin lê deng bi malxwê nakeve.

Her sal di 31’ê tebaxê de xiyanetên PDK’yê tên bîra xelk û rikaberên PDK’yê, wekî ku tenê lekeyeke reş li ser eniya vê partiyê hebe. PDK çend sal in bêşermane wê xiyanetê jî bi şanazî difiroşe xelkê. Bi gotineke din neyar û rikaberên PDK’yê bi kurtkirina xiyanetên wê di 31’ê tebaxê de, mezintirîn xizmet jê re kirine.

Xiyanetên PDK’yê di temenê xwe yê 77 salan de, têra hemû rûpelên rojjimêr û hemû salan dikin. Lê belê derbaskirina asta xiyanetê wisa dike ku li ser destê vê partiyê hefteya hetikandina ruhê Kurdayetiyê û birîndarkirina kerameta neteweyekê were pîrozkirin. Heq e ku salane navbera 24 - 31’ê tebaxê wek hefteya stûxwarkirina neteweyekê bê bibîranin û nefret lê bê kirin.

PDK yan Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ku her çar kîteyên navê wê derewekî beloq û mezin e. Bi rastî Eşîra Dîktator a Nekurdistanî û Tûranî ye. Bihostek xaka Kurdistanê û pişta tu têkoşerekî Kurd nemaye ku xencera PDK’yê lê neketibe û navê wê cêwikê xiyanetê ye.

Rojane mezintirîn derew ji devê PDK’yê derdikevin û medyaya wê ya zebelah jî bi pereyê pîs ê nefta reş, rûyê wê yê reş spî û paqij dike. Lê belê tiştê ku di hefteya stûxwarî û hetikandina ruhê neteweyî de qewimiye, bes e ji bo eşkerebûna hemû derewên wê û avêtina PDK’yê bo derveyî xeleka Kurdbûn û Kurdayetiyê.