Encamên civîna NATO’yê

Tirkiye welatekî NATO’yê ye û NATO li Tirkiyeyê wekî Iraq û Sûriyeyê ne hêzeke derve ye, hêzeke hundirîn e. Ji ber vê jî têkoşîna wê ne ji derve, ji hundir e. Di civîna dawîn a NATO’yê de û di hevdîtinan de jî ev tişt xuya dibe.

Civîna NATO’yê ya ku her kes li bendê bû, di 14’ê Hezîranê de pêk hat. Hevdîtina Erdogan û Bîden a ku li Tirkiyeyê bûbû xumamiyeke mezin, di heman rojê de pêk hat. Hinek kes ji ber vê bûyerê gelekî kêfxweş bûn, hinek kes jî gelekî li ber ketin. Dawiya dawîn hemû kesan nerazîbûna xwe wekî nirxandina bûyeran danîn holê. Derket holê ku ji tişta xuya dibe wêdetir tiştekî din nabînin û tişta jiberkirî jî dubare dikin. Ji ber vê divê hin sererastkirin were kirin.

Bêguman civîna NATO’yê ya 14’ê Hezîranê ji civînên bi Trûmp re cihêtir bû. Bi kêmanî wisa xuya dike. Pergal, dîsîplîn û cîddiyetek xuya dibû. Bi civîna hevpar re, hin hevdîtinên du kesî jî hatin kirin. Hinekan vê civîna hevpar derxistin pêş, tiştekî bi navê ‘Vîzyona NATO’yê ya sala 2030’an’ danîn holê. Kesên wisa li bûyeran dinihêrin, rewşa heyî wekî ‘NATO xwe ji nû ve ava dike û destpêka ji bo dinyayê ji nû ve ava bike’ nirxandin. Di vê meseleyê de hinek kes pêş jî çûn, rewşeke wisa diyar kirin ku wekî kesên bi lez tevlî NATO’yê nebin wê li vê dinyayê tune bibin.

Hinekan jî ji civîna hevpar zêdetir, hevdîtinên du kesî derxistin pêş. Kesên wisa kirin, li ser xeta DYE bûyer nirxandin û diyar kirin ‘Bi Bîden re DYE vegeriya dinyayê’ Hinek kes ji vî tiştî gelekî kêfxweş bûn û hinekan gazin kirin ku ‘Bîden demokratîkbûn dernexist pêş’ A rast Bîden bi gotina ‘Em ne bi tenê li dijî Çînê, nizanim li hemberî kîjan tiştî jî planekê bi rê ve dibin’ xwestin vê bendewariyê bi cih bînin. Lê têgehên wisa xumamî bi kar anîn, gotina wan baş nehat fêmkirin.

Bêguman ne hewce ye, tişta di Tvyan de hatin temaşekirin, mirov li vir dîsa binivîse. Jixwe hemû kesan ji me zêdetir temaşe kirine. Ji dêvila ku mirov wêne bike nivîs, divê mirov li ser encamên tiştên xuya dibin û li ser encamên nayê dîtin bisekine, wê ev girîngtir û watedartir be.

Gelekî eşkere ye di hevdîtinên DYE’yê de ferqa Bîden heye. Hin tiştên ku berê Trûmp kiribû, a niha tên derbaskirin. Wekî bêpergalî, lixwefikirîn û mezinkirina tiştan. Bi Bîden re DYE dîsa cîddîyeta xwe ya burokratîk bi dest xistiye, hatiye asta ku baweriyê bide mutefîkên xwe yên NATO’yê. Ji ber vê jî civîna dawîn a NATO’yê dîmenekî zelaltir pêşkêş kiriye. Li ser vî esasî him bi giştî û him jî di asta du kesî de hin nîqaş hatine kirine.

Lê guherîn di asteke mezin de ye, ango tişta xuya dike. Mirov bi tenê li tişta xuya dike binihêre û wê eşkere bike jî wê ne nirxandineke xurt be. Di vir de mirov karibe li tişta xuya nake binihêre an jî bi gotineke berevajî wê, mirov karibe tişta bi çavan nayê dîtin bibîne. Ji ber ku mirov bi tenê li vî dîmenî binihêre û vî tiştî wekî veavakirina NATO’yê, vîzyona 2030’an û ew ê NATO dinyayê ji nû ve ava bike, binirxîne wê ne rast be. 

Ji ber ku ev têgeh nû di nav NATO’yê de nayên bikaranîn. Bi salan e tê bikaranîn lê tiştekî nû jî dernakeve holê. Ji aliyê din ve jî di nav NATO’yê de tu xebat tuneye ku karibe fikr û îcrateke wisa pêk bîne ku berê dinyayê bide hin deran. Berevajî wê krîz û kaosa modernîteya kapîtalîst zêdetir dibe. Ji ber vê jî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di warê leşkerî de di asteke qels de didome. Ne hêza DYE û NATO’yê heye ku dawî li vê krîz û kaosê bîne û ne jî îradeyeke wan heye karibin vî şerî bi dawî bikin. Nexwe NATO çawa vîzyoneke nû bi dest dixe û wê dinyayê li gorî çi ji nû ve ava bike? Gelekî zelal e ku li holê tiştekî wisa tune. Rêveberiya Seddam di serî de li Rojhilata Navîn hinek rêveberî hatin hilweşandin, lê rewşa yên li şûna wan jî li holê ye. Serbestbûna belavbûna sermayayê, kara zêde, ewlekariya wê, kapîtalîzma global a ku ji bo ewlehiya Îsraîlê dixwaze Rojhilata Navîn parçe bike, encameke baş nestendine. Berevajî wê Çîn û Rûsya yên ku dijberên NATO’yê ne, di serdema xwe ya herî xurt de ne. Di vê pêvajoyê de li hemberî xurtbûna Çînê DYE ketiye tirsa ku wê serweriya wê ji destê wê biçe, gelo wê NATO bi tena serê xwe çawa karibe dinyayê ji nû ve ava bike?

Wê ne rast be mirov li sedsala bîstemîn binihêre û bibêje ‘Va ye sî sal derbas bûn, wê rizgariya ji krîzê pêk were, wê kapîtalîzm xwe ji nû ve ava bike’. Lê sedsala bîstemîn wisa pêk hat lê ew tişt ne ji ber karakterê kapîtalîzmê, ji ber Şoreşa Rûsyayê ya di sala 1917’an d be ya ku xwe li vê şoreşa sosyalîst qewimand û nikaribû vê şoreşê pêk bîne. Ji ber ku îro jî tiştekî wisa tune, wê ne rast be mirov bibêje ‘Kapîtalîzm ji krîzê derdikeve, NATO dinyayê dîzayn dike.’

Bi heman awayî dema mirov li dijberiya DYE ya li hemberî Çîn û Rûsyayê jî binihêre û bibêje ‘Şerekî nû yê sar dest pê kir, em xwe vekişînin rewşa berê’ jî wê ne rast be. Erê îro nakokî û şerê DYE-Çîn û DYE-Rûsyayê zêde ye. Lê ne rast e ku mirov vî tiştî wekî dijberiya DYE-Sovyetê binirxîne. Ev dijberî ji dijberiya DYE û Sovyetê zêdetir dişibe, dijberiya Elman-Îngilîzan. Zelal e ku ev tişt jî wekî  ‘Destpêka şerekî nû yê sar’ nayê pênasekirin.

Berevajî vî tiştî divê mirov ev tiştên pêk hatine wekî zêdebûna nakokî û şerê di nav pergala kapîtalîst de, kûrbûna krîz û kaosê, domandina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ku belav dibe, hêzên pergalê nikarin ji krîz û kaosê derkevin, civîna NATO’yê jî wekî tevdîra ji bo pêşîlêgirtina hilweşandina pergalê bibiîne.  Divê were zanîn ku avakirina ji nû ve, bi tenê wê ji aliyê kapîtalîstan neyê kirin, bi kêmanî wê vî tiştî nikarin bi tena serê xwe bikin. 

Eger em bi taybetî bên ser rewşa Tirkiyeyê, cihê ku li nava NATO'yê ji Tayyîp Erdogan re tê veqetandin û hevdîtina dualî ya DYE û Dewleta Tirk, rewşa nedîtina bi çavan di vê mijarê de eşkere dibe. Ji hinekan bê wê bêje, 'Biden rêveberiya Tayyîp hilneweşand, demokrasî neanî Tirkiyeyê'. Bi rastî jî li hemberî vê ferasetê mirov mat dimîne. Feraset û bendewariya ku rêveberiya AKP-MHP'ê ji aliyê DYE'yê ve bê hilweşandin, li derveyî rastiyê ye. Her wiha bendewariya ku dibêje wê demokratîkbûna li Tirkiyeyê ji aliyê DYE'yê ve bê kirin, cihê matmayinê ye. Halbûkî sîstema ku DYE pêşengiyê jê re dike, faşîzma AKP-MHP'ê afirandiye û wê di çarçoveya berjewendiyên xwe de jî heta dawiyê bi kar bîne. Ji xwe ya ku hewl tê dayin bê kirin jî ev e.

Xuya ye, guman hebû ku DYE û NATO mîna ku li Rêveberiya Saddam û yên mîna wî kir, wê Rêveberiya Tayyîp Erdogan jî li hemberî xwe daniya û bi heman rêbazan hilweşanda. Halbûkî Tirkiye welatekî NATO'yê ye û Tirkiye ji bo NATO'yê mîna Iraq û Sûriyeyê hêzeke derve nîne, hêzeke navxweyî ye. Lewma têkoşîna li dijî jî wê ne ji eniyê be, lê ji hundir be. Ji xwe di civîna dawî ya NATO'yê û hevdîtinên dualî de jî ev yek hate dîtin.

Rabûna DYE û NATO'yê li ber Rêveberiya AKP-MHP'ê, bandora xwe ya li Tirkiyeyê kêm dike, berjewendiyên xwe lawaz dike. Dema derbasbûyî ev rewş ji aliyê rêveberiya Erdogan-Bahçelî ve bi hostatî û bi bandor hate bikaranîn. Eşkere ye ku di civîna dawî ya NATO'yê û hevdîtina DYE-Dewleta Tirk de ev rewş guheriye. Lewma DYE û NATO wê hîn bêhtir giraniyê bidin ser Tirkiyeyê, wê hîn bêhtir tevlî nava têkoşîna li nava Tirkiyeyê bibin. Di demeke nêz de wê bê dîtin ku ev yek ji bo rêveberiya AKP-MHP'ê baş be yan jî nebaş be.

Rewşa heyî bi rengekî şênber nîşan dide ku ji bo AKP-MHP ber bi dawiyê ve diçe. Li ser bingeha hevdîtinên dawqî, wê bi hevalbendên xwe re hîn bêhtir bikevin nava nakokiyên berjewendiyan. Ev yek jî ji bo hêzên demokrasiyê yên ku dixwazin dîktatoriya faşîst hilweşînin, wê hîn bêhtir firsend û derfetan biafirîne. Bêguman ev yek ji bo yên ku van firsend û derfetan dibînin, zanin binirxînin û dikarin bi hêza şoreşa demokratîk faşîzmê hilweşînin, ev rewş girîng û bi wate ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA