'Birêxistinkirina jiyana mirovan li gorî qezencê, desthilatdariya herî hov e' -II

Dîsîplîna heyî ne li gorî zanistiyê ye, lê li gorî jiyana bûrjûvaziyê ya li ser esasê qezencê ye. Aboriya ku li gorî qezencê hatiye avakirin, pirsgirêka herî kûr a civakê ye. Birêxistinkirina jiyana mirovan li gorî qezencê, desthilatdariya herî hov e."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di berhema xwe de ya bi navê "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk' hate weşandin, têkildarî çîna karker, talankirina kedê û pirsgirêkên aboriyê yên civaka Rojhilata Navîn nirxand. Me hin beşên ji vê nirxandinê kom kir:

"Dema ku krîza civakê û dewletê ya li Rojhilata Navîn dinirxînim, bi hesasiyeteke mezin hewl didim nekevim şaşitiyên berxwedan û rexneyên pênc hezar salî yên giştî, pênc sed sal û du sed salên dawî bi taybetî. Em nekarin ku bi vê hesasiyetê tevbigerin. Di vê mijarê de ne ji bo paşerojê, lê belê jiyana ji bo kevneşopiya berê gelekî hêja dibînim. Dîrok herî zêde ji bo vê yekê, zanistî û felsefeyeke pêwîst e. Dîrok qala miriyan dike, lê belê ji bo jiyaneke mirovî qalê dike. Divê baş bê zanîn ku yên hişmendiya xwe ya dîrokê tune be, jiyana wan a civakî jî bêwate ye. Pêwîste neyê jibîrkirin ku hişmendiya xwe ya dîrokî çiqasî hebe ewqasî jî xwedî jiyaneke bi wate ya civakî ye. Ne tenê ev yek; her wiha bi qasî wateyê, çiqasî ji aliyê avaniyên madsî û çandî ve dîrokê bijî, jiyana civakî jî ewqasî hêja û bi wate dibe.

Bêguman hem ji Hegel hem jî ji K. Marks wêdetir analîzkirina krîza civakî û dewletê ya heyî û çanda Rojhilata Navîn karekî zehmet e. Li dijî tecrûbeya du sed salên dawî ya hegemonya kapîtalîst a li ser herêmê, li hundir û derve gelek rexne hatin kirin, berxwedan hate nîşandan. Aliyê wan ê hevpar ew e ku bi ser neketin. Ji Îslama tundrew heta ya nerm, ji komunistan heta netewperestan, ji lîberalan heta muxafazakaran, gelek hêzan hewl dan rewşa dîrokî û rojane ya heremê analîz bikin û sîstemê ava bikin, lê bi ser neketin. Lewma bi karên ortantalîst ên ji ragihandina şaristaniya Ewropayê hatin kirin, vegotina her beşên civakê, her civakan li gorî jêdera xwe, ne kariye sentezeke felsefî ne jî teorî û pêşketineke siyasî ya azad a serketî biafirîne.

Pêkanîna sîstematîka şaristaniya demorkatîk di nav avê wateya rexne û berxwedanê de, weke rêya rast a heqîqeta civakî xwe ferz dike. Bi têrkerî eşkere bûye ku Projeya Rojhilata Navîn a ku hegemonya DYE'yê di salên 2000'î de bi lez kir, bi rengekî yekalî nikare karîger bibe. Asya Rojhilat û Başûrrojhilat û Emerîka Başûr dibe ku bi sîstemê re bibin yek. Lê belê sîstema ku bi rola şaristaniyê ya navendî ya dîrokî rabûye, nehêsan e ku bi sîstemê re bibe yek. Qutbûna bi temamî ya ji sîstemê jî nepêkan e. Ji xwe şaristanî ji vî alî ve, taybetmendiyên wan ên qutbûn û yekbûna bi temamî, kêm in. hewldanên jinûve avakirina sîstemê ji hewldana avakirina li Girava Gronlandê bêhtir bi wêde naçe.

Şaristaniya Demokratîk hem ji aliyê dîrokî û kevneşopî ve hem jî ji aliyê rojane ve di şert û mercên kûrbûna krîzê de bijarteyeke ku wê girîngiya xwe bêhtir bide hîskirin. Jinûve avabûnên bi çarçoveya netewe-dewletê, xwedî wê karakterê ne ku krîzê timî girantir bikin. Rastiya çandî ya herêmê hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve di nava nakokiya diyalektîk a netewe-dewletê de ye, ya ku diqewime jî mîna çalakbûna volkanan e. Çi şîrketên kapîtalîst çi jî dewletên netewe, bi qasî mîrîtiyên herêmî yên bi hezaran salî di dîrokê de hebûna wan dewam kir, xwedî roleke çareseriyê nînin.

LI NAVA CIVAKA ROJHILATA NAVÎN PIRSGIRÊKÊN ABORÎ Û ÎDEOLOJÎK

Pirsgirêka aborî bi esasî bi dervehiştina jinê ji aboriyê dest pê dike. Aborî bi xwe jî her tiştên têkildarî xwedîkirinê ye. Li gorî polîtîka-aborî (Kapîtal a K. Marks jî di nav de) hilberîn, qezenç, rant, faîz û muçêyên li gorî bazarê, mijara bingehîn a aboriyê ne. Ne li gorî zanistiyê, lê belê li gorî jiyana li ser qezenca bûrjûvaziyê, dîsîplînek heye. Jiyana civakî ya aborî ya li ser bingeha qezencê, pirsgirêka herî kûr a civakê ye. Sererastkirina jiyana mirovan li gorî qezencê, tê wateya desthilatdariya herî hov. Pênaseya Biyo-desthilatdarî vê rastiyê îfade dike.

Di herikîna dîrokê de civak hemû her tim bi gumanbarî hêzî komkirina mal û pereyan a li derveyî pêwîstiyên mirovan nihêrî ne. Her ku firsend dîtine jî ev danhevî li hewcedaran belav kirine. Dema ku komkirin û danhevî ne li hemberî felaketan, lê belê ji bo dewlemendkirina hin kom û kesan hate kirin, hingî dibe hedefa darizandina exlaqê û ne belasebep e ku bi şêweyê 'nebaş' hatiye dîtin. Jiyana mirovan pîrozmendî ye, lewma radestkirina vê pîrozmendiyê ji danhevkaran re, bêexlaqiya herî mezin hatiye destnîşankirin. Ya ku modernîteya kapîtalîst bi hezaran xalên hiqûqê û rêbaza hêzê dixwaze rewa bike, ev tişt e.

Divê vê xusûsê careke din destnîşan bikim, ku heta xizmetê ji pêwîstiyên xwedîkirin, lixwekirin, ragihandin û stargehê yên mirovan re bike, rabûna li ber bazarê û bikaranîna wê weke amûreke fetîşîzma metayê, nirxandineke hevgirtî nîne. Lewma bazar pêwîst e û amûreke aboriyê ya baş e. Ya ku li ber radibin ev nîne. Ya ku li ber radibin ew e ku di ser bazarê re bi buhayê bê lîstin û li aliyê din jî ji ber mesafeyên dûr, sîstema qezencê ya zêde yanî rabûna li ber kapîtalîzmê ye. Antî-kapîtalîst tê wateya rabûna li ber vê sîstemê, rabûna li ber her tiştên ku vê sîstemê li ser piyan dihêle. Rastiya bazarê li derveyî vê çarçoveyê ye. Yekdestên sermayeyê her tim bi buhayan dilîzin û bi vî rengî derfetên qezencê zêde dikin, lewma li pêşiya avabûna guhertineke adîl û baş a li bazarê dibin asteng. Yanî kapîtalîzm tenê antî-aborî nîne, antî-bazar e. Eger ne bi vî rengî bûya, gelo wê karîbûya ku bi lîstikên fînansê û krîzê jiyana civakî timî ser û bin bikira? Li gel pêşketina zanistî û teknîkê, di serî de zêdebûna nifûsê ya zêde, bêkarî, xizanî û tunekirina hawirdorê, wê ewqas pirsgirêkên ku gefê li mirovahiyê dxiwin vê demê ewqasî mezin bibûya?

DEMA KU JIN LI DERVE HATE HIŞTIN, ABORÎ VEGUHERÎ GIRÊKA PIRSGIRÊKAN

Mijareke tê fêhmkirin e ku jin di navenda aboriyê de cih digire. Ji ber ku zarokan tîne dinyayê û xwedî dike. Gelo jin ji aboriyê fêhm neke wê kî jê fêhm bike? Di dîroka şaristaniyê de bi giştî, di nava modernîteya kapîtalîst de jî bi taybetî; dema ku jin li derve hate hiştin, aborî veguherî girêka pirsgirêkan ku mêran li ser gelekî lîstin. Ev lîstika ku pêwendiya xwe bi aboriya xwezayî nîne, tenê ji bo qezencê di serî de jin hemû hêzên aboriyê kontrol dike, bû sedem ku her cûre hiyerarşî, desthilatdarî û hêzên dewletê mîna girêkekê li ser civakê mezin bibe û gihîştiye wê astê ku xweragirtin nema lê dibe.

Piştî jinan, di serî de cotkar, yên pêwendiya xwe bi aboriya rastî re hene; şivan, zanaatkar û bazirganên biçûk ji aliyê desthilatdariyê û amûrên yekdest ên sermayeyê ve gav bi gav ji desthilatdariyê hatin dûrxistin û bi vî rengî atmosfereke xenîmetê hate afirandin. Em bi mijareke welê re rû bi rû ne ku pêwîstî bi ronîkirina wê heye. Lewma, pêvajoyên şaristaniyê yên ku qadên jiyana aborî û hêmanên wê talan kirine, çawa rewa bûn û gihîştin vê serdemê? Hêzên ku aboriyê tasfiye dikin çawa çêbû ku weke faktorên bingehîn ên aboriyê hatin pêşkêşkirin? Di nava civaka Sumer de dema ku xweda hatin afirandin ji vê bêhtir radestîn bûn. Li gel van hemû rexneyan, K. Marks haya xwe ji hovîtî û felaketa kapîtalîst hebû ku bi navê aboriyê dihate pêşkêşkirin. Lê belê di demeke welê de ku modernîteya kapîtalîst hegemonya xwe ava dikir, ewqas jê dihat ku analîz bike û çalakiyeke şoreşgerî bike.

Cihêrengiya girîng a li nacva civaka Rojhilata Navîn de ew e ku zêdehiya aboriyê bi destê dewletê hatin çêkirin. Dema ku mirov bibîne di nava şaristaniya Ewrpoayê de jî qezenca bêyî dewletê xeyaleke, wê bê dîtin ku dewlet di dawiya dawî de xwediyê rewa yê bermahiyên civakî ye. Xwe mîna xwediyê milk dibîne ku ev yek bi têra xwe têrê dike. Ji bilî dewletê qalkirina qezencê ji bilî xapandinê nayê ti wateyê. Dawiya dawî dîroka şaristaniyê dîrokeke antî-aboriyê ye. Pirsgirêkên aboriyê hemû encameke vê nakokiyê ne. Çîna serdest çiqasî destê xwe ji ser bajar û aboriya dewletê vekişîne, bi gotineke din biçûk bibe û aboriyê radestî berpirsyarên xwe yên rastî bike, pirsgirêkên aboriyê jî wê ewqasî çareser bibin. Ev tespîta ku ji bo aboriya global radest e, ji bo jiyana aboriyê ya Rojhilata Navîn hîn rasttire.

ÇARESERÎ DI RÊBAZA VEGUHERÎN Û ŞOREŞGERÎ DE YE

Di serdema heyî de pirsgirêkên civakî yên giran vediguherînin pirsgirêkên îdeolojîk. Dibe ku ji ber baweriya wan a bi çareseriyek ehêsan a pirsgirêkê ev yek tê kirin. Zindîkirina îdeolojiya Îslamî nîşaneya hebûna zêdebûna pirsgirêkên civakî ye. Ji ber ku pêwendiyeke rasteqîn bi pirsgirêkên civakî re nayê danîn, îdeolojiyên modernîteyê weke amûra çareseriyê pêşkêş dikin. Serneketina îdeolojiyên hem kevneşop (olî) hem jî modern (lîberalîzm, netewperestî û sosyalîzm) pêwendiğya xwe bi wê yekê heye ku pirsgirêkên civakî bi rengekî rast nîşan nadin. Çareserî bi rêbaza veguherîner û şoreşgerî hem di gotinê hem jî di çalakiyê de bi jiyana rast dibe.

Sibe: Kapîtalîzm ruh û mejiyê sîstemê ye