‘Rejîmeke wiha ya di dîrokê de mînaka wê nîne li pêşberî me ye’- I

Rejîma talanê ku bi qasî di dîrokê de nehatî dîtin talokeyê li ser nebat, ajalan, mirovan û atmosferan jî çêdike, heke hê jî li ser jiyanê weke şevreşê serwer be, ev nîşan dide ku di eniya dijber de kêmasî û şaşîyên cidî hene.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di berhema xwe de ya bi navê ‘’Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’, bi rengekî berfireh li ser destpêka şoreşa sinayî, bidirûvbûna pergala kapîtalîst û kêmasiyên têkoşîna çîna karker û pêşniyarên çareseriyê disekine, ku ev berhema pirtûka çaran a ‘Manîfesyona Şaristaniya Demokratîk’’ e û sala 2009’an li girava Imraliyê ya ku lê hêsîr e nivîsiye.

Ji ber 1’ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkaran me hin beşên balkêş dane hev:

 ‘’Em pê dizanin ku Karl Marks dixwaze berhema bi navê Kapîtalê weke berhemeke mînak ava bike ku felsefeya Hegel ya ku li ser seran disekine, li ser lingan bide rûniştandin. Marks ji bo vê hewl daye ji ramana serdema xwe bi du aliyan sûd werbigire. Pêşî, hewl daye ku ji teoriya Darwîn a peresanê teoriya civakî ya li ser xeteke rast tim bi pêş ve diçe ava bike. Yek ji damarê sereke ya ya milê materyalist a felsefeya pozîtîvîst ev e. Ji Helgel jî bi navê têgîna ‘nasînê’ diyalektîka wî standiye ku rê li ber teoriya homojen û herî kariger a dîrokê ya ‘zilamê xurt û kone’, vekiriye. Di dubendiya efendî-kole de bi lîstandina rola efendî ya li kole (karker) jê weye ku felsefeya Hegel li ser piyan daye rûniştandin; bi vî rengî bi navê ‘materyalîzma dîrokî’ jidil jê bawer kiriye ku bi Hegelgiriya çepgir ketiye rêya heqîqetê û ‘zanîna civakî’ ava kiriye, bi kêmanî ji bo vê destpêkeke cidî kiriye. Sûdwergirtina ji sosyalîzma Fransî û ekonomi-polîtîkaya Ingilîz di plana duyan de bi rola xwe rabûye. Geşedana diyalektîk piştre zelal kiriye ku sosyalîzma Fransî bi kêmanî dibe komarparêziya laîk, ekonomi-polîtîkaya Ingilîz jî takekesparêziya liberal a kapîtalîst.

Felsefeya Hegel girîng e û hê jî rojane ye. Weke felsefeya serheviya kapîtalîst û dirûvê hêzê bi rastî jî hê li asta jor e. Ev gotina dawî ya pergalê ye. Piştre ya ku li ser navê felsefeya rastgir û çepgir hatî kirin ji bernameya xebatê û propandayê ne wêdetir e. Her cure îdeolojiya Marksîst, liberal û konservatîv jî tevlî vê ye. Fîlozof F. Nîetzsche ekoleke cihê ye. Li gorî bîr û baweriya min Nîetzssche ‘qêrîneke’ serhildanê ya rasteqîn e ku derketiya pêşberî şevreşka pergala kapîtalîst. Negihaştiye ku bibe encam ku weke pergala azadiyê ava bibe. Dema Şerê Cîhanê yê Duyan ekola felsefeye ya Fransî xwe li vê peywirê ceribandiye lê serkeftina wê qels maye.

Xebata sereke ya ku Hegel kirî ew e ku îfadeyên çanda madî û mantewî ya heta serdema xwe, derbirînên wê (dîn, hüner, zanist û felsefe) tomar kiriye û senteza wê kiriye. Sala 1800’î dibe dîroka temambûyî ya kullîyeta ku dibe kevirê hîmî yê feslefeya netew-dewletiyê. Ev her wiha dîroka teqezbûyî yahegemonyaya Rojava ya kapîtalîst e. Fenomena ku jê re Şoreşa Sinayî yê gotin jî bi deqa vê dîrokê ye. Hema hema du sed sal di ser re bihurîne. Hegemonyaya şaristaniyê ya Ewropayê serdema fînansê ku pêla mezin a sêyan ya cîhanîbûnê ye bi krîzeke girana cîhanî xwe hazir dike ku li paş xwe bihêle.  Hegemonyaya kapîst ku jê re Kapîtalîzma bazirganî û mêtingerî (Sedsala 15-18), kapîtalîzma sinayî û emperyalizm (sedsala 19’e), kapîtalîzma fînansî û cîhanîparêzî (sedsala 20’an) tê gotin û di nav xwe qonax bi qonax e, di qadên derbirînê yên çanda madî û manewî ya Hegel de, êdî dema wê hatiye ku jê were qevaztin. Krîzên dawî yên fînansî yên salên 2000’î îflasa avanî ya kapîtalîzmên nîşan didin. Ji bo ku ev wiha bibe ya kêm xebatên felsefî yên antî-Hegel û têkoşîna siyasî ya pratîk e.

 

REJÎMA TALANÊ WEKE ŞEVREŞEKEKÊ SERWER E

Di dîroka van dused salên dawî de rexne û çalakiyên li dijî çanda madî û manetewî ya şaristaniya navendî ya pênc hezarî bi teqezî kêm nabînim. Sosyalîzm, anarşizm û her cure berxwedana çandî jî di nav vê de. Her wiha bizavên ekolojist û femînîst ên serdema dawî hêja ne. Lê dîsa jî heke rejîma talanê ku bi qasî di dîrokê de nehatiye dîtin talokeyê li ser nebatan, ajalan,  mirov û atmosferan çêdike û ji parçeyên kaxezan kara zêde pêk tîne û weke şevreşkê bi rengekî ji xwe bawer hê jî serwer e, ev nîşan dide ku li eniya dijber kêmasî û şaşîtiyên cidî hene. Di ti serdema dîrokê de mirov ev çendî li zilmê û kedxwariya nehatiye banîn.

Çanda Rojhilata Navîn ku ketî ber hegemonyaya dused salê dawî ya şaristaniya Ewropî ku her diçe geş dibe, ji îflasê jî wêdetir ketiye ser xeta xwekuştinê. Ev ne zêdekirin e. Rastiyek e ku ji Hindîstanê heta bi Çîn û Efganîstanê û peravên Okyanosa Atalayê li wan qadan ku ketin ber bayê vê çanda ku berbelav bûyî çalakiyên xweluştinê dibin. Ji kêmbûn û pirbûna çalakiyê bêtir analîza çanda di hîmên wê de dikare ya heyî bibêje. Vegotinên çandî yên rêz û rêçikî (dînên Ibrahîmî yên yekxwedayî) hevnegir in. Her wiha vegotinên oryantalist ên şaristaniya Rojava jî ne xwedî wê hêzê ne ku vê krîzê û diyadeya xwekuştinê vebêjin. Bi ser de, ew bi xwe bir ola sedem û encama vê kriz û xwekuştinê ne, parçek ji vê ne.

KARKER NE WEKE KAPÎTALÊ VEGOTÎ YE

Di serî de ceribandina sosyalîzma reel ya Sowyetê û Çînê, ji ber du sedemên girîng ku bi pratîkî jî hatine piştrastkirin tê fêhmikrin bi van encaman re hevrû bibin. Ya pêşî, avakirina pozîtîvîst a teoriya ked-nirxê ye. Liv ir, dema xebatê ya rojane ya karker weke pîvana rasteqîn a nirxê tê diyakirin. Ji hêla dîrokî û civakî ve karkarekî wiha nîne. Fenomena ku jê re ‘karker’ tê gotin ne mirovê pêkhatî ye, a rast, weke ku tê gotin, ne weke ku di Kapîtalê de pênaseya wê hatiye kirin. Mirov-takekesê wiha nîne. Heke mirov civakî be, karker ti caran weke ku di Kapîtalê de tê behskirin ava nab.e Ji bo ku teoriya ked-nirxêya Marks rastiyê vebêje, beriya her tiştî divê takekes ji civakîbûnê derkeve holê. Lêkolînên sosyalist ên heta niha çespandina ku mirov bêyî civakê nikare hebe. Hem jî têra xwe.

Ji ber ku vê rastiya hêsan dubare dikim pir hêrsa min radibe. Heke mirov civakî be û ji bo ku civakî ye dîrokî be, naxwe ne pêkan e ku ked-nirx were pîvandin (heqdest, kar, rant û faîz) Ji ber ku nikare were pîvan  ku civakîbûn kîjan dîrokê û bi keda kumulatîf a kê hatiye avakirin. Ji ber ne pêkan e ku keda avakir a di civakê geriyayî ji hêla çendanî û çawaniyê ve were zanîn a rast ji ber vê nikare were pîvan. Civak bêguman bi keda takekesî ya ku hijmar û çawaniya wê ti caran wê nikaribe were pîvan, seraqet bi civakîbûna vê wava dike, ew bi xwe jî beşek ji vê keda tîr û sazûmanîbûyî dide takekesê xwe, mînak karkerekî xwe û wî dike mirov. Di serî de saziya malbatê, pêvajoya dîrokê ya nivîskî jî nikare bihayê vê kedê lêbike. Heke em pîvake dadmend a kedê dixwazin, divê em hmeû serhatiya civakî ya mirov li hesêb bixin.

PARA HEQDESTÊYA ZANÎNA KU KARKER ANÎ EM Ê ÇAWA HESAB BIKIN?

Ya ku lê şaş dimînim ev e: Di serî de Markîst, ev qas fîlozofên ku ji kedê dixwin,û milîtanên kedê çawa bû ku ev rastiya hêsan ji xwe nekirin mijara lêfikirandinê? Carinan heke kiribin jî çima encameke dadmend jê dernexistin? Mirov dikare ispat bike ku tenê keda dayikekê ji heqdesta çil salî ya karker hêjatir e. Mirov wê çawa bikaribe para heqdestê ya dîroka ku ew karker anî cîhanê, ya wê felsefe, dîn, huner û zanistê bipîve û bide? Ez dibêjim qey mirov nikare bibêje xwedî miriye û xwe ji nav derxîne. Ez dibêjim qey yek ji rêgeza sereke ya sosyalîzmê ye ku xwediyên kedê nemir in. Naxwe li ber ronahiya vê pênaseya kurt jî pirsa karker û heqdest ji vegotinên mitolojik wêdetir ne tiştekî dî ye.

Ji ber vê wê ya herî rast be ku mirov bibêje felsefeya pozîtîfist weke diyardetiya herî req, bi halê materyalist weke metafîzîka herî qof pênase bike. Rexne û rexnedayina kûr a têkilî ‘civakzanîn’a pozîstîvîst a Marksîst divê di vê kategoriyê de were geşkirin .Rola sereke ya since civakî jî di vê mijarê de derdikev pêşberî me. Ji hêla sincî ve normên başî û nebaşiyê, her demê, qentala dadê ya keda civakî ku nayê pîvan, pêk tînin.  A rast jî ev e. Pozisyona sînordar a li ser teoriya since ya Marksîzmê, bi ked-nirx û hişmendiya heqdestê re rasterast têkildar e. Bi hêsanî feşkişlîna sosyalîzma reel, ji ber sedema ku ji hîmê sincî bêpar bû, vê roleke girîng lîst û ev bêhtir fêhmkirin, hem jî dibe yek ji hêmana sereke ya rexneyê. Hêmana girîng e ku divê were diyarkirin rêya xilasiya civakê ya ji kapîtalîzmê ji sendîkatiyê û pratîgiriya dewletê bêhtir bi civaka sincî û polîtîk e.

Şaşîtiya mezin a duyan a Kapîtalê ya pirtûkê û pênaseyên têkilî pergala kapîtalîzê ew e ku têkiliya diyalektîk a desthilat û hîyerarşiyê, ji ber vê ya zor û nirxê-zêdek rat nehatiye danîn. Hemû çavdêriyên li ser civaka dîrokî, di serheviya hemû zêdekên civkaî de yên derveyî hewcehiyên mecbûrî zor bi roleke diyarker rabûye. Ti zêdeyeke civakî ya ji zorê bêrî nîne. Di bi nhemû hincetên avakirinê yên hîyerarşî û desthilatê de, desteserkirina serheviya civakî heye. Hemû desthilatên ku hatine avakirin bi rengekî nerasterast û rasterast bi serheviyê re têkildar in.

Heke em hê bêhtir razber bikin piraniya desthilat û hîyerarşiyan keda civakî ya civiyayî ye. Ne pêkan e ku mirov desthilatê ji keda civiyayî û sazûmanî bûyî qut bike. Hê ji serdema nêçîrvanî û berhevkariyû ve, ji nirxê hewldanê yê ku ‘zilamê xurt û kone’ di serî de jin çav berdayî civakên klanê, heta bidestxistina bermayên civakî yên geşbûyî yên li ser bidirûvbûna netew-dewletê ku weke rêxistina zorê ya kapîtalîst e, ti serhevî ne bi hêzê ye ku ji desthilatê bêrî pêk were. Pêvajoya şaristaina navendî ya pênc hezar salî bixwe serheviya civakî ya sazûmanî ye. Piranî serheviyên civakî ye ku bi şerên bi hovîtî, bi saziyên hêzê û bi dewletan tê rêvebirin.

BEREVAJÎKIRNÊN BI ZANEÛN Û VEGOTINÊN MÎTOLOJÎK

Nehîneteke propaganda û derew e ku hin akademîsyenên sosyalist kapîtalîzmê weke, ‘’li derî saziyên dewletê, li ser hîmê bazarê bi yekbûna dildarî ya patron-karker, şêwaza pêşî ya hilberînê’’ pênase dikin. Şêwazeke wiha ya hilberandinê nÎne. Berevajî, di dîrokê de nirxê-zêde yê bi hîmê zora herî geş bûyî û sazûmanbîbûyî, pergale ku şêwaza serhevkirinê ava kirî, hê zêdetir kapîtalîzm e. Bila hemû dîrok were qulopilo kirin: Ji bermayên civakî yê pêşî yên Sumer û Misriyan ên li ser çandiniyê bigirin heta bi serheviya baziganî û sinayî hemû serhevî bi kontrola jidiyayî ya desthilat û hîyerarşiyê û rêveberiya îcrayê ye. Di derdorên wiha de ku amûrên zorê lê ne sazkar in, rastiyeke wiha ya civakî ye ku dikare bi rehet were dîtin ji pereyan bi destxistina pereyan ango faîz nabe. Dîrok ji vî alî ve domdar û serhevbûyî, weke rastiyeke ku weke zincîrê bi qada civakî ve girêdayî dikare were pênasekirin. Li gel ku dîroka kapîtalîzmê rastiya ku li ser vê mijarê herî xweş tê zanîn vedibêje jî, vegotinên kapîtalê, bi piranî ji vegotinên mitolojik ên bi zanebûn hatine berevajîkirin û propandayê ne wêdetir in.

Ji niyeta Marks û Markîstan mirov gumanê nabe. Lê avakirina desthilat-dewlet-ked-nirxê weke kapîtalîzma dewletê ji kapîtalîzma liberal zêdetir xizmet ji pergalê re kiriye. Bi tena serê xwe ceribandina Çîn û Rûsyaya Soweyatan jî ji bo çespandina vê bes e. Hegelkirina rastiya gir netew-dewletiya Ewropa û Elman aniye, Hegelgiriya Çepgir jî di serî de Rûsyaya Soweyetan û Çîn, netew-dewletên derdorê aniye. Di encamê de herdu jî bi netew-dewletiya kapîtalîst re bûne yek û ez dibêjim qey mirov nikare înkar bike. Her çendî hejijî be, hê jî ya ku orjane dijî felsefeya dewletê ya Hegel e.

Li dijî vê pergalê ku weke modernîteya kapîtalîst tê pênasekirin di serî de ya anarşist, rexneyên feminist û ekolojîstan girîng e. Lê divê were fêhmkirin ev rexne ji ramanên çîna navîn ya di krîzê de nebihurîne.

Sibe: Desthilata herî hovane ye ku jiyana mirova li gorî kar ava bike