Bakirhan: Peymana li Sûriyeyê gelekî girîng e, li gorî bangê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku peymana li Sûriyeyê gelekî girîng e û li gorî banga Rêber Apo ye.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku peymana li Sûriyeyê gelekî girîng e û li gorî banga Rêber Apo ye.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî eşkerekirina deklarasyona Newrozê ya li Deriyê Mêrdînê yê li navçeya Sûr a Amedê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Bakirhan, ji bo pirsa “Gelo wê siyasetmedarên derveyî welat vegerin an na?” wiha bersiv da: “Em dixwazin pêvajo bi ser bikeve û hevalên me yên li Ewropayê dîsa vegerin. Pêvajo hêj nû ye û wê giran bimeşe. Em qala meseleyeke 200 salan dikin. Heke ev meseleye çareser bibe dê pirsgirêkên we pirsî jî çareser bibin.”
Têkildarî pirsa der heqê mutebeqeta di navbera Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera de jî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Ev mutebeqeta li Sûriyeyê girîng e. Beriya her tiştekî nîşaneya wê ye ku dê rejîmeke yekperest tune be. Di wê mutebeqetê de avakirina Sûriyeyeke demokratîk tê vegotin. Em vê mutebeqetê erênî dibînin.”
Têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî Bakirhan wiha got: “Ev, meseleyên teknîkî ne. Birêz Ocalan peyama xwe ragihand. Peyam pir zelal e. Got; ‘Bila têkoşîneke xurtir, dînamîktir were dayin lê bila têkoşîn li ser zemîneke demokratîk were dayin û şer û çek tune bin.’ Ev gelek girîng û biqîmet bû. 50 sal in di rojeva Tirkiyeyê de pevçûn û tundî heye û guherîna vê rojevê bi tena serê xwe ji bo 85 milyon hemwelatiyan pir biqîmet e. Hêvîdarim ji bo vê bangê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Weke siyaseta demokratîk em hewl didin berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Em hewl didin aştiyê civakî bikin. Di vê çarçoveyê diçin serdana hemû dînamîkên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê û qîmeta wê vedibêjin.”
Ji bo pirsa “Hûn ê biçin serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan na” jî Bakirhan ev bersiv da: “Bawer bikin avakirina Sûriyeyeke demokratîk dê herî zêde bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Dê bi gelên li wir û herêmê bide qezenckirin. Ev mutebeqet di heman demê de li gorî banga birêz Ocalan e. Hêvîdarim mîna li vir li wir jî bi ser keve. Di serî de Tirkiye û Sûriye, bila ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe modela zemîneke demokratîk. Şandeya me difkirî ku biçe serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî van daxuyaniyan ev yek hêsantir bû, baştir bû. Girîng e ku em nêrînên aliyên ew mutebeqet îmze kirin guhdar bikin. Geşedanên gelek girîng dibin.”
Bakirhan, got ku ji Herêma Federe ya Kurdistanê û dîasporayê gelek rewşenbîr, hunermend, nivîskar û kesên naskirî vexwendine Newrozê.
Herî dawî jî Bakirhan got ku aştî ji bo xêra hemû welatiyan e û ew ê ji Behra Reş heta Trakyayê û tevahiya Tirkiyeyê hewl bidin peyamên aştiyê bigihînin gel.