Di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Mihemed El-Colanî (Ehmed El-Şaraa) ku weke serokê desthilata demkî ya Sûriyeyê hatibû ragihandin de peymanek ji 8 xalan hat îmzekirin. Berdevkê Karên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, der barê navaroka peymanê û nameya Rêber Apo ya ji Rojava re şandiye de pirsên ANF’ê bersivand.
Salih Muslim got “Em dikarin bêjin ku bi vê peymanê re Şoreşa Rojava bihêztir bûye, ji vir û pê ve hem li hundir û hem jî li derve em di her alî de hevparên vê dewletê ne. Li wir hêzên navbeynkar ên navneteweyî hebûn, ew jî wê wezîfeyê xwe bi cih bînin” û diyar kir ku peymana hatiye îmzekirin jî li gorî nameya Rêber Apo ya ji Rojava re şandiye. Salih Muslim, destnîşan kir ku Rêber Apo ji bo Rojava teqez behsa bêçekbûnê nekiriye.
Nirxandinên Berdevkê Karê Derve yê PYD'ê Salih Muslim bi vî rengî ne:
Doh di navbera Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û Serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed El Şaraa de peymanek hat îmzekirin. Şîroveya we ya ewil a li ser vê peymanê çi ye?
Biryara vê lihevkirinê, beriya çend rojan di civîna hevpar a Rêveberiya Xweser û Hêzên QSD'ê de hatibû girtin. Biryar hat dayîn ku komîte werin avakirin û lihevkirinek ji 7-8 xalan pêk were. Biryar ew bû ku komîte bên avakirin û hûrgiliyên wê di nava komîteyan de werin nîqaşkirin.
Em ê li ser xalan yek bi yek biaxivin, lê di çarçoveya giştî de nêrîna we çiye? Bi gotineke din em dikarin bêjin ku Şoreşa Rojava bihêztir bûye an jî Rojava di aliyê herêmî de statuyek bi dest xistiye?
Belê em dikarin bêjin xurtir bûye. Me ewqas şer kir û têkoşîn meşand. Di encamê de em dikarin bêjin ku; em dibin hevparê her tiştî yê vê dewletê. Em dibin hevparê rêveberî, qanûna bingehîn, jiyan, aborî û her tiştî.
Em bi madeya yekemîn destpê bikin; “Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.” Di rastiyê de ev projeyek bû ku li Rojava jiyana hevpar a hemû beşên civakî hedef digirt. Gelo ev proje wê li seranserî Sûriyeyê bikeve meriyetê yan tenê ji bo Rojava hatiye gotin?
Na, tenê ji bo Rêveberiya Xweser nîne, wê ji bo hemû Sûriyeyê pêk were. Hûrgûlî wê bên axaftin, lê ev tenê ji bo hemû Sûriyeyê ye.
Madeya duyemîn girîng e: “Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.” Li Sûriyeyê Kurd xwedî ti nasnameyê nebûn, welatî jî nedihatin hesabkirin. Hûn vê madeyê çawa dinirxînin?
Rejîma Baasê bernameyek xistibû dewrê ku mirov bênasname diman, ev yek hate derbaskirin. Her wiha hin qanûnên berê hebûn, ew jî wê bên sererastkirin. Yanî Kurd wê hemû mafên xwe yên hemwelatiya wekhev, bi dest bixin.
Madeyeke din jî, li tevahiya xakên Sûriyeyê agirbest, lê belê êrîşên li ser Rojava didomin. Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî didomin. Gelo wê li dijî van êrîşan helwesteke hevpar were nîşandan?
Ev pevçûn û kiryarên çeteyan, wê derqanûnî bin. Em ê bi hev re li dijî van êrîşan rabin. Ti kes nikare bêje evane hêzeke dewletê ne. Ji ber ku ew çete ne û ji dervey qanûnê ne. Eger çete êrîşên xwe bidomînin, şerê bi hev re wê hewce bike.
Madeyeke din jî; “Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.” Têkildarî vê madeyê hûn ê çi bêjin?
Deriyên li ser sînorên me, mesele deriyên mîna Nisêbîn û Til Koçerê em ê bi hev re bi rêve bibin. Em ê ji bo belavkirin û rêvebirina dahatiyên ku ji van deran tên, bi hev re biryar bidin. Yanî ev jî wê girêdayî qanûn û peymanan be. Di peymanan de wê hûrgûliyên van bên avakirin.
Madeyeke din jî, “Sûreyiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.” Bi taybetî destpêkê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tê hişê mirov. Plana li ser van herêman çiye? Em ji vê peymanê çi fêm dikin?
Wê her kes vegere cih û warê xwe. Malên hinekan hatine desteserkirin, kesên ji derve anîne lê hatine bicihkirin. Ev kes wê vegerin cihên xwe yên berê. Di wateyekê de ev der wê ji dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bibin.
Gelo “Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin”, tê çi wateyê?
Em ê bi hev re bin. Bermahiyên rejîma Baas wê cih ji xwe re nebînin. Yanî wê ji cihên me sûd negirin û li dijî rejîmê şer nekin.
Di madeya 7’an de ev tê gotin: “Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.” Di vî warî de dewleta Tirk li ser HTŞ’ê yekperestî ferz dikir. Gelo em dikarin bêjin, bi vê peymanê ev zext vale derket?
Hemwelatiyê Sûriyeyê bêyî cudakariya ol û nîjad, wê wekhev bên hesabkirin. Mesele ti kes nikare bêje ez Êzidiyan qebûl nakim. Yan jî zorî li wan nake ku bibin Misilman. Bi rêveberiyeke demokratîk a mezin, her kes çawa dixwaze wê wisa bijî. Di vî warî de destkeftiyeke mezin e. Hem ji bo Elewiyan, hem ji bo Durziyan, hem ji bo Êzidiyan û hem jî ji bo Xristiyanan destkeftiyeke mezin e.
Gelo komîteyên rêveber ji bo peyman herî dereng heya dawiya salê bikeve meriyetê, wê xebatên xwe bidomînin û komîte wê heta dawiya salê ji bo ketina meriyetê ya vê peymanê, bikevin hewldanê? Ev di heman demê de tê wateya amadekirina zagona bingehîn? Yan tenê wê li vir fealiyetên pratîkî bikevin meriyetê? Gelo Zagona Bingehîn wê hîn demdirêjtir were amadekirin?
Ji bo her yek ji 8 madeyan, wê komîteyek were avakirin. Wê komîteyeke hêzên çekdar hebe. Wê şêwazê tevlîbûna hêzên çekdar nîqaş bike. Wê lihevkirinek çêbe û piştre wê nîqaş were kirin ku dê rêveberî çawa be. Ev komîte wê di nava salekê de, hemû peymanê pêk bînin. Di nava vê de, dibe meseleya Zagona Bingehîn jî hebe, dibe zagoneke bingehîn a demkî jî hebe. Piştre wê ji bo vê Zagona Bingehîn a demkî, referandûm were kirin.
Ev peyman di qada navneteweyî de tê çi wateyê? Rola hêzên Rojavayî di avakirina Sûriyeya Nû de çi ye?
Hêzên navneteweyî bûn navbeynkar. Navbeynkarê herdu aliyan hebûn. Ev tê wê wateyê ku van navbeynkaran vê rewşê erê kirine û dê wezîfeyên xwe bi cih bînin. Bi kurtî em êdî bi awayekî fermî hevparên vê dewletê ne.
Bi qasî em fêm dikin hûn dibêjin hêzên navneteweyî jî tevlî peymanê bûne an jî aliyek a vê peymanê ne?
Her tiştî de, em hem li hundir û hem jî li derve dibin hevparê her tiştê vê dewletê.
Mijarek bi vê ve girêdayî ku tê nîqaşkirin, nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rojava re şandiye. Di wê nameye de çi hatiye gotin, mijara bêçekbûnê heye an nîne ev tê nîqaşkirin. Bi taybetî çapemeniya AKP’ê îdîa dike ku ji bo QSD’ê û YPG’ê banga bêçekbûnê hatiye kirin. Ev Peyman ji bo van propagandayan jî bû bersiv?
Ew name ji rêveberiyê re hat. Bi kurtî bi qasî ku hayê min jê heye, di wê nameye de tiştê hatiye diyarkirin, em di rêyek rast de ne. Yanî bûyîna parçeyek ji Sûriyeyê, bi hevkarî tevgerîn û aştî misogerkirin. Ji ber vê yekê em ne li derveyî gotinên di wê nameyê de ne. Bi kurtî em di xalên ku Rêbertî diyarkirine de rêve diçin.
We name xwendibû?
Navaroka nameyê ji min re hat ragihandin, hayê min jê heye. Weke rêgez em aştiyê û bûyîna parçeyek a vê dewletê dipejrînin. Helbet bi şertê parastina azadî û mafên xwe em ê cihê xwe di nava vê dewletê de bigirin. Ji xwe ji destpêkê ve me ev yek anî ziman û li gorî wê em tevgeriyan. Hûn qala çapemeniya alîgir dikin. Çapemeniya alîgir, wê vê peymanê weke ‘teslîmiyetê’ bibîne û li gorî wê propaganda bike. Lê rastî ne wisaye. Gihîştina lihevkirineke bi vî rengî ji bo me destketiyeke mezin e. Xwezîka li Bakurê Kurdistanê jî tiştekî bi vî rengî hebûya, wê gelekî baş bûya.
Ji ber agahiyên we hene, dixwazim zelal bikim. Di nameya Abdullah Ocalan a ku ji bo Rojava şandiye de, behsa bêçekbûnê an jî ji bo xweparastinê paşve gav avêtinê dike?
Tiştek bi vî rengî teqez nîne.
Başe, em dikarin bibêjin ku metna peymanê ya ku pêk hatiye, li gorî perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê Rojava de xeyal kiriye?
Em parçeyek ji Sûriyeyê ne û em dixwazin bi hev re bijîn. Em dixwazin azadiya xwe biparêzin. Ev hemû di peymana ku hatiye îmzekirin de heye.
Hûn di dawiyê de dixwazin tiştek bibêjin?
Divê gelê me guh nede çapemeniya alîgir. Me ti carî derew nekirine. Ji ber vê divê guh bidin me. Spas dikim.