Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê bi bîr xist ku piştî darbeya leşkerî ya 1971'ê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin qetilkirin û bi hezaran rewşenbîr, akademîsyen û ciwan hatin girtin.
Heman mejî di 12'ê Adara 1995'an de li taxa Gazî ya Stenbolê bi êrîşa kesên nenas a li ser sê qehwexane û pastaneyekê dewam kir.
Di 12'ê Adara 2004'an de rejîma Baas a li Sûriyeyê li dijî gelê Kurd li Qamişloyê komkujî kir. Di êrîşan de herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn û zêdeyî 2 hezar kes hatin girtin.
DEM Partiyê got, "Bi vê komkujiyê re senaryoya hatibû amadekirin derbasî pratîkê hate kirin. Xwestin gelê Kurd ê ku ji bo nasname, rûmet û mafên xwe têdikoşe, lêgerîna wan a azadiyê bitepisînin."
Di daxuyaniyê de cangoriyên komkujiyan hatin bîranîn û hate ragihandin ku bêyî edaleta ji bo gelên bindest, kedkar û komên baweriyan ên li Tirkiye û herêmê ne demokrasî ne jî aştî pêk tên.
ESP: EDALET HÎN BI CIH NEHATIYE
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî qurbaniyên Komkujiya Gazî di salvegera 30'î de bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Armanc ji êrîşê afirandina şerê Elewî-Sûnî bû" hate ragihandin ku li gel 30 salên di ser re derbas bûne jî hîn hîn li Gazî edalet bi cih nehatiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê belê 30 sal in lêgerîna me ya li edaletê nesekiniye û heta hesabpirsînê jî wê dewam bike."