Banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ya di 27’ê Sibatê de ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve hatî eşkerekirin, li seranserê cîhanê piştgirî û eleqeyeke mezin dibîne. Hikûmeta Swîsreyê jî piştgiriya ya ji bo banga dîrokî ragihand ku Swîsre bi rola xwe ya navbeynkar û çavdêriya di navbera aliyan de tê zanîn.
Hefteya borî ji aliyê Parlamenterê Parlamentoya Federal û Endamê Komîsyona Karên Derve Fabian Molina ve ji bo ku hikûmeta Swîsreyê bibersivîne peşniyaznameyeke bi sernavê ‘’Swîsre, pêvajoya di navbera PKK û Tirkiyeyê de çawa dinirxîne?’’ pêşkêş kir û Konseya Federal a Swîsreyê (Hikûmet) jî bersiv da pêşniyaznameya berbehs.
EM AMADE NE KU ROLA XWE BILÎZIN
Konseya Federal diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo aşitiya li Tirkiyeyê girîng e û ev yek anîn ziman: ‘’Em bi kêfxweşî banga di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatî kirin, pêşwazî dikin ku bang ji bo dabînkirina aşitiyê perspektîfekê pêşkêş dike. Girêdayî daxwaza hemû aliyan, Hikûmeta Swîsreyê amade ye ku navbeynkariyê bike û çakniyetiya xwe nîşan bide.’’
EM BERPIRSIYARIYÊN TIRKIYEYÊ BI BÎR DIXIN
Konseya Federal bersiv da pirsa Fabian Moline ya ‘’Swîsre, ji bo ku di tevahiya pêvajoya aşitiyê de Abdullah Ocalan girêdayî şert û mercên mirovî were girtin, çi dike?’’ û ev yek anîn ziman:
‘’Hikûmeta Swîsreyê, girêdayî şert û mercên girtina Abdullah Ocalan, piştgiriyê dide pêşniyarên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT). Swîsre, girêdayî Konseya Ewropayê û Teşkîlata Ewlekariyê ya Ewropayê (AGIT) bi awayekî rêk û pêk berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên têkildarî mafên mirovan û rêzgirtina li serweriya hiqûqê bi bîr tîne.’’