Ji MHP'ê daxuyaniya 'rêberê damezrîner': Tirkiye divê êdî hin tiştan li pey xwe bihêle

Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Îsmaîl Ozdemîr bersiv da nerazîbûna li hemberî gotina 'Rêberê damezrîner ê PKK'ê' ku Devlet Bahçelî ji bo Rêber Apo bi kar anî bû.

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî beriya çend rojan ji bo banga Rêber Apo di daxuyaniya xwe de gotibû, "Rêberê damezrîner ê PKK'ê."

Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Îsmaîl Ozdemîr li ser nerazîbûnan got, "Em qebûl bikin an jî nekin, ev yek rastiyeke teknîkî ye."

'DI NAVBERA YEKÎTIYA EWROPA-TIRKIYEYÊ DE WÊ PÊŞKETIN PÊK WERE'

Ozdemîr got, "Serokê Giştî rastiyek anî ziman. Divê Tirkiye êdî hin tiştan li pey xwe bihêle. Divê em hîn berfireh û erênî bifikirin. Weke welat gelek armancên me hene. Di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de wê rojên bê pêşketinên erênî hebe, hûn ê bibînin."