HTŞ mîrateya Baasê bi kiryarên li derveyî mirovahiyê didomîne
Rêveberiya HTŞ'ê ku piştî rejîma Baasê bû desthilatdar, ya ku Baasê 12'ê Adara 2004'an li Kurdan kir îro li hemberî hemû gelan û baweriyan didomîne.
Rêveberiya HTŞ'ê ku piştî rejîma Baasê bû desthilatdar, ya ku Baasê 12'ê Adara 2004'an li Kurdan kir îro li hemberî hemû gelan û baweriyan didomîne.
Di ser serhildana gelê Qamişloyê re 21 sal derbas bûn ku 12'ê Adara 2004'an li Qamişloyê piştî maça futbolê ya navbera tîmên Fetva û Cîhat bi bûyerên rû da re li dijî rejîma Baasê destpê kir. Êşa komkujiyên ku ji aliyê rejîma Baasê ve hate kirin hîn di hişê mirovan de ye. Rêveberiya HTŞ'ê ya cîhadîst ku piştî 21 salan desthilatdarî bi dest xist, bi mejiyê komkujiyê yên Baasê re polîtîkaya zext û qirkirinê ya li hemberî gelên Sûriyeyê rewa dibîne. Her roj li Sûriyeyê bi dehan mirov ji ber çand û baweriya xwe dibin hedefa zextê, êşkence li wan tê kirin û têne qetilkirin. Bi weesîleya salvegera Serhildana Qamişloyê ya 12'ê Adara 2004'an me bûyerên di sala 2004'an de qewimîn û kiryarên HTŞ'ê nirxand ku ne kêmî yên rejîma Baasê ne.
2 JÊ ZAROK 9 SIVÎL HATIN QETILKIRIN
Li Qamişloyê di maça futbolê de ya di navbera tîma Fetva ya Dêrazorê û tîma Cîhad a ji Qamişloyê hate lîstin, hin kesên ku ji aliyê rejîma Baasê ve bi taybetî hatibûn wezîfedarkirin, ji bo dîktatorê Iraqî Saddam Huseyîn û li dijî gelê Kurd dirûşm qîriyan. Şêniyên Qamişloyê jî nerazîbûn nîşanî dirûşman dan. Li ser vê yekê koma êrîşkar ku berê amadekariya xwe kiribû bi kêr, kevir û çekan êrîşî xelkê Qamişloyê kir. Leşker û polîsên rejîma Baasê jî li şûna êrîşkaran êrîşî şêniyên Qamişloyê kirin. Di encama gulereşandinê de 2 jê zarok 9 sivîl hatin qetilkirin.
36 JÊ KURD 50 KES HATIN QETILKIRIN
Piştî ku bûyer hate bihîstin xelkê Qamişloyê ber bi stadê ve meşiya. Vê carê jî bi fermana berpirsyarê wîlayeta Hesekê Selîm Kebûl polîsan gule li girseya gel reşandin. Li ser vê yekê di serî de bajarên Rojavayê Kurdistanê Kurdên li Şam û bajarên din ên Sûriyeyê rabûn serhildanê. Di serhildanê de ku bi rojan dewam kir 36 jê Kurd 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û hatin girtin.
SERHILDANA MEZIN
Di 13'ê Adara 2004'an de li Qamişloyê serhildaneke mezin pêk hat. Bi hezaran mirov li ber Mizgefta Qasimlo li hev kom bûn û ji bo veşartina cenazeyên şehîdan meşiyan. Şêniyên Amûdê û Tirbespiyê jî ji bo tevlî vê serhildanê bibe berê xwe dan Qamişloyê. Hikumeta Şamê rê li trafîkê girt, lewma jî beşek ji gel neçar ma bi meşê xwe bigihîne Qamişloyê. Li pêşberî hêrsa gel rejîma Baasê neçar ma saziyên xwe vala bike û bireve.
Piştî ku rejîma Baasê gule reşand, nûnerên partiyên nêzî PDK'ê ku niha di bin sîwana ENKS'ê de civiyan e, dest ji cenazeyên şehîdan berdan û reviyan. Girseya gel ku nêzî 600 hezar kes bû, li gel êrîşan jî cenaze bir goristanê û veşart.
GELÊ ROJAVA RABÛ SER PIYAN
Gelê Kurd ku li hemberî rejîma Baasê ciwanên xwe ji dest da, di serî de li Qamişloyê li bajarên Dêrik, Amûdê, Hesekê, Kobanê û Efrînê, her wiha li taxên Kurdan ên li Reqa û Helebê rabû ser piyan.
Ji dema ku rejîma Baas bû serwerê dewleta Sûriyeyê û pê ve yekemcar di 13'ê Adarê de serhildana Kurdan heta paytext Şamê belav bû. Hêzên ewlekariyê yên dewletê bi çek û komkujiyan bersiv dan daxwazên gel ên ji bo dawîanîna li kuştina mirovan û berdana mirovên hatin girtin.
Êrîşa herî dawî ya hêzên ewlekariyê sebra mirovan fûrand. Gelê Kurd li Dirbêsiyê û Amûdê peykerên Hafiz Esad hilweşand û li Kobanê jî dor li avahiyên hikumetê pêçand û bersiv da.
KIRYARÊN HTŞ'Ê KU NE KÊMÎ YÊN REJÎMA BAASÊ NE
Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di 8'ê Kanûna 2024'an de bû desthilatdar. Bi vî rengî rêveberiya Esad û rejîma Baasê ku 8'ê Adara 1963'an bû desthilatdar, piştî 61 sal û 9 mehan ji serweriyê ket. Lê belê rêveberiya HTŞ'ê li gel ku kete şûna rejîma Baasê mohra xwe danî binê kiryarên li derveyî mirovahiyê ku ne kêmî yên rejîma Esad bûn.
POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA LI JINÊ
Ji van kiryarên li derveyî mirovahiyê ya herî girîng êrîşa siyasî û îdeolojîk a HTŞ'ê ya li hemberî azadiya jinê bû, ku mejiyê xwe bi serweriya mêr ava kiriye. Hîn di roja destpêkê de kujerên jinan kir parçeyek ji rêveberiya xwe û nîşan da ku wê mejiyê bi serweriya mêr li her qadê serwer bike. Di heman demê de Seroka Ofîsa Karên Jinan a rêveberiya HTŞ'ê Ayşe El Dibs giştînameyek weşand ku mafên jinan binpê dike. Ayşe El Dibs got, "Eger rêxistinên jinan li gorî modela ku em ê ava bikin tevbigerin, em ê wan hembêz bikin. Lê belê em ê rê nedin wan tevgeran ku tevlî nêrîna me nabin."
LI KONGREYA SERKETINÊ KUJERÊN JINAN
Desthilatdariya HTŞ'ê piştî ku desthilatdarî bi dest xist, ji bo karibe vê desthilatdariya xwe mayinde bike Kongreya Serketinê (29'ê Çileyê) lidar xist û ev mejiyê xwe di kongreyê de jî dewam kir. Ebû Hatem Şakra yê tevlî kongreyê bû ew serçete bû ku Hevrîn Xelef qetil kir. Di vê kongreyê de Colanî tiştekî welê kir ku di dîroka mirovahiyê de demeke dirêj nehatibû dîtin û bêyî ku nîqaş li ser paşeroja Sûriyeyê bê kirin yekser xwe weke serokkomar îlan kir.
DÛRÎ SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E
Di 25'ê Sibatê de jî Konferansa Diyalogê ya Neteweyî li hev kom bû, lê belê cih ji bawerî û gelên cuda re nehate dayin. Temamiya beşdarên konferansê çete bûn. Konferansê nîşan da ku dûrî asta avakirina Sûriyeke demokratîk e.
Rêveberiya HTŞ'ê ji ber ku nekarî pirsgirêkên civakî çareser bike û mutabaqateke civakî ava bike, kete nava rewşeke hîn kaosê. Di encama vê de jî Elewî û Durziyên ku pirsgirêkên wan nehatin çareserkirin, neçar man xweseriyê ragihînin. Lê belê rêveberiya HTŞ'ê ya yekperest ev yek qebûl nekir û yekser dest bi êrîşa li hemberî van xweseriyan kir. Hewldana êrîşê ya li hemberû Durziyan bi destwerdana hêzên navneteweyî hate astengkirin, lê belê komkujiyên li hemberî Elewiyan li ber bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hîn jî dewam dikin. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di komkujiyên li hemberî Elewiyan de heta niha 973 sivîl hatin qetilkirin.
Lê belê weke ku di daxuyaniyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate destnîşankirin, çareserî bi dînamîkên navxweyî yên Sûriyeyê dibe. Naxwe tê texmînkirin ku dijminatiya li jinê, komkujî û dagirkerî hîn zêde bibe.