Êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê didomin. Gerîla jî berxwedaneke bê hempa nîşan dide. Rojeke tenê ya vê berxwedanê ku vînek di ser ya mirovî re nîşan dide, dikare bibe mijara film û romanan. Dinya hemû rewşa lehengî û egîdiya Kurdbûnê ya li lûtkeyê dibîne. Ev berxwedan bûye rûmeta Kurdan hemûyî. Lê PDK hîna jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwêst nîşan nade. Heta demagojiya ‘hebûna gerîla statuya me dixe xeterê’ xistine benîştê devê xwe. Heke berxwedana gerîla tineba, ne statu û destketiyên Başûr ne jî parastina wê nedibû. Lê PDK vê rastiyê napejirîne, li xwe mikur nayê. Bêguman pêşmerge jî, gelê Başûr jî li ber xwe daye. Lê di misogerkirina destketiyên Başûr de rola têkoşîna azadiyê ku PKK jêre pêşengiyê dike, gelek mezin û girîng e. Her wiha di parastina van qezencan de jî rola xwe heye. Yên ku vê rastiyê nabînin, ne dikarin van qezencan fêm bikin, ne dikarin nirx pê bidin, ne jî dikarin biparêzin.
Ma PDK nabîne ku dewleta Tirk pêşengê dijminên gelê Kurd e, hewl dide her cure destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Çima li dijî vê dewleta kujerê Kurdan û dagirkera Kurdistanê, helwêstê nîşan nade. Li şûna vê hevkariyê dike, hewl dide daxwazên vê dewletê pêk bîne, PKK û gerîla sûcdar dike. Ya rastî bi vî rengî rastiyan berevajî dike, hewl dide ser hevkariya bi Tirkiyê re bigire, wê binuximîne.
Li ser banga Rêber Apo, PKK’ê 1999’an gerîla kişand derveyî ‘sînorên’ Tirkiyê. Bang li dewleta Tirk kir û xwest meseleya Kurd çareser bibe. Tevî ku PKK’ê 5 salan bi caran ev bang dubare kirin jî, dewleta Tirk ti gav neavêt. Li ser vê gerîla 1’ê Hezîrana 2004’an pêngaveke nû dest pê kir. Li gel dewleta Tirk, PDK û hevkarên wê herî zêde li dijî vê pêngavê derketin. Çawa ku li hemberî pêngava 15’ê Tebaxê derketibûn, wisa jî li dijî pêngava 1’ê Hezîranê derketin; li dijî vê pêngavê jî berê xwe dan propagandaya reşkirinê.
Wê demê jî PDK û alîgirên wê digotin, PKK bi destpêkirina vê pêngavê hewl dide destketên Başûrê Kurdistanê ji hole rake. Bî vî rengî hewl dan propagandaya reşkirina pêngavê bi ser bixin. Heta ewqasî didan nav û digotin, Rêber Apo bi serfermandariya Tirk re li hev kiriye, provokasyoneke wiha pêk hatiye. Îdîa kirin, destpêkirina berxwedana gerîla ji bo wê ye ku dewleta Tirk Başûr dagir bike. Lê herkesê dît, bûyeran û dîrokê jî îsbat kiriye ku heger pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an a gerîla tineba, li Başûrê Kurdistanê ti destketî nedima; dewleta Tirk wê di firsenda pêşî de bi hevkariya dewletên dagirker ên herêmê ev qezenc ji holê rakiriba.* Ji ber ku armanca dewleta Tirk tesfiyekirina PKK’ê bû, tehemûlî Başûrê Kurdistanê kiriye. Heta di hevdîtina Bush-Erdogan a 2007’an de Emerîkayê PKK wekî dijmin ragihand, ÎHA jî di nav de li pêşberî hercure desteka çekan, dewleta Tirk federasyona Başûr nas kir. Wê demê serokê CHP’ê Deniz Baykal bû. Yekî wekî Baykal jî ji bo tesfiyekirina PKK’ê digot peywendiya bi PDK’ê re di cih de ye û rast e.
Piştî hevdîtina 2007’an a Bush-Erdogan, dewleta Tirk da xuyakirin ku li ser bingehê desteka Emerîka û PDK ji bo têkoşîna li dijî PKK’ê dide wan, wan statuya Başûrê Kurdistanê nas kirine. Bi vî rengî derket holê ku ew propagandaya reşkirina pêngava 1’ê Hezîranê jî ji bo berevajîkirina rastiyan e. Dijberî wê propagandaya wan a reşkirinê, pêngava 1’ê Hezîranê destketiyên Başûrê Kurdistanê parastine.
Heger bipêşketin û encamên têkoşîna nêzî 50 salan a PKK’ê ya li Başûr û her beşa Kurdistanê û cîhanê derxistî holê, tineba, ne qezencên Başûrê Kurdistanê derdiketin holê, ne jî dihatin parastin. Dema DAIŞ’ê êrişê Hewlêr û Kerkûkê kir heman rêveberiya siyasî û hêzên Başûrê Kurdistanê hewara xwe gihandin gerîla û xwestin gerîla wan biparêze. Yan jî li dijî êrişan gerîla dê çawa biçûya hem deriyê Hewlêrê, hem jî deriyê Kerkûk û Silêmaniyê li hemberî DAIŞ’ê bigirta. Ji ber wê, gerîla bi wesaît, al û alavên xwe çû van herêman. Dema gerîla DAIŞ têk bir, Barzanî spasiya gerîlayan kir û got, dewleta Tirk alîkarî nedaye wan.
PKK û gerîla îro jî wekî Kurdistanê tevî, hêza parastina Başûrê Kurdistanê ye. Jixwe, ev 40 sal in gerîla li her bosta axa Kurdistanê, çiya û deşta Kurdistanê heye. Erdnîgarî û axa Kurdistanê yek e. Kes nikare ji gerîla re bibêje tu dikarî li vî aliyê çiyê bî, lê nikarî li wî aliyê din ê çiyê bî. Yekbûna civak û xwezayekê heye, ku 40 sal e têkoşîna gerîla li ser wî bingehî pêk tê. Lewma ti hêzeke siyasî nikare bibêje gerîla dikare li vir be, yan nikare li vir be. Ku bibêje, PDK jî wekî dewleta Tirk tesfiyeya gerîla dixwaze. Di wê xefletê de ye, heger gerîla were tinekirin jî dê bikare li du sê bajaran desthilata xwe bidomîne.
Kurd tenê bi berxwedan û têkoşîna li dijî dijminan dikarin destketiyên xwe biparêzin. Bi helwêsta li dijî serkêş û lîdera dijminên Kurdan dewleta Tirk, dikarin xwe û destketiyên xwe biparêzin. Kurdê ku vê fêm neke, di nava xefletê de ye. Yên ku vegotin û kiryarên dewleta Tirk nabînin, fêhmkor in. Ma piştî ku dewleta Tirk qezencên me Kurdan têk birin, Kurd qir kirin, em ê hingê fêm bikin ku dijminê me yê sondxwarî ye.
Lewma divê Kurd hemû, polîtîkayên şaş yên PDK bibînin û helwêstê nîşan bidin. Niha helwêsta PDK´ê Kurdan, dostên Kurdan, rewşenbîr û hunermendên Kurdan dixe nava fikar û metirsiyan. Wê demê berî hertiştî divê şaşîtiyên PDK’ê raxin ber çavan û bibin xwedî helwêst. Yan, herçî şaşîtiyê dike, ew dê wê şaşîtiyê bidomîne û şaşîtî wê sererast nebe. Li gel helwêst û bangên raya giştî ya Kurd jî PDK hîna di helwêsta xwe de israr dike. Demagojiyê dike, hewl dide rastiyan veşêre.
Hêvî dikim, hewldan û keda raya giştî ya Kurd, rewşenbîr, hunermend û hêzên siyasî bigehin encamê, PDK helwêsta xwe biguherîne, hêzên leşkerî vekişîne, aramî pêk were.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA