Ji dibistanekê gihaşt akademî û peymangehan

Xebatên zimanê Kurdî yên li Kobanê bi pêşengiya SZK'ê ji dibistanekê destpê kirin, piştî 5 salên şoreşê îro gihaştiye asta akademî û peymangehan. Îro li seranserê Kobanê û gundewarên wê, zimanê Kurdî bûye zimanê sereke yê perwerdeyê.

Xebatên zimanê Kurdî yên li Kobanê bi pêşengiya SZK'ê ji dibistanekê destpê kirin, piştî 5 salên şoreşê îro gihaştiye asta akademî û peymangehan. Îro li seranserê Kobanê û gundewarên wê, zimanê Kurdî bûye zimanê sereke yê perwerdeyê.

GAVA YEKEMÎN DIBISTANA ŞEHÎD OSMANÊ DADALÎ BÛ

Xebata zimanê Kurdî weke beşek ji şoreşa 19 Tîrmehê agirê wê vêket. Di rojên destpêkê yên şoreşê de dibistana Şehîd Osman Dadalî ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hat vekirin. Komek ji ciwanên Kobanê yên zimanhez û zimanzan di wê dibistanê de li hev kom bûn û perwerdeya zimanê Kurdî di nava şagirtan de belav kirin.

Pirtûkên ziman ên ji aliyê SZK'ê ve dihate bikaranîn û jê şagirt xwendin didan pirtûka HÎNKER bû. Ew pirtûk ji sê astên ziman pêk tê. Asta yekem, duyem û sêyem, ji aliyê Enstûtiya Zimanê Kurdî ya Stenbolê ve hatiye amedekirin. Pirtûk bi awayê korsan dihat dayîn, di nava 6 mehan de şagirt dikare her sê astan bidawî bike.

Piştî ku şagirt her sê astên HÎNKER bi serketî derbas dike, dikare derbasî fêrbûna rêziman bibe. Dema di wê astê de bi ser dikevin, êdî weke mamoste dikare şagirtan xwandin bidin.

Derbarê bikaranîna pirtûka HÎNKER de Omer Ebas yê ku di dema destpêkirina hînbûna zimanê Kurdî Endamê Rêveberiya SZK'ê bû da xuyakirin ku ji sedema tinebûna pirtûkên hînbûna ziman li ser asta Rojava di wê demê de, wan berê xwe da Bakurê Kurdistanê û ew biryar hate girtin ji aliyê Rêveberiya SZK'ê da ku pirtûka HÎNKER bê bikaranîn.

Omer got: "Xebatên ziman berî şoreşê veşartîbûn. Ti kesî nedikarîbû eşkere fêrî zimanê Kurdî biba. Ew li Sûriyeyê dibû sedema girtina mirov ji di bin destê hêzên ewlehiyê yên rejîma Baas. Ji ber wê, yên zimanhez bi awayekî veşartî xwe fêrî ziman dikirin. Dema şoreşa Rojava destpê kir me nikarîbû pirtûkeke ziman peyda bikin ji bo ku bingeh be ji hînbûna zimanê Kurdî. Ji ber wê me wek SZK'ê berê xwe dan Bakur û me pirtûka HÎNKER bikaranîn".

Ebas li ser wan rojên destpêkê yên vekirina dibistan Şehîd Osmanê Dadalî dibêje: "Bi rastî gaveke pîroz bû. Me bi heycaneke mezin destpê kir. Di heman demê de, gelê Kobanê jî bi coş zarokên xwe rê dikirin dibistanê. Cara yekem bû li Kobanê bi awakî fermî zarokên Kobanê bê tirs û xof fêrî zimanê xwe yê dayikê dibin. Me wek mamoste hîs dikir ku em ji civaka xwe re tiştekî pîroz dikin".

Piştî amedekirina hejmarek ji mamosteyên Kurdî ji aliyê SZK'ê ve, gavên mezintir di aliyê perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin avêtin. SZK'ê biryara derbasbûna dibistanên hikûmetê dide. Li ser wê biryarê, Rêveberên SZK'ê bi Rêveberên dibistanên hikûmetê yên ji Kobanê re dicivin û biryara xwe ji wan re rûbirû didin xuyakirin.

GAVÊN ME AVÊTIN JI XEYALÊN ME JÎ WÊDETIR BÛN

Aras Hiso endamê Rêveberiya Akademiya Viyan Amara li ser derbasbûna dibistanên hikûmetê di wê demê de destnîşan dike ku armanca wan ji wê gavê ew bû ku êdî dem hatiye Kurdî bibe zimanê sereke di warê perwerdehiyê de. 

Hiso got: "Piştî ku em gihan baweriya ku bi hejmara mamosteyê heyî em dikarin Zimanê Kurdî bixin zimanê sereke di perwerdeyê de, em derbasî dibistanên hikûmetê bûn. Di wan rojan de zimanê Erebî di dibistanên hikûmetê de dihat bikaranîn. Lê dem bibû dema Kurdî û em wek SZK'ê bi erka xwe ya dîrokî rabûn."

Di dewama axaftina xwe de Hiso diyar dike ku şagirt bi coş tevlî hînbûna ziman bûn, hejmara şagirtan pir mezin bû, pêwîstî hebû ku êdî mamosteyn pispor di hemû beşên perwerdê bên amedekirin.

AKADEMIYA ŞEHÎD VIYAN AMARA

Akademiya Şehîd Viyan Amara ya lêkolînên ziman û perwerdeya Kurdî di 30 Kanûna 2013`an de vebû. Piştî ku pêwîstî bi mamosteyên pispor hat dîtin dewreya yekem a ku di Akademiyê de hate dayîn, dewreya amedekirina mamosteyan bû. Akademiyê dikaribû piştî vekirina dewreyan hejmarek ji mamosteyan amede bike û ew mamoste derbasî xebatên ziman bûn.

Di heman demê de Akademiya Şehîd Viyan Amara beşa lêkolînên ziman û wêje jî tê de hebû. Kesên zimanzan tevlî vê beşê bûn û gelek lêkolînên li ser ziman û wêjeya Kurdî amede kirin.

Endama Rêveberiya Akademiya Viyan Amara Cîhan Hesen diyar kir ku xebatên akademiyê di rojên xwe yên despêkê tenê amedekirina mamposteyên pispor ji beşên perwerdeyê re bûn. Hesen got: "Piştî derbasbûna perwerdeya bi zimanê Kurdî dibistanên hikûmetê, pêwîstî bi mamosteyên pispor hebûn. Ji vê hewceyê me Akademî ava kir û dewreya yekem amedekirina mamosteyên pispor bû. Me ew gav bi serketî derbas kir."

Akademiya Şehîd Viyan Amara ji bilî amedekirina mamosteyan, zemînek ji beşê wêjeya Kurdî û lêkolînên ziman jî amede kir û di van deman de komîteya wê ya lêkolînê metiryalên Kurdî ji bo akademiyan û peymangehan amede dike.

PEYMANGEHA ŞEHÎD GÎVARA

Peymangeha Şehîd Gîvara Dalî ya amedekirina mamosteyên zimanê Kurdî di 30'ê Kanûna 2016'an de piştî Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC-Demokratîk hate lidarxistin û biryara ku metiryalên asta seretayî hemû bi zimanê Kurdî be û metiryakeke Kurdî ya ku rastiya Rojava tê de hebe di dibistanan de bê dayîn.

Peymangeha Şehîd Gîvara piştî amedekirina metiryalan, mamosteyên pispor ên ev metiryalê bidin xwandin amede dike û ew mamoste derbasî dibistanan dibin.

Xebatên ziman Kurdî li Kobanê ji dibistanekê bi pêşengtiya SZK'ê destpê kir. Xebatkarên ziman roj bi roj xwe pêşdixistin ji bo ku ji demê re bibin bersiv û li pey kesî nemînin. Îro piştî ku şoreş li Kobanê gihaye sala xwe ya 5'an, xebatên ziman jî gihan asta Akademiyan û peymangehan. Piştî ku ziman di dibistanekê de li navenda bajarê Kobanê dihat dayîn, îro li seranserî dibistanên Kobanê û gundewarên wê zimanê Kurdî tê dayîn û bûye zimanê sereke di perwerdeyê de.

...