HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek pîrozbahiyê weşand.

Peyama HDP'ê bi vî rengî ye:

"Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'an de li paytexta Sûriye Şamê hat weşandin, ji ber ku tîpên Kurdî latînî kiriye û Şoreşa Alfabeyê pêk aniye, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. 

Roja weşandina vê kovarê, gelek alîkarî daye vî zimanê bi salan e di bin zext û zordariyê de ye. Ji ber ku Şoreşa Alfabeyê daye destpêkirin, ev roj wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 

Em, Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin û bi minetdarî silavan li wan kesan dikin ku li hember komkujî, nîjadkujî û bişaftinê her tim li ber xwe dane, zimanê Kurdî zindî kirin û pêş ve birine."