Xelatên festîvala fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî eşkere bûn
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê û Forûma Mafên Mirovan (FÎFDH) bi dawî bû. Xelatên fîlmên herî baş jî fîlmên li ser femînîzm û Êzidiyan re hate dayîn.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê û Forûma Mafên Mirovan (FÎFDH) bi dawî bû. Xelatên fîlmên herî baş jî fîlmên li ser femînîzm û Êzidiyan re hate dayîn.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê û Forûma Mafên Mirovan (FÎFDH) a ku di 8’ê Adarê de dest pê kiribû, îro bi eşkerekirina xelatan bi dawî bû. Di nava hefteyekê de gelek fîlmên li ser mafên mirovan hatin nîşandan û forûm hatin lidarxistin.
Juriyê Xelata fîlmê herî baş da fîlmê li ser têkoşîna femînîzmê ya bi navê ‘Dalphîne et Carol, însoûmûses’
Xelata Gîlda Vîeîra jî dan fîlmê bi navê Shoûlders ya ku qala têkoşîna jina Kurd a Êzidî Nadya Mûrad dike.
Di heman demê de fîlmê li ser avhewaya Efrîkayê û ya li ser şerê li Kongoyê jî xelat stendin.