BI DÎMEN

Rojeva Konferansa Partiya Karker 'Kurd' û 'tecrîd' bû

Li Îngilîstanê nûnerên Kurd jî beşdarî konferansa salane ya Partiya Karker a li desthilatdariyê bûn. Di panelan de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî zext û tundiya li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin.

Konferans ,di serdama hikûmeta ewil a Partiya Karker ku piştî hilbijartinên 4'ê Tîrmehê 14 sal şûnde hat ser desthilatdariyê de li Liverpoolê hat lidarxistin.

Bi hezaran delege û temaşevan beşdarî konferansa sê rojan bûn. Konferan bi axaftinên Alîkara Serokwezîr Angela Rayner, Wezîra Maliyeyê Rachel Reeves û Wezîrê Karên Derve David Lammy destpê kir.

Di konferansê de li ser pirsgirêkên zanist, teknolojî, enerjî, civakî û aborî panel hatin lidarxistin. Nûnerên Kurd ên weke Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd, Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, Hevserokê Komîsyona Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berdan Ozturk û Serokê Desteya Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî beşarî konferansa îsal bûn.

Nûnerên Kurdistanî bi endamên Kamaraya Lordan û parlamenteran re hevdîtin kirin û geşedanên siyasî, êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin.

Di çarçoveya konferansê de Kurds for Labor a ku li ser navê Kurdên li Brîtanyayê lxebatên obiyê dike, bi beşdariya siyasetmedarên Kurd panelek li dar xist.

Wezîra Zanist û Teknolojiyê Feryal Clark, şaredarê berê yê Lambethê Sarbaz Barznji û parlamenterê Enfield Southgateyê Bambos Charalambous beşdarî panelê bûn. Di panelê de bal kişandin ser zext û polîtîkayên înkarê yên li ser gelê Kurd tê meşandin û banga xwedîderketina li tevgera kedê ya Îngilistanê hat kirin.

Di konferansê de nûnerên Kurd bi Sekreterê Giştî yê berê yê Kongreya Sendîkayên Brîtanyayê Barones Frances O'Grady re têkildarî rewşa niha ya li Rojava civînek pêk anîn.

Di hevdîtinê de hate gotin ku Tirkiye, Rûsya û Îranê li dijî rejîma Esad û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesteke hevpar nîşan dane. Nûnerê MSD'ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku divê Îngilistan bi zextên dîplomatîk bihêle Tirkiyeyê dest ji şer berde. Barones O'Grady diyar kir ku ew ê biçe Rojava û bi gelê herêmê re hevdîtinan bike.

Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk bal kişand ser têkiliya tecrîda li ser Abdullah Ocalan a bi pirsgirêka Kurd a li Tirkiye û Rojhilata Navîn re û destnîşan kir ku muzakereyên li Îmraliyê mifteya çareseriyê ye. Ozturk got ku heke siyasetmedarên Brîtanî zextê li Tirkiyeyê bikin wê ev yek bibe tevkariyeke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd.

Di hevdîtina bi endamê Kamaraya Lordan John Mann re hat destnîşankirin ku divê Brîtanya têkiliyên xwe bi Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xurtir bike. Mann jî diyar kir ku di serdema vê hikûmeta nû de derfetên xurtkirina têkiliyan hene.

Di roja dawî ya konferansê de jî nûnerên Kurd wê bi parlamenter û nûnerên sendîkayan re hevdîtinên xwe berdewam bikin. Bername wê bi resepsiyana Kurds for Labourê ku wê bi sedan Kurdistanî beşdar bibin, bi dawî bibe.