Di doza Komkujiya Girtîgeha Amedê de biryara necezakirinê hate erêkirin

Biryara demboriyê ya der barê 89 kesên ku ji qetilkirina 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dihatin darizandin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

Dadgeha Bilind, biryara demboriyê ya dadgeha xwecihî ku der barê doza “Qetlîama Girtîgeha Amedê” de 10 girtî bi şîş û daran hatibûn qetilkirin, dabû li gorî hiqûqê hat dîtin. Îdianameya dozê bi cezayê darvekirinê hatibû amadekirin. Nêzî 28 salan e ev doz didomiya. Doza ku sê caran ji Dadgeha Bilind vegeriya, bi necezakirinê bi encam bû. Dadgeha Bilind biryara demboriyê ya ku 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê doza qetlîama Girtîgeha Amedê dabû, di cih de dît. 

Li gorî nûçeya MLSA’yê; li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 24’ê îlona 1996’an 10 girtî bi şîş û daran hatibû kuştin û 24 girtî jî birîndar bûbûn. Ev doza der barê qetilkirin û birîndarkirina girtiyan de bêceza hat hiştin. Leşker, polîs, gardiyan, bijîşk û midûrê girtîgehê jî di nav de 89 bersûc dihatin darizandin. Ev doz di warê kêmasiyên qayîde û esasê de du caran ji Dadgeha Bilind vegeriya dadgeha xwecihî. Piştî biryara xerakirinê doz ji nû ve hat lidarxistin. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di sala 2019’an de biryar da ku bersûc ji demboriyê sûdê werbigirin û werin beraetkirin. 

Parêzerên mexdûran diyar kirin ku biryara dadgeha xwecihî li dijî hiqûqê ye û dozê birin temyîzê. Hin parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku li şûna demobriyê divê biryara beraetê bê dayîn û îtîrazî biryarê kirin. 

1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind lêkolîna temyize di çar salan de temam kir û biryara demboriyê ya dadgeha xwecihî bi pirrdengiyê erê kir. 

ÇI BÛBÛ? 

10 girtiyên ji doza PKK’ê di sala 1996’an de bi destê hêzên dewletê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hatin qetilkirin. Di 24’ê Îlona sala 1996'an de, li Zindana Amedê di roja hevdîtinê de di dema ku 33 girtî bi şahiya dîtina xizmên xwe vedigeriyan qawîşan, ji aliyê leşker, polîs û gardiyanan ve bi êrîşek dijwar re rû bi rû man. Polîs û leşkeran bi dar, şîş, zincîr û qalasan êrîşî 33 girtiyan kirin. 

Piştî êrîşê girtî xistin qabîna hevdîtinê. Polîsên êrişkar bi çavsorî deriyê qabînê girtin û li gor navên tespîtkirî, dest bi cih anîna fermana kuştinê kirin. Ew roj li wir, Ridvan Bulut, Ahmet Çelik, Cemal Çam, Mehmet Aslan, Edip Dilenci, Nimet Çakmak, Hakki Tekin, Kadir Demir û Erkan Perişan, yek bi yek serê wan, bedena wan hate parçekirin û hatin qetilkirin. Di êrîşê de 23 girtî jî bi giranî birîndar bûbûn. Ji van 14 kes dest û lingên wan bi zincîran girêdan û birin bajarê Dîlokê. Leşkeran dema girtiyan neqlî Dîlokê dikirin, M. Kadir Gumuş di rê de bi lêdana zincîran kuştin. Tevî vê sosret û êşkenceya giran jî leşkeran ji ber ku destên wan êşiyane giliyê girtiyan kirin, dozger jî ji ber dar û qalasên dewletê yên di êrîşê de hatine bi kar anîn zirar dîtine di der barê girtiyan de doz vekir.