Polîsên Tirk şûşeyên dermanê zaroka 3 salî şikandin
Polîsên Tirk li Amedê di kêliyên serdegirtinê de şûşeyên dermanê zaroka nexweş ê 3 salî şikandin.
Polîsên Tirk li Amedê di kêliyên serdegirtinê de şûşeyên dermanê zaroka nexweş ê 3 salî şikandin.
Di serdegirtinê de Berîtan Gûrbet Orak ji piştê ve hate kelepçekirin û binçavkirin.
Hate ragihandin ku Berîtan Gûrbet Orak bi dijûn û heqaretên polîsan re rû bi rû maye.
Di kêliyên serdegirtinê de şûşeyên dermanê keça nexweş a Berîtan Gûrbet Orak a 3 salî ji aliyê polîsan ve hatin şikandin.
Piştî ku Berîtan Gûrbet Orak hate binçavkirin, zarok teslîmî xalê wê kirin.