Bi ser Kooperatîfa Huner û Ziman a Anka de jî girtin: 22 kes hatin binçavkirin

Li Amedê bi ser Kooperatîfa Perwerdeya Huner û Ziman a Anka de jî girtin. Hejmara mirovên di serdegirtinan de hatin binçavkirin bû 22 kes.

Vê sibehê li Amedê polîsan bi ser avahiyên MED-DER’ê û Pirtûkxaneya Payîz de girtin. Polîsan li avahiyên her du saziyan jî kelûpelên wan belawela kirin û bi sedan materyalên perwerdeyê, pirtûk, kovar û hard dîskên computeran desteser kirin.

Her wiha polîsan avêt ser Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirrzimanî û hunerê li dar dixe. Koperatîf li taxa Bagcilar a navçeya Rezanê ya Amedê ye. Polîsan kelûpelên Kooperatîfê belawela kirin û hard dîskên computeran desteser kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna der barê MED-DER’ê, Kooperatîfa Ankayê û Payîz Pirtûkê de gelek kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de rêveberên MED-DER’ê, perwerdekarên dersên zimanê kurdî jî hene.

Heta niha li gorî agahiyên li ber destan 23 kes hatine binçavkirin. Tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe. Hat zanîn ku biryara "veşarî-nepeniyê" danîne ser dosyeya lêpirsînê. Heta 24 saetan jî hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan re hat qedexekirin.

Navên kesên heta niha hatine binçavkirin û tên zanîn în wiha ne: Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Cîhat Guney, Îlyas Gun, Bêrîtan Gurbet Orak, Mîne Karakaş, Ramazan Holat, Hebûn Yagmûr, Ayhan Karatekîn, Bêrîvan Duman, Mehmet Salîh Ongun, Rabia Karayil, Rêzan Aktulum (Hrant), Belkisa Suleymanoglû Bitkîn, Fatma Îgîn, Ahmet Boltan, Mustafa Açmaz, Hasan Gorpinar, Îpek Oyûr, Cîhat Çagirici.