Di êrîşa li ser Beyrûtê de herî kêm 6 kes mirin û 15 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî paytexta Lubnan Beyrûtê de hêrî kêm 6 kes mirine.

Li gorî bîlançoya demkî ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşa hewayî ya li ser taxa başûrê Beyrûtê de herî kêm 6 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya Lubanê, balafirên şer ên Îsraîlê li Nebatiye el-Favka ambulanseke Komîteya Tenduristiyê ya Îslamî ya girêdayî Hîzbûllahê hedef girt û 4 erkadarên rizgarkirinê jî birîndar bûn.

FERMANDARÊ HÎZBÛLLAHÊ HATE KUŞTIN

Du çavkaniyên ewlehiyê ku ji Reutersê re axivîn, diyar kirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser taxên başûrê Beyrûtê de yek ji fermandarên Hîzbûllahê Îbrahîm Kobeysî hatiye kuştin. Li gorî çavkaniyên Reutersê Îbrahîm Kobeysî endamekî girîn ê beşê mûşekan yê Hîzbûllahê bû.

Li aliyê din jî li gorî radyoya artêşa Îsraîlê di nava saet û nîvekê de 105 roket ji Lubnanê Îsraîlê ve hatiye avêtin.