Bîlançoya wêraniya li Xezeyê

Di şerê Xezeyê de ku nêzîkî salekê beriya niha dest pê kir, di gel windayên mirovî yên giran û krîzeke cidî ya mirovî, wêraniyeke mezin rû da. Ji sedî 60’î bînayan hilweşiyan yan jî zirar dîtin.

Li gorî analîzên peykê yên lêkolînerên Emerîkayî Corey Scher û Jamon Den Hoek ji 13’ê Îlona 2024’an û pê ve ji sedî 58,7’ê bînayên li Xezeyê yanî nêzîkî 169 hezar avahî yan zirar dîtine yan jî hilweşiyane. Bîna herî zêde di her sê mehên ewil ên şerî de hilweşiyane.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heya niha li Şerîda Xezeyê ku ev dîrok weke destpêka şerê Îsraîl û Hamasê tê qebûlkirin,  nêzîkî 41 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Ev salek e artêşa Îsraîlê li vê herêma ku ji 365 kîlometrekareyî pêk tê, dixe ku li herêma navborî bi awayekî zêde avahî hatine çêkirin.

Bajarê Xezeyê ku beriya şer xwedî 600 hezar nifûsê bû, şer bandor li ji sedî 73.9’ê bajar kir ku niha veguheriye xalîbûniyeke mezin.

Li bajarê Refahê yê li başûrê Şerîda Xezeyê jî ku kêmtirîn bajarê ku zirar dîtiye, ji sedî 46,3’yê avahî ji şer bandor bûne.

NIVÎYA NEXWEŞXANEYAN

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji sedî 90’î bînayên di navbera sînorê Filistîn û Îsraîlê de di navbera Cotmeha 2023’yan û Gulana 2024’an de hilweşiyane yan jî zirarên mezin dîtine.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) piştî 20’ê Tîrmehê ji 36 nexweşxaneyan bes 16’yan (Ji sedî 44) dikarîn xizmetê bidin.

JI SEDÎ 70’Ê MIZGEFTAN

Li gorî daneyên Unosat û OpenStreetMapê ji sedî 7’yî mizgeftan zirar dîtine yan jî hilweşiyane.

JI SEDÎ 85’Ê DIBISTANAN

Piştî 6’ê Tîrmehê UNICEF’ê  da zanîn ku herî kêm 477 dibistanan zirar dîtine, yanî ji sedî 85’ê dibistanan zirar dîtine.

Di meha Îlonê de jî saziya Neteweyên Yekbûyî  ragihand ku nêzîkî ji sedî 90’î bînayên dibistanan ‘’yan zirar dîtine yan jî hilweşiyane’’ û pegala perwerdeyê hatiye tunekirin.

JI SEDÎ 68’Ê ERDÊN ÇANDINIYÊ

Li gorî dîmenên ku di 27’ê Tebaxê de ji aliyê navenda peykê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatine kişandin, ji sedî 68’ê erdên çandiniyê zirar dîtine. Walîtiya Xezeya Bakur vê hejmarê weke ji sedî 78 û Walîtiya Refahê jî weke ji sedî 57’an destnîşan dikin.

JI SEDÎ 68 RÊYAN

Li gorî pêşanalîza Unosatê ya di 18’ê Tebaxê de jî ji sedî 68’ê tora rêyên bejayî zirar dîtiye. Bi tevahî rêya ku ji 1.190 kîlometreyan pêk tê zirar dîtiye.