Ciwanên ji Munihê Nobeta Azadiyê dewr girtin

Ciwanên ku Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 640’emîn de dewr girtin, bang li ciwan û gelê Kurd kirin û gotin, “Li her derê xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Heta ku Rêbertî azad nebe dev ji xebatên xwe bernedin.”

Çalakiya "Nobeta Azadiyê" ya ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê tê lidarxistin, di hefteya 640’emîn de ye.

Nobeta ku her hefte ji aliyê welatparêzên ji herêmên cuda ve tê dewamkirin,  di hefteya xwe ya 640' emîn de ji aliyê welatparêzên ku ji bajarê Munih ê Elmanyayê hatin ve, hate dewr girtin.

Ciwanên bi navên Abdurrahîm Demîr, Sînan Ergen, Nurettîn Încî û Hesen Ergen di komê de cih digirin.

Abdurrahîm Demîr diyar kir ku ew li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Munihê nobetê dewr girtine û wiha got: “Em daxwaz ji ciwanan dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî li "Nobeta Azadiyê derbikevin ku 12 sal in dewam dike. Xwedî derketina li Rêber Apo, xwedî derketina li têkoşîna azadiya gelê Kurd e.”

Sînan Ergen jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê silav kir û wiha got: “Em weke ciwanên Kurd ji bo nobeta ku 12 sal in ji bo azadiya Rêber Apo tê girtin, li vir in. Heta ku Rêbertiya me azad nebe wê ev nobet dewam bike.” Sînan Ergen wiha bang li ciwan û gelê Kurd kir: “Li her derê xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Heta ku Rêbertî azad nebe dev ji xebatên xwe bernedin.”