Li Parîsê pêşangeha wêneyan: Jinên Kurd

Şaredariya Parîs Montreuîl û Mala Jinê, pêşangeheke bi mijara jinên Kurd vekirin.

Di pêşangehê de ya ku Şaredariya Montreuîlê ya Parîsê û Mala  Jinan bi alîkariya TJK-F'yê vekirî, wêneyên ku jinên Kurd û têkoşîna jinên Kurd vedibêje, duh hatin nîşandan.

'EM JI BO LEYLA GUVEN Û HEVRÊYÊN WÊ BI FIKAR IN'

Di pêşangehê de ya li Mala Jinê ya Montreûîlê Alîkara Şaredariya Montreuîlê, Nûnera Mala Jinan a Montreuîlê, Encûmena Partiya Franca Însoumîseyê, ji TJK-F'yê gelek femînîst û mêvan hazir bûn.

Alîkara Şaredariya Montreuîlê Menhoudî, Nûnera Mala Jinê û Enc3umena Franca Însoumîseyê gotin ew greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ji nêz ve dişopînin. Her sê jinan diyar kirin ew tevlî wan çalakiyên ji bo darizandina kujerên 3 jinên Kurd ên siyasetmear dibin, ku li Parîsê hatibûn qetilkirin û gotin, ew ji rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê bi fikar in.

Di civatan de mijara jinên Şoreşa Rojava, jineolojiyê, xebatên jinên Kurd ku pergala ekolojiyê danîne ber xwe hate axaftin.

WÊ BI PANÊLÊ BIDOME

Bernameyên Şaredariya Montreuîlê û Mala Jinan a Montreûîlê wê bi panêlan bidome, 29'ê Adarê TJK-F jî bi rengê axaftvan wê li panêlê hazir be, belgefîlmek li ser Şoreşa Rojava were nîşandan. Li panêlê wê rêxistinên cuda yên jinan jî hazir bin.