Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney dîsa tê ber gel

Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney piştî bi du salan 27-29’ê Nîsanê bi dirûşma ‘Bi Umut’ê em li Yol’ê ne, bi em Duvar’an diqevêzin’’.

Li Êlihê tê payin ku Festîvala Yilma Guney ku îsal cara 7’an wê were kirin, bi pêşengiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) di navbera 27-29’ê Nîsanê de were kirin. Festîvala ku di qada fîlmên kurt de dest pê kirî armanc dike ku di pêşxistina sînameya Kurd de kedê bide, hilberînên di vê qadê de teşwîq bike, fersendan çêbike û qadên destekê ji bo fîlmên sînamegeran çêbike. Bi helkefta Şaredariya Êlihê ji sala 2010’an ve di vê qadê de malxweyîtiyê li festîvalê dike.

FELSTÎVAL PIŞTÎ 2 SALAN DÎSA TÊ BER GEL

Hêwana Sînameyê ya Yilmaz Guney ku beriya niha festîval lê dihate çêkirin, piştî ku Şaredariya Êlihê ji hêla AKP’ê ve hate dagirkirin, deriyê wê hatibû kilîtkirin û piştre jî şewat lê derketibû. Piştî şaredariyê sînameya Yilmaz Guney bi temamî hilweşandibû. Ji ber vê jî ev 2 sal bûn festîlan çênebûbû. Îsal bi bi OSAD’ê re, rêxistinên dî yên sivîl û saziyên dî li dijî van şertên neyênî cara 7’an Festîvala Yilmaz Guney wê were ber gel.

QADÊN NÎŞANDANÊ

Hêwana Sînameyê ya Êlihê

Kolana Demokrasiyê ya Taxa Gultepeyê, No: 339

Sendîkaya Petrol Îşê ya Êlihê- Hêwana Sînemeyê

Taxa Akyurekê, Kuçe, 218, No: 1, 72040, Navend Êlih..