BI DÎMEN

Di 42 saliya xwe de fêrî çêkirina amurên muzîkê dibe

Ji bo parastina kevneşopiyên çanda Kurd, Bêco Hac Elî di 42 saliya xwe de amurên muzikê ku xirap dibin ji nû ve çêdike.

Gelan bi salane bi rêya çand û huner karîne çanda xwe biparêzin. Bi hezkirin, parastin û xwedî derketina çanda xwe re karîne li ser piyan bimînin. Yek ji wan gelan, gelê Kurd e. Kurd çand, huner û zimanê xwe diparêzin û digîhînin nifşên nû. Bêco Hac Elî piştî 42 saliya xwe ji bo çand û hunerê bikaribe biparêze, amurên muzîkê ku xirap dibin çêdike û ji xwediyê wan re dibe alîkar.

Bêco Hac Elî ku ji Hesekê ye, ev sê sal in fer bûye ku amûrên muzîkê yên xirap dibin, ji nû ve çêbike.

SALA 2021’AN DEST BI KAR DIKE

Bêco Hac Elî ku sala 2021’an de dest bi karê çêkirina amûrên xirabûyî yên muzîkê kiriye, wiha axivî: “Li mala xwe bixwe fêrî amûrên xirabûyî yên muzîkê bûm beyî ku ti kes alîkariya min bike. Nêzî salekî min li mal kar dikir, lê piştre min biryar da ku dikanekî li bajarê Hesekê vebikim. Ji ber sedema kêm hatin û çûyîne min berê xwe da bajarê Qamişlo.”

JI KARÊ XWE HEZ DIKE

Bêco Hac Elî ku dibêje ‘Karê xwe pir hez dikim’ axaftina xwe wiha domand: “Li Qamişlo, karê min pir baş diqede. Di rojê de hin caran du amûrên xirabûyî yên muzîkê ji nû ve çêdikim. Ji bo min çêkirina wan amûran cihê şanaziyê ye.

Ev kar hem ez jê hez dikim hem jî ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe dikim. Cureyên amûrên ku ez wan ji nû ve çêdikim tembur, biziq û temburên elektronîk in. Her wiha amûrên ku ji bo çêkirinê kar tînim jî boyax, pense, vernîk, tayê masiyan e.”