Dewleta Tirk li Rojava dîsa qadên çandiniyê dişewitîne

Dewleta Tirk a dagirker gundên Imhûşê, Minx, Radar û derdora gundê Hilîsa yên Şehbayê topbaran kir. Di encama topbaranê de zeviyek şewitî.

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundên Imhûşê, Minx, Radar û Hilîsa yên Şehbayê topbarankirin. Guleyeke obîsan ku nava gundê Imhûş ketiye, hîna neteqiye. Di encama topbaranê de zêviyeke welatiyekî jî hate şewitandin. 

Di vê derbarê de şêniyên gundê Imhûşê ji ANHA’yê re axivîn.

Welatiyê bi navê Zekeriya Şehod diyar kir ku duh bi şev gundewarên Şehbaye tevahî hatin topbarankirin.

Mihemed Mihemed jî destnîşan kir dewleta Tirk û çeteyên wê gundê İmhûş topbaran kiriye û guleyên topan ku li nava gund ketine metirsî di nava gel de çêkiriye.

Zekeriya Cimo jî diyar kir ku guleyeke obîsan li pêşiya mala wî ketiye û neteqiye. Her wiha di topbarana duh a li ser xeta sînor de jî zeviyek hatiye şewitandin.

Her wiha zarokê bi navê Mihemed Osman jî got duh bi şev gund hate topbarankirin û zarok gelekî tirsiyane. Xwesteka Osman ew e ku topbaran rawestin.

Her wiha şêniyê bi navê Yûsêf Heded jî wiha got: "Me li vir ceh û genim çandine, lê topbaranên dewleta Tirk ên rojane ji bo me metirsiyan çêdikin. Her wiha ji ber topbarana dewleta Tirk zêviya me şewitî û ji bo derbasbûna wir xetere heye."