Li Nantesê konsera ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu’ hat lidarxistin
TEV-ÇAND Fransa li Nantesê konsera “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” li dar xist.
TEV-ÇAND Fransa li Nantesê konsera “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” li dar xist.
TEV-ÇAND Fransa û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Nantes li bajarê Nantes ê Fransa konsera “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re satatu” li dar xist. Li qada konserê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehîdên Meha Gulanê hatin daliqandin. Bi hezaran kes tevlî konserê bûn.
Di konserê de Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Ûysal weke axêver tevlî konserê bû û bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ûysal anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî pergala êşkenceyê li ber xwe dide û got: “Berxwedana herî mezin paradîkmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Vê paradîkamyê hemû êrîş pûç kir û ji tevahî gelên bindest ên cîhanê re bûye hêvî.”
Ûysal bal kişand bal kişand bi ser pêvajoya dawî ya hilbijartinê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û êrîşên rejîmê yên piştî hilbijartinê û got: “Bêhiqûqiya li ser Birêz Abdullah Ocalan û Doza Kumpasê ya Kobanê, nêrîna rejîmê ya li ser gelê Kurd bi kurtasî nîşan dide.”
Ûysal anî ziman ku gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye, xwest di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşîna azadiyê hîn bêhtir were geşkirin.
Konser bi gerandina govendê, helbest û çalakiyên cuda bi dawî bû.