ROJANE
Hemû Nûçe
-
Elmanyayê dewleta Tirk hişyar kir: Bi Kurdan re şer nekin
Wezîra Karên Derve yê Elmanyayê Baerbock der barê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewleta Tirk hişyar kir û got, "Nabe ku weke Îran û Rûsyayê careke din aliyên sêyemîn li welat fêlbaziyê bike.” -
Yekîtiya Rojnamevanên Elman nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevanên Kurd da
Yekîtiya Rojnamevanên Elman nerazîbûn nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn da û diyar kir ku bandora qetilkirina rojnamevanan li ser têkiliyên dîplomatîk ên dewleta Elman-Tirk hebe. -
Têkildarî 2 rojnamevanên hatin qetilkirin daxwaza avakirina komîsyonê hate kirin
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn pêşnûmeyek pêşkêş kir û xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin. -
Seroka IFJ’ê Pradaîê: Artêşa Tirk mîna mafya êrîşî rojnamevanan dike
Seroka IFJ’ê Pradalîê, destnîşan kir ku qetilkirina rojnamevanên Kurd sûcê şer e û got, “Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamevanan hedef digire. Tirkiye mîna Îsraîlê ji bo heman ermancê rojnamevanan hedef digire.” -
Franceschî: Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin
Nivîskarê Fransî Patrîce Franceschî, destnîşan kir ku êrîşên li dijî Rojava êrîşa li dijî azadiyane û got, “Tê xwestin Rojava bê tinekirin. Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin.” -
ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevan xwedî li hevalên xwederketin: Em ê bêdeng nemînin
Rojnamevanên ji bo şermezarkirina rojnamevanên ku ji ber qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin girtin li ber edliyeya Stenbolê kom bûn û peyama “Rojnamevan wê her tim heqîqetê biparêzin” dan. -
Li Stenbolê 7 rojnamvan û 2 siyasetmedar hatin girtin
Li Stenbolê 7 jê rojnamevan û 2 siyasetmedar girtin û şandin girtîgehê. -
DGF’ê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da
DFG'ê bertek nîşanî girtina 7 rojnamevanan da û got, "Em serî natewînin, em ê li her derê parastina rojnamegeriyê bikin." -
Li Îranê ji bo 10 kesan cezayê dervekirinê hat birîn
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku Îranê li 10 kesên ku tevlî serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” bûne cezayê darvekirinê biriye. -
Protesto didomin: Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin!
Di çalakiyên ku qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn têde hatin protestokirin de, peyama “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” hate dayîn. -
Baroya Stenbolê jî ji ber daxuyaniya têkildarî rojnamevanan kete ber lêpirsînê
Ji ber daxuyaniya têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, Baroya Stenbolê kete ber lêpirsînê. -
'Parastina şoreşa jinê ya Rojava parastina azadiyê ye'
Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû got, "Parastina şoreşa jinê ya Rojava, parastina aştiyê ye. Parastina azadî û wekheviyê ye. Parastina jiyan û xwezayê ye." -
KCDK-E'yê ji bo bîranînên Komkujiya Parîsê bang kir
KCDK-E'yê têkildarî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn daxuyaniyek weşand û bang kir ku bi ruhê seferberiyê çalakiyên bîranînê û şermezarkirinê bêne lidarxistin. -
T24 û Seyhan Avşar ketin ber lêpirsîna 'Daştan' û 'Bîlgîn'
Nûçeya 'Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Sûriyeyê hatin kuştin' a T24 û parvekirina rojnamevan Seyhan Avşar a li ser medya dîjîtal ketin ber lêpirsînê. -
Qetilkirina rojnamevanên Kurd qetilkirina heqîqet û mirovahiyê ye
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê Huseyîn Yilmaz qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got, "Ev yek komkujiyek li dijî heqîqet û mirovahiyê ye." -
'Divê em li dora Rojavayê Kurdistanê bibin yek'
Parlamenterê berê yê YNK'ê û endamê KNK'ê Mûhsîn Osman destketiyên li Rojava û êrîşên dagirkeriyê nirxand û got, gelê Kurd di demeke dîrokî de ye, lewma hêzên Kurd divê bibin yek. -
ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Biryara hepsa malê dane rojnamevan Ozlem Gurses
Rojnamevan Ozlem Gurses a ku ji ber weşana xwe ya li ser YouTubê hatibû binçavkirin, biryara hepsa malê danê. -
Ji DFG Û MKG’yê li Enqereyê çalakî: Em ê tu car dev ji rastiyê bernedin
DFG û MKG ji bo rojnamevanên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin daxuyanî dan; “Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê tu carî dev ji ragihandina heqîqetê bernedin." -
Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî
Di çalakiyên ku li Stenbol û Enqere hatin kirin de hate ragihandin ku rewşa girtiyên bi nexweşiya Wernîcke Korsakoff û girtî Mustafa Karatepe giran e û hate xwestin ku demildest bên berdan. -
Qûrbaniyên komkujiya Mereşê hatin bîranîn: Komkujî dewam dike
Li Mereşê qûrbaniyên komkujiya Mereşê hatin bîranîn û hat diyar kirin ku komkujî dewam dikin. Di çalakiya bîranînê de peyama ‘komara demokratîk’ hat dayîn. -
Di çalakiya xizmên windayan de, nerazîbûna li dijî qetilkirina rojnamevanan
Li 4 bajaran xizmên windayan û endamên ÎHD’ê lêgerîna edaletê domandin. Di çalakiyan de qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hate protestokirin. -
Polîsan êrîş kir: Rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Polîsan êrîş birin ser daxuyaniya ku ji bo rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dihat dayîn û gelek rojnamevan, nûnerên partî û saziyan binçav kirin. -
Dayîkên Şemiyê ji bo Îsmaîl Bahçecî edalet xwestin
Dayîkên Şemiyê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 30 sal berê di binçavan de hatibû windakirin pirsîn û edalet xwestin.