DGF’ê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da
DFG'ê bertek nîşanî girtina 7 rojnamevanan da û got, "Em serî natewînin, em ê li her derê parastina rojnamegeriyê bikin."
DFG'ê bertek nîşanî girtina 7 rojnamevanan da û got, "Em serî natewînin, em ê li her derê parastina rojnamegeriyê bikin."
Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) bertek nîşanî girtina 7 rojnamevanên ku bi hinceta nûçeyên derbarê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên bi balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn qetilkirin, çêkirine hatin girtin dan.
Rojnamevanên hatin girtin gotin: “Wê qesr û siltantî hilweşin. Rojekê wê ev xwîn bisekine, ev zilm biqede. Ji van rojan tenê yên li ber xwe didin, Nazim û Cîhan bimînin. DFG rêxistina çapemeniyê ye. Em ê destûrê nedin ku bi ti awayî bê krîmînalîzekirin. DFG'ê jî peyama "Rojnamevanî ne sûc e" parve kir."
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Piştî qetilkirina 2 hevalên me bi rojan e li kolanan in. Bi înat û bi berxwedana ku me ji wan girt, me got 'Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin'. Pêşî li Amedê, piştre li Wanê û herî dawî jî li Stenbolê êrîşî daxuyaniya me kirin. 30 rojnamevan binçav kirin. Ji wan îro 7 kes hatin girtin. Ev yek ne bes e, li dijî rojnamevan, saziyên çapemeniyê û baroyan lêpirsîn vekirin. Weke me duh jî got, îro careke din dibêjin, em ê serî netewînin û li her derê parastina rojnamevaniyê bikin.”