Baroya Stenbolê jî ji ber daxuyaniya têkildarî rojnamevanan kete ber lêpirsînê

Ji ber daxuyaniya têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, Baroya Stenbolê kete ber lêpirsînê.

NAZIM DAŞTAN - CÎHAN BÎLGÎN

Ji ber parvekirina têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin bi SÎHA’yên dewleta tirk hatibûn qetilkirin, derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hate destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hincetên “Propagandaya rêxistinê” û “Bi eşkereyî agahiyên xelet bi gel re parve kirine”, derheqê Serokê Baroya stenbolê Îbrahîm Kaboglû û endamên lijneya rêveber de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de; got: “Pesnê endamên rêxistina PKK’ê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dane, qaşo ev kes ji ber xebatên rojnamegeriyê û nasnameya rojnamegeriyê hatine kuştin û dewleta me bi sûcê şer tawanbar dikin. Ji ber van sedeman lêpirsîn hatiye destpêkirin.”