ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Di ser qetilkirina Evîn Goyî re du sal derbas bûn. Li cihê ku komkujî hate kirin hem wê hesab ji kujeran bê pirsîn hem jî xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin.

Nivîskarê Fransî Patrice Franceschi anî ziman ku êrîşa li ser Rojava êrîşa li ser azadiyê ye û got, "Dixwazin Rojava tine bikin. Kurd winda bikin em ê hemû winda bikin."

Ji fermandarên hêzên parastinê Viyan Soran diyar kir ku wan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê pûç kirin û destnîşan kir ku ji bo parastina Bendava Tişrînê wan taktîkên nû bi kar anîn.

Parlamenterê berê yê Parlamenta Eyaleta Berlinê Hakan Taş ragihand, ku dewleta Tirk beriya hilweşîna rejîma Esad jî timî êrîşî Rojava dikir û got, dewleta Tirk li dijî sivîlan sûc dike.

Şervanên YPJ'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku bal kişandin ser girîngiya ragihandina rastiyan a li çeperên berxwedanê û destnîşan kirin ku şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo rastiyê ji cîhanê re ragihînin kedeke mezin dan û ji ber vê yekê bûn hedef.

Perwerdeya Govendên Kurdistanê ku dibistana çand û hunerê ya girîng a Kurdên li Ewropayê ye, destpê kir. Li dibistanê 20 mamoste dersê didin, 122 şagirt jî tevlî perwerdeyê dibin.