BI DÎMEN

Seroka IFJ’ê Pradaîê: Artêşa Tirk mîna mafya êrîşî rojnamevanan dike

Seroka IFJ’ê Pradalîê, destnîşan kir ku qetilkirina rojnamevanên Kurd sûcê şer e û got, “Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamevanan hedef digire. Tirkiye mîna Îsraîlê ji bo heman ermancê rojnamevanan hedef digire.”

Nerazîbûnên li dijî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dewam dike. Seroka Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) Domînîqûe Pradalîê, derbarê qetilkirina rojnamevanan ji ajansa me ANF’ê re axivî.

‘PÎŞEYÊ ROJNAMEVANAN HEDEF HAT GIRTIN'

Domînîqûe Pradalîê, diyar kir ku weke IFJ’ê li hember bûyera qetilkirina rojnamevan Daştan û Bîlgîn matmayî bûne û got, “Qetilirina hevrêyên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn teqez nayê qebûlkirin û binpêkirina mafên navneteweyî ye. Rojnamevan li herêmê ne aktor in, ew çavdêr in. Li wir çi diqewime dişopînin û bi rêya radyo û vîdeoyan ji cîhanê re radigihînin. Rojnamevan ji ber bi erka xwe radibûn hatin qetilkirin. Em ji hevrê, hempîşe û malbatên rojnamevan re sersaxiyê dixwazin.

Mijara ku me matmayî dike, ew e ku êdî her kes difikire ku mafê wan ê kuştina rojnamevanan heye. Her kes difikire ku dikare rojnamevanan bikuje. Çima? Ji ber ku bêcezahiştin heye. Ji ber ku kujer bê ceza dihêlin. Ez dixwazim hevgirtina xwe ya bi malbat, hevrê û hemû hempîşeyên herdu hevalên me yên rojnamevan re, diyar bikim. Her wiha dixwazim diyar bikim ku Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, li kêleka wan e. Niha divê edalet bê bicih anîn bi gotineke din divê lêpirsîn bê vekirin.”

‘NAXWAZIN SÛCÊN WAN ÊN ŞER DEŞÎFRE BIBE’

Domînîqûe Pradalîê, destnîşan kir ku sedema bingehîn a qetilkirina rojnamevanan nixumandina rastiyên sûcên şer in û wiha domand, “Mixabin ne tenê Tirkiye rojnamevanan qetil dike, Îsraîl jî li Xezeyê nêzî 130 rojnamevan qetil kir. Ev dewlet çima rojnamevanan qetil dike? Dixwazin yên şahidiyê ji sûcên wan re dikin, ji holê rakin. Dixwazin rê li pêşiya eşkerebûna binpêkirin û jenosîdên xwe ji hemû cîhanê re bigirin."

'QANÛNÊN PARASTINA ROJNAMEVANAN TÊRÊ NAKIN'

Domînîqûe Pradalîê, bi bîr xist ku rojnamevan bi qanûnên navneteweyî tên parastin û êrîşên li ser wan sûc e û wiha got, "Gelek peymanên ku parastina rojnamevanan dikin hene, bi taybetî peymanên Cenevre û Venedîkê. Lê diyar e ku ev ne bes in.”

‘DEWLETA TIRK BI ŞÊWAYÊ MAFYA ROJNAMEVANAN HEDEF DIGIRE’

Domînîqûe Pradalîê, diyar kir ku dewleta Tirk mîna mafyayê rojnamevanan hedef digire û got, "Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamevanan hedef digire. Armanca wan yek e. Dixwazin pêşî li wan bigirin ku karê xwe nekin, raya giştî agahdar nekin. Divê her kes zanibe, rojnamevan nebin demokrasî jî nabe. Qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e. Eger li pêşiya vê neyê girtin, di dema pêş de wê rojnamevanek sax nemîne. Ji ber vê divê peymanên navneteweyî bên bi cih anîn.”

‘ROJNAMEVANÊN KURD JI BO CÎHANÊ MÎNAK IN’

Domînîqûe Pradaliê, anî ziman ku divê kesên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetilkirine bêne darizandin û wiha dewam kir, “Li welat û cihên ku lêpirsîneke cidî derbarê qetilkirina rojnamevanan de nebe, divê lêpirsîneke serbixwe û navneteweyî ya ji pisporên hiqûqê pêk tê bê destpêkirin. Em ji hempîşeyên xwe yên Kurd ên li herêmê dixebitin re dibêjin ji ber karê ku we kirî em we pîroz dikin. Hûn lehengên rastî ne. Tevî ku hûn dizanin xetere ye jî, hûn ji bo pêkanîna pîşeyê xwe têdikoşin. Hûn ji bo tevahiya cîhanê mînak in."